Section PRESENTATION

Section PROGRAMME

Section INTERVENANTS
Aso Agace (EN-DE-KU)
M. Ali Aslan (EN- TR)
Andreas Buro (English)
Lili Charoeva
Mirella Galletti (English)
Section INTERVENANTS
Lotta Hedström (English)
Keya Izol (English)
Ilhan Kizilhan (English)
Nina Larsson (English)
Akil MARCEAU
Kendal Nezan (EN)
André Poupart (EN)
Khaled Salih (English)
Pierre SERNE
Mozaffar Shafeie (English)
Harry Schute (English)- (كوردي) Ephrem-Isa YOUSIF
Eva Weil
Section PRESSE
Nina Larsson tillbaka från Irak
Lotta Hedström
Nina Larsson är på väg till Kurdistan


Chroniques de Marc Kravetz France-Culture
Croniques de Marc Kravetz 21 nov. | Croniques de Marc Kravetz 22 nov. | Croniques de Marc Kravetz 23 nov.

Hewlerglobe.net
Hewler Globe 29 Nov.


I  N  T  E  R  N  A  T  I  O  N  A L    C  O   N  F  E  R  E  N  C  E

Democratisation of the Middle East

Problems & Perspectives

19-20 November 2005
Organized by : Kurdish Institute of Paris in partnership with Kurdistan Minister of Culture
Iraqi Kurdistan Regional Government, Erbil - Kurdistan

sponsored by the French Ministry of Foreign Afffairs




Di Demokratîkbûna Rojhelata Navîn de Rist (rol) a Jinên Kurd Ci Ye?

Ji aliya Aso Agace (*)

Ez dixwazim di vê pirsgirêkê de bersiveke provakatîv bidim da ku deng vede.



Ev pêvajoya demokratîkbûnê bêyî tevlêbûna jinan ne mûmkûn e.

Ne tenê wusa, di nav gel de hejmara jinan ji nîvî zêdetir e.

Her wusa, li gel piraniya wan jî dengê wan gelek caran nayê bîhîstin.

Li gel vê jî besdariya wana civat û siyasetê bi awayekî erênî nayê dîtin.

Her wusa ev jinên li welatên Rojhelata Navîn tin gelek dûr in ji mafê biyekbûna bi mêrê re.

Eger li ser mafê wekheviyê demokratîkbûnî zêde bibe, eger sazî û dezgehên demokratîk zêde bibin (Hilbijartin, parlamen û hwd.) dîsa jî pêvajoyeke zindî ya ji bo demokratîkbûnê bêyî jinên calak û aktîv nagihe armanca xwe.

Ez behsa tevlêbûna jinên serbixwe û hisyar dikim, ne ku bi awayekî sembolîk tevlê bibin.

Ez behsa mêrên nîvdil nakim ku ew ji jinan re destûr bidin, cih bidin û her wusa ew jin jî li benda wan bisekinin ku heta destûr derdikeve.

Lê, ez behsa jinên xwedî biryar û serbixwe dikim ku ew daxwaza xwe bînin ziman û têkosîna xwe bikin ku ew di mijara siyasetê, girtina biryaran de cih bigrin û xwe bidin qebûlkirin.

Ji ber ku daxwaza jinan her wusa daxwaza piraniya civakê ye jî



Bêyî tevlêbûna aktîv a jinên kurd, pêvajoya demokratîkbûna Kurdistanê dê pir zû bifetise. Eger derfetên tevlêbûnê ji bo nîvê gel neyê dayîn ji bo jiyana siyasî, aborî, lêkolînî, candî û wd. Eger ev deriyên han li wan bê girtin wê demê demokrasî li ku ye an jî cawa cêdibe?



Kurdistan yekemcar di dîroka xwe de dikare bibe girava demokrasiyê. Giravek wusa ku hawîrdorê wê bi welatên ne demokratîk û dîktatorî ve rapêcandiye. Ku di wan welatan de demokratî, zagon, mafên mirovan kêm e yan jî hîc tune ye. Ev girava demokratîk ji bo gel, desthelatî û welatên Rojava wateyeke pir mezin dihewîne. Wê demê Kurdistan ji bo mirovên rojavayî dê ne tenê objekteke daxwaza aborî û stratejîk bibe.



Hînbûn – Navenda Perwerde û Amojgarîyê ji bo Jinan û Malbatên Wan – bi hezaran km. ji Kurdistanê dûr e. Lê em li Berlînê bi jinên kurd re dixebitin. Ew penaberên siyasî û kocber in an jî jinên ciwanên ku li Berlînê ji dayîk bûne.

Hînbûn – Destek dide van jinan û rêberiyê dike ku ew bikaribin di nav civakê de bi hêsanî rêya xwe û cihê xwe di nav civaka almanan de bibînin.



Divê jin di vê rêyê de di ser sê bendên mezin re derbas bibin:



1- Civak û bûrokrasiya alman, jinên kurd bi mafên wekheviyê, zêde barbicav nagre.



2- Edet û toreyên civaka kurd jiyanê li jinên kurd teng dike, tim bindest dihêle û wana weke tistên bêqîmet dibîne.



3- Ji ber vê jî, jin bi xwe jî di nav pêvajoyê de bawer dibe ku ew tisteke bêqîmet û bêhêz e, her wusa roj bi roj cesareta wan kêm dibe, baweriya xwe wenda dikin û xwe sûnda dikisînin.



Hînbûn ji 24 salan vir de ji aliyê desthelatiya Berlînê ve tê fînansekirin, ji bo semînar û projeyên ku jinên kurd re alîkarî bike û bikaribin di ser wan bendan re bi hêsanî derbas bibin.

Her weha di nav wan projeyan de danasîn û hînkirina sîstema demokratîk a alman jî heye.



Her weha danasîn û hînkirina edet, tore û zimanê almanî jî heye. Da ku ew bikaribin derfetên welatekî dewlemend û demokratîk ji bo xwe bikar bînin.

Em ji bo întegrasyona bi civaka alman re semîneran li dar dixin. Ji bo ku ew cîranên xwe yên alman bastir nasbikin. Her weha em ji bo almanan jî semînaran li dar dixin ku ew jî kurdan bastir nas bikin; ji bo bûrokratên alman, siyasetmedarên alman, polîsên alman, der barê kurd û Kurdistanê de,( sedemên) sebebên penaberiyê, rewsa kurdên li Berlînê û wd.

Wekî van projeyan gelekên din jî hene lê ez naxwazim li vir hemûyan bînim ziman. Misoger e ku ev projeyên han gelek girîng in.



Ji wan herî girîng jî jinên kurd zanîna xwe zêde kir, bi xwe bawer bû û rola wê ya di civakê de guherî.Di semînarên me de jinên kurd hîn dibin ku di demên berê de jinên kurd ji jinên welatên cîran gelek bi pêsdetir û xwediyê gelek mafan û di civakê de xwedî biryar bûne. Di civaka îro ya kurdan de rewsa jinên kurd gelek pasde maye, hergav di bin destên mêran de ne û li benda destûra mêran in. Eger pêwîstî bi tevlêbûna civat ân jî calakiyek hebe, divê ji mêran destûr bigre. Ev ji bo jinên kurd ên li Elmanyayê dijîn jî her wusan e.



Ji ber vê (sedemê) sebebên tevlêbûna projeyên Hînbûnê yên li derveyê malbatê ji bo jinan pir girîng û bi wate ye. Jinên kurd di pêvajoya zanebûnê ya dirêj de her wusa bi bav, bira û mêrên xwe re jî di nav tekosînê de bi pês dikevin. Di nav vê pêvajoyê de jin û mêr bi hev re diguherin. Ev gereke wusa bibe. Ji bo Hînbûnê pir girîng e ku li gel jinan, mêr jî biguherin, pês bikevin û ev 24 sal e Hînbûn bi malbatê re dixebite û rê li ber hisyarbûna jin û mêrê vedike.



Eger Kurdistana me bibe giraveke demoktasiyê û ez vê ji dil û can daxwaz dikim û eger ku em naxwazin sedsaleke din jî bipên, divê em vê gav destpê bikin – li her ciyê, di malbatê de, li dibistanê, li zanîngehê, li kargehê, di capemeniyê de û di siyasetê de bi gotina me û bi kirînên me, emê bêhtir bi ser kevin, dema ku em jinên kurd hewcedarî bi dijayetiya cîhana mêrên kurd nebînin û necarê serkirinê jî nemînin.

Hînbûn îsal li Berlînê gavek nû avêt û dest bi xebatek a nû kir:

Ev jî ji du koman pêk tê. Yek jibo mêrên kurd û duyemîn jî ji bo jinên kurd û alman pêk tê.

Em dixwazin ku ev komên han niqas û gotûbêjên li ser demokrasiyê bikin û niqas bikin ku ka demokrasî ji bo her sexsiyetek tê ci wateyê û ciqas girîng e.Da ku her mirov hîn bibe ku cawa dikare ji carcoveya xwe ya teng derbikeve.



Di rastiyê de ev wezîfe ji bo tevahiya civakê ye. Siyaset dikare vê pêvajoyê bilezîne, bi pês bixe û her wusa jî dikare asteng bike û bi derengî bihêle, Lê ew nikare bibe asteng li ber bidestxistina mafên wekhev ên jinan di cîhanê de.



Sala bê Hînbûn dikeve 25 saliya xwe. Em dixwazin vê bi konferansek pîroz bikin, bi mijara JINÊN KURD Û MALBATÊN WAN LI VIR Û LI WIR: Ji bo vê Konferansê emê gazî gelek mêvanên navneteweyî bikin. Bi taybetî ji her parceyên Kurdistanê wek guhdar û gotarvan dê besdar bibin. Ez ê bextewar bim ku ji Kurdistanê gelek mêvan di konferansê de amade bibin.

(*) Directrice de Hînbûn, Centre International pour l'information et l'éducation des femmes, Berlin