Cureyên muzîkê

Nûkirin pêncşem 4 gulanê 2017 - 18:39

Kendal Nezan

Ji ber ku șer di jiyana Kurdan de ciyekî girîng digire, di muzîka gelerî ya kurdî de Stranên destanî ango "kilamên mêraniyê" pir in, û di wan bi xwe de jî dijayetiya çiya û deșê tê dîtin, ku mirov pêșî di navdayîna van Stranan de dibîne: Stranên ku niștecihên deștê jê re "delal" dibêjin, li cem çiyayiyan bi navê "lawikên siwaran" tên bi nav kirin.

Delala, ku xêza wê ya melodîk ango awazî ya muzîka hunerî ya rojhilata nêzîk meqamê kurdî yê hîcazkar (li hemberî dorien a yûnanî tê) e, pirî caran di gel tembûrê û carinan jî -ev nûkirineke nisben ne kevn e- di gel lêdana tembûr û dûdûkê tê Stran. Xêza awazî ya lawikên siwaran kêmtir bi pergal e. Rîtmên wan, pir tê guhertin û ji yên delalan zindîtir in, bi awayekî sadiq bi naveroka çîrokê re li hev dikin û demên gurr ên sehneyên șeran tînin bîra mirov.

Çi ji aliyê dengbêjan ve hatibin çêkirin, çi jî ji aliyê șervanan bi xwe ve yan ji aliyê jinên ku dixwestin bûyerên herî girîng ên pêk dihatin ji bîr nebin û nifșên nû pê perwerde bibin ve hatibin gotin, Stranên destanî û șervaniyê bi rastî jî weke bûyerên dîrokî ne, ku kêm zêde hemî bûyerên herêmî û neteweyî tesbît dikin.

Bi saya van Stranan e, ku zarokên kurd dîroka gelê xwe, bi kêmanî ya du sedsalên dawîn hîn dibin. Di van Stranan de, bi awayekî giștî kesên ku bi mêrxasî ji bo azadiyê șer kirine tên pîroz kirin. Herwiha gelek kilam jî li ser șerên ji bo parastina namûsa malbat û eșîrê an li ser pevçûnên navxweyî yên li ser mal û milk, mêrg û zeviyan an li ser parvekirina ava avdanê hatine gotin.
Ji bilî fêda wan a agahdariyê ya di warê bûyerên dema borî de, bêguman ev stran herwiha jî mirov ji hemî cûreyên din bêtir di derbarê zîhniyet, adet, nirx û nimûneyên pêșî yên qorên cihê yên civata kurdî ya borî û îroyî de, ji aliyê rûmetên ku her di nav çîrokê de nixamtî ne ve agahdar dike.

Leheng, jin an mêrê, ku rêzdariya xwe ferz dike, çavê wî/wê ji tiștekî natirse, bi mêrxasî/jinxasî șer dike û tu carî qada șer bi cîh nahêle. Șervanê bêhempa, -bi tenê yan bi hevalên xwe re be, divê leșkerên dijmin ji hev tarûmar bike- qehreman divê herwiha jî bi rûmet be, bi kesên bêhêz û têkçûyî re jî dilovan be, karibe êșê tehemul bike, rêza nirxên rûmetê bi sedaqet bigre.
Di navbera Cizîr û Mehabadê de, muzîkek heye ku mirov dikare wê weke muzîka șînê binirxîne. Bikaranîna wê her bi sînor maye; hewayên wê xemgîn in, bi def û zirne, bilûr, yan dûdûk û erbane û bi taybetî di șînên keç û xortên ezeb û bêmirad dimirin de tê gotin. Lawij, helbestên dirêj ku hin caran bi îlhameke dînî pêk hatine, di rewșên wiha de tên Strandin. Lê ev lawij carnan jî, di bin bandora bêrîkirin û melankoliyê de, di rewșên din de, weke mînak di șevbuhêrkên navxweyî yên hevalên nêzîk de tên Strandin.

Berdolavî yan "Stranên ber dolavê", ku keç û jin bi ber rîsê xwe re yan honandina tevna xwe re dinuhurênin, ew jî, tije hisret û xemgînî ne. Ev Stranên evînî, yên jidil û bextereș, bi awayekî giștî kurt in û tu enstrumanî bi kar naînin.

Kilamên dilan (Stranên evînî): Ev Stran gelek caran ji aliyê jinan ve tên çêkirin, pir kurt in, bi awayekî serbest û hêsan hatine çêkirin. Di van Stranan de îlhama lîrik ne girêdayî tu astengên harmonî, pîvan û ne jî kafiyeyê ye.

Strana kurdî li ser evîna bextereș, evîna ku ji ber astengên civakî -ku di civata perderșahiyê de bêhesab in- nagihê miradê xwe tê gotin. Piranî û dijwariya van astengan ta radeyekê bûne sedemên hejmara ev çend bilind a Stranên evînê di muzîka kurdî de.

Straneke evînî gelek caran dikare encama gotûbêjeke xeyalî û di dema hevdîtineke nihênî ya di navbera keç û xortekî de hatibe çêkirin. Awireke bitenê, bișirîneke bi serê lêvan a keçekê li ser kaniyekê, li ser șiverêkeke li ser çiyê yan jî li nav baxçe û zeviyan, dikare bibe destpêka ezmûneke dirêj a bi êș, bi fedekarî û cefa ku șewqa xwe dide van Stranên, ku bi rik û hesret ji çiya û baniyan xwe dighînin kesa yan kesê ku mirov jê hez dike.

Dilok an jî Stranên govend û șahiyê ku mirov di șevên hevaltî yan pîrozbayiyên cihê (dawet, sersal, jidayikbûn, sinet û hwd.) di gel aletên cihê li gor herême bilûr û dembilk, def û zirne yan tembûr û dembilk an jî tenê bi çepik û tembûrê tên Stran.

Di dîlanên kurdî bi awayekî giștî jin û mêr tevlîhev dilîzin. Li gor govendê (dîlanê), govendgêr jin û mêr li gel hev rêz dibin bi dest an tiliyên hev ên qilîçkê digrin an jî destên xwe diavêjin ser milên hev û dilîzin. Di dîloka ku sergovendî dibêje û yên din jî li pey wî dibêjin de rîtim, li gel gurmîniya def an erbanê her dom dike. Bedena dilanker ji serî heta pê beșdarî dansê dibe, lê bêtir pê û sîng bi rîtmê re bi awayekî balkêș tev digerin.

Cûreyên cihê yên dansê ango dilana kurdî hene, dikarin carinan li gor herêmên ku jê hatine (botanî, dêrikî, amûdî û hwd.), carinan jî li gor tevgera pêkanîna wan bên bi nav kirin. Dansa herî belavbûyî govend e, ku tê de jin û mêr destên wan li ser milên hev dibin xelek û gavên kurt ên pir tevlîhev davêjin, li gor rîtmê çep û rast xwe dihejînin. Gelek cûreyên din ên weke sêgavî yan sêpêyî, çarpêyî, giranî, xirfanî, teșiyok ku jê re milanî jî tê gotin ku govendgêr milbimil dilîzin hene.

Reqsa çopî, ew jî pir belav bûye û bi awayê qevizdanê tê lîstin. Govenda dîlangeran bi xwe hejandina li vî alî û wî aliyî ber bi pêș û paș ve diçe û tê.

Di nav dansên ne tevlîhev de, bi taybetî jî lîstika șûr û mertal e, ku bi fîgurên sivik û hosteyî tê lîstin. Ev lîstika mêran, êdî weke berê pir nayê lîstin û rexbetê nabîne, li ber wendabûnê ye. Ev rewș ji bo cirîdê, listikeke din a șervaniyê ye jî wiha ye, ku temsîla șerê li ser pișta hespa dike û yek ji demên herî balkêș ê șahiyên zewacê ye.

Danseke taybetî ya Feqiyan, tebeqeyeke ku dixwaze xwe ji girseya "kêmîman" a civatê cihê bike jî heye, ku jê re bêlûte dibêjin, ew bi eslê xwe ji îlhama dînî tê.

Di dawiyê de em dixwazin navê çend dansên gelerî yên ku îro herî pir li Kurdistanê tên lîstin rêz bikin: bêriyê, tenzere, șêxani, çaçanê, siltanê, çepik û hwd. Repertuwara nûjen a Stranên siyasî ji helbestên helbestvanên klasîk ên weke Feqiyê Teyran, helbestvanê sedsala XVIan, û Ehmedê Xanî, ji sedsala XVIIan, nivîskarê Mem û Zinê, destana neteweyî ya kurdî, herwiha jî ji berhemên helbestvanên hevdem (Cegerxwîn, Hejar, Bêkes, hwd.) sûdê werdigire. Stranên siyasî, ku bi rastî ji helbestên neanonîm pêk tên, di gel tenbûrê tên Stran.