Amûrên muzîkê

Nûkirin pêncşem 4 gulanê 2017 - 18:41

Kendal Nezan

Muzîka kurdî, di warê amûrên muzîkê de, bêtir xwedî taybetmendiyeke bikaranîna amûrên nefesî ye, bi tevayî nebûna amûrên kevanî -ku di muzîka Tirk û Mongolan de pir bikar tên- herwiha jî amûrên bitêl û bilûra kêlekî, û amûrên din ên li rojhilatê belav bûne jî tê de tên bi kar anîn:

 

1. Bilûr an jî bilûra șivanan amûrê bingehîn ê muzîka gelerî ye. Boriya dengdêr ya ji darê tuyê yan yê gûzê û șahîkkirî, bilûr ne kertikkirî ye û ne jî zimanokê wê heye. Çêkirina wê bi piranî karê gundiyan e, ebateke wê ya standart jî tune ye. Mirov dikare dîsa jî çend ebatên mezinahiya wê destnîșan bike: tê de carinan heft, carinan jî neh qûlên dûrahiya wan -a dawîn netê ku ji ya beriya xwe dûrtir e- weke hev hene. Di dawiya wê jî de qulek heye.

Dirêjiya bilûrê ji 40 heta 60 sentîman diguhere û carina dikare hîn dirêjtir jî be. Çapa kuna hindurê wê bi awayekî giștî li dor 9 mm ye, seriyê wê yê jorîn ku mirov dixe nav herdu lêvên xwe, hinekî tûjkirî, weke kovika birî ye. Bilûrvan divê bi bilûra xwe bistirê û ji bo wê jî rola dan û standina bêhnê pir girîng e.

Bilûr bi piranî bi tenê, gelek caran di gel Stranên evînî û destanî tê lêdan. Û pirîcar, bitenê an di gel erbanê di dîlan û dîlokên gundên çiyê de tê lêxistin. Divê neyê ji bîr kirin, ku ew erka navgîneke ragihandinê di navbera șivanan û pezên wan de jî dibîne.

2. Dûdûka ku carina jê re fîq jî tê gotin bi taybetî li deșt û zozanên bilind ên herêma Serhedê bi kar tê. Herwiha di muzîka hin gelên Qefqasyayê (ermenî, gurcî, azerî û hwd.) de jî tê dîtin.
Dûdûk boriyeke ji guliyê dara tûyê yan mișmișê yê qeșartî ye, ku dirêjahiya wê ya normal 32 cm e. Heșt kunên ku navbera wan wekehev li ser rûyê we yê pêșî tên vekirin û li ser rûyê pașî jî qulek heye. Seriyê wê yê jorîn piçekî fireh e û tê re perçeyek qamîșa li dor 12 cm dikeviyê. Di Stranên șerî yan evîniyê yên gelerî de, ewqas ku mirov dikare bêje bi giștî bi kar tê. Herwiha, li gel defê ji bo dîlanê jî bi kar tê.

Dûdûk bi awayekî giștî tucarî bitenê bikar nayê. Heta ku bitenê jî be, li gel dûdûkeke din ku tona deng dide tê lêxistin, lê carina jî bi tenbûrê ve tê bikaranîn.
Zirne amûreke ji dara incasê ye, orta wê kurkirî û dawiya wê kovikî ye û zimanokê wê ji du perçe qamîșan (ku dikevin nav nikulekî piçûk ê sifir) pêk tê. Di piraniya muzîkên gelerî ya Rojhilata nêzîk û mexribê de tê dîtin.

3. Tenbûr, an jî ûda kurdî amûreke pir populer ya vê kategoriyê ye. Cûre û ebatên cihê yên tenbûrê hene.

Bi piranî kodeke tenbûrê ya dengî weke nîv hirmiyekê heye, ku ji dara tûyê çêdibe, șeș têlên wê yên metalî hene û bi mizrabê lê dikeve destîyeke wê ya ji dara gûzê heye ku li dor metreyekê dirêj e. Li ser vî destiyî 32 perdeyên navbera wan newekhev û șeș guhik hene. Textê ser koda wê bê kun e.

Li ber lêdana tenbûrê weke prensîp lêdana tiștekî din ê wek dembilkê naxwaze. Wekî din tenbûr bi tenê digel Stranên gelerî yên deștê û bi taybetî jî yên siyasî bi kar tê ku êdî her bûye adet. Gava digel sirtanên șahî û dîlanê bikar tê, carina dembilk jî li cem Kurdên Îraq û Sûriyeyê di gel wê tê lê dan. Herwiha meyla belavbûna vê "adet"ê li nav bajarên bașûrê Kurdistana Tirkiyê jî heye.