Dîtinên we li ser Ferhenga kurdî - fransizîJeudi 8 juin 2017 à 18h27

Ferheng ji hemû zarava û devokên kurdî qasî 85 000 peyv (kelîme) civandine. Lê tu ferheng bê kêmasî nabe. Heye ku hin peyvên devoka gundê we / bajarê we / navçeya we neketibin ferhengê an hin peyv bi awayekî din an bi wateyeke (manayeke) din tên gotin an bi kar anîn.
Kerem kin dîtin û agahiyên xwe bi e-name li ser navnîșana ferheng@fikp.org bișînin.


  

Civîna 60î ya KurmancîMardi 6 juin 2017 à 15h50

Îsal tam bû 30 sal ku Koma Kurmancî xebata xwe ya li ser zaravayê kurmancî didomîne. Bi vê hilkeftinê Zanîngeha Zaxoyê xwe da ber mêvandarîya komê û ew vexwende Kurdistanê. Zanîngehê bi pêşîwazîyeke germ ew kirin mêvan û herweha ji bo piştgirîdana vê xebatê û xurtkirina tevkarîya di gel Enstîtuya Kurdî ya Parîsê qewil da ku her salê carekê vê komê vexwîne Kurdistanê. Ev qewil ji bo hemû beşdarên Koma Kurmancî bû surprîzeke dilxweşker û bilindkirina morala wan.


  

Nasandina ferhenga kurdî-fransizî li KurdistanêDimanche 21 mai 2017 à 18h54

Nasandina yekem a Ferhenga kurdî-fransizî ya Enstîtuya kurdî bi awayekî sembolîk li paytextê Kurdistana azad Hewlêrê pêk hat.