Nifûsa Kurdan

Nûkirin pêncşem 4 gulanê 2017 - 18:19

Li Dewletên Rojhilata Nêzîk, statîstîkên fermî yên bawerdar li ser nifûsa Kurdan nîn in.

Texmînên heyî li ser bingeha nifûsa her bajar an wîlayeta ku piraniya nișteciyên wê kurd in pêk tên. Li vê jimarê ya Kurdên li derveyî Kurdistanê dijîn jî tê zêde kirin.

Li Tirkiyê, herêma ku xwecihên wê kurd in, ji 23 wîlayetên "Anatoliya Rojhilat û Bașûrê rojhilat" û hin bajarokên Sîwas û Mereșê pêk tê, ku dike erdeke 230 km2. Nifûsa vê erda ku Kurd jê re dibêjin bakurê Kurdistanê, li gor statistîkên 2016an 14,2 milyon e. Li gor gelek anketan, ji %86ê vê nifûsê Kurd in, yê mayî kêmayetiyên ereb (Urfa, Mêrdîn, Sêrt), tirk (esker, polîs û karmend), suryanî û ermenî ne. Li gorî vê, di 2016an de, jimara Kurdên li bakurê Kurdistanê dijîn li dor 12,2 milyonî ye.

Em dizanin ku herwiha jimara Kurdên li metrepolên mezin ên Tirkiyê yên weke Stembol, Izmîr, Enqere û Mersînê jî dijîn ne hindik e. Jimareya vê "diyaspora"yê jî li gor jêderan di navbera 7 heta 10 milyonan de ye, ku ji 3 milyonan bêtir li Stembolê dijîn. Stembol, weke bajarê herî mezin ê Kurdan tê hisêb ku lê HDPê, di hilbijartinên hezîrana 2015an de, 11 parlementer derxistibûn.

Bi vî awayî, bi hesabekî navîn û maqûl em dikarin bêjin ku li dor 8 milyon Kurd li Tirkiyê dijîn û li ser hev jimara Kurdan a li Tirkiyê dighê 20 milyonî, ku ew jî teqabulî %25ê nifûsa vî welatî dike.

Divê em vê jî bêjin ku di 2014an de, Komîsyona ewropî jî, nifûsa Kurdan li Tirkiyê di navbera 14 ta 18 milyonan de hesiband. Hin pisporên nifûsê yên tirk ji niha ve dibêjin, heke nisbeta xurt a zayînê ya Kurdan wiha dom bike wê nifûsa wan di 2050î de li Tirkiyê bibe piranî. Siyaseta koçberkirina bizorê ya Kurdan ji rojhilat ber bi rojavayê Tirkiyê ve jî ji ber vê ye û ji bo asîmîlekirina piraniya Kurdan û jinavbirina vê "xeter"ê ye.

Her bi vî awayî, nifûsa rojhilatê Kurdistanê / Îran (ostanên Kurdistan, Kermanșan, Îlam û Azerbeycana rojava) jî li dor 10 milyonî tê texmîn kirin, ku dike ji %12,5ê nifûsa Îranê (80 milyon). Divê em nifûsa civata Kurdên Xoresan (1,5 milyon) û Tehranê (0,5 milyon) lê zêde bikin, ku li ser hev li dor 12 milyon Kurd li Iranê (ji %15ê nifûsa giștî) dike.

Heke em bên ser bașûrê Kurdistanê (Îraq) reqemên hîn rastir li ber destê me hene. Di 2016an de, 5,4 milyon Kurd li sê wîlayetên (Hewlêr, Duhok, Silêmanî) Herêma Federal a Kurdistanê hatine jimartin. Li dor 3 milyon Kurd jî li navçeyên kurdî yên ku li ser nehatiye lihevkirin û bi fermî ne di nav herêma Kurdistanê de ne hene. Bi vî awayî jimara Kurdan li bașûrê Kurdistanê û Îraqê dighê 8,4 milyonî, ku ji %26,5ê nifûsa giștî ya Îraqê pêk tîne.

Li bașûrê Kurdistanê kêmayetiyên xiristiyan (li dor 100.000), Tirkmen (500.000) û herwiha jî 1.8 milyon penaber û koçber hene.

Li bașûrê rojava yê Kurdistanê (Suriye), șerê sivîlan bi tevayî mêzîna nifûsê li her sê kantonên kurdan (Cizîr, Kobanî û Efrîn) ku nifûsa wan li dor 2,5 milyonî tê texmîn kirin têk daye. Li vê nifûsê divê, em civata kurdî ya li Heleb û Șamê jî ku ji milyonekê bêtir e zêde bikin. Li ser hev, nifûsa Kurdan li Sûriyê dikare ji 3 ta 3,5 milyonî bê hisêb, ku %15ê nifûsa Sûriyê dike.

Ji aliyê din ve, diyaspora kurdî ya Ewropa rojava jî 1,5 milyon tê zanîn (li beșê "Diyasporaya kurdî" ya malpera me binêrin).

Bi vi awayî, di 2016an de, li ser hev ji 36 ta 45 milyon Kurd weke li jêr belav bûne: