Lêkolîn & Weșangerî - Weșan

Nûkirin pêncşem 13 nîsanê 2017 - 16:57

Afirandina berhemên referansê û navgînên ragihandinê.

Di warê lêkolînê de, Enstîtu ji destpêka damezrandina xwe de beșdarî lêkolînên li ser ziman û edebiyata kurdî dibe. Xebata wê ya di vî warî de li ser du bernameyên serekî par vedibe:

1) Pêșxistin û çapkirina ferhengan, rêberên zimên û gramerê. Du ji van berhemên çapkirî elaqeyeke mezin dîtin:
- Kürtçe Grameri / Grammaire kurde / Rêzimana Kurdî ya Celadet Bedirxan û Roger Lescot, bi tirkî ji bo Kurdên bakur û Tirkan, ku heta niha șeș caran hatiye çap kirin.

- An English-Kurdish Dictionary ya S. Saadallah, 72.000 peyv, 1.477 rupel, Stembol, 2000.

- Ferhenga kurdî - fransizî / Dictionnaire kurde-français ya 85.000 peyvî, bi pêșgotina zimanas Alain Rey, ku ji aliyê ekîbeke Enstîtuyê ve hatiye amade kirin û divê di bihara 2017an de bê çap kirin.

2) Berhemên konferans û semînerên zimannasiyê yên lêkolînên di warê pirsên standardizasyonê, termînolojiyê û nûkirina zimanê kurdî de ku ji weșanên cihê pêk tên:

- Hêvî: kovara lêkolînên giștî, di 1983yan de dest bi weșanê kir û heta niha 8 jimarên wê çap bûne.
- Kurmancî: kovara zimannasiyê ya șeș mehî ye, ku her carê 3000 heb çap dibe, encamên semînerên zimannasiyê yên ku hersal bihar û payizî kom dibin, belav dike. 57 jimarên wê yên ku heta niha çap bûne weke ferhengeke ansiklopedik, bi kurdî-tirkî-ingilîzî-fransizî çap bûne.
Berê bîst û pașê jî çil jimareyên pêșîn ên vê kovarê, ku weke pirtûkek 1396 rupelî, di gel ferhengokeke çar zimanî ya ji 12.000 peyv û fihrîsteka bi her çar zimanan pêk hatibû hate çap kirin û belav kirin.

3) Pêkanîna kongreyên kurdolojiyê:

Enstîtuya Kurdî ji 6 heta 9ê îlona 2006an, li Hewlêrê, Kurdistana Îraqê, bi hevalbendiya Zanîngeha Selehedîn, Kongreya cîhanî ya lêkolînên kurdî ya 1ê pêk anî. Nêzîkî sed akademisyen û lêkolînerên ewropî, amerîkî, kurd ên pisporê dîrokê, civatê û zimanê kurdî beșdarî vê kongreyê bûn û gotarên wan bi zimanên ingilîzî, fransizî û kurdî hatin çap kirin.

Kongreya cîhanî ya lêkolînên kurdî ya 2yan, ku di navbera 1 û 3yê gulana 2011an de, li Dihokê ji aliyê Enstîtuya Kurdî û Zanîngeha Dihokê ve pêk hat, ji xeynî lêkolînerên ewropî, amerîkî û kurd, cara yekê akademîsyenên ji Tirkiyê û Îranê jî civandin.

Ji bo pêșxistina lêkolînên kurdî, Enstîtuyê herwiha kovarên bi ingilîzî û fransizî jî çap kirine.

Studia Kurdica: Kovara zanistên mirovî, ku bi erebî, farisî, tirkî û fransizî 8 jimarên wê çap bûn. Piștî rawestandina vê kovarê, ji ber sedemên darayî, di sala 2000î de, Enstîtuyê kovereke din di warê zanistên mirovî de derxist.

Études Kurdes: kovara șeș mehî ya ku bi fransizî derdikeve û xebatên lêkolînerên kurd û rojavayî yên li ser kurdan yên di warê dîrok, ziman, wêje, jiyana civakî û çandî, siyaseta rojane de belav dike. Ev kovar di nav weșanên Harmattanê de derdikeve.

Enstîtuya Kurdî herwiha berhemên referansê yên li jêr jî çap kirine:

Danezana gerdûnî ya mafên mirovî bi zimanê kurdî, fransizî, ingilîzî, tirkî û erebî derket. Çapa yekê, di 1989an de derket û di demeke kurt de qediya. Di 1992yan de, bi hevkariya Weqfa France libertés ya Danille Mitterrand û Federasyona navneteweyî ya mafên mirovî, û piștgiriya UNESCOyê çapeke nû ya vê berhemê, 60.000 nisxe hate çap kirin û li bașûrê Kurdistanê belav bû. Ev danezan hîn jî li dibistanên Kurdistanê weke ders tê xwendin.

Pêșangeha resmên Enfalê, bi beșdariya 8 resamên bașûrê Kurdistanê li Parîsê, di 1993yan de pêk hat. Ji bo pêșangeyê katalog hate çêkirin û pêșange ji aliyê François Mitterrand, serokê berê yê Fransayê ve hate vekirin.

Le kurde sans peine / Kurdiya hêsan, dersên pratîk ên zimanê kurdî ya Kamuran Bedirxan hate çap kirin. Tirkiya wê, Kolay kürtçe, li Stembolê, li Weșanxana Dozê derket.

Le berger kurde / Șivanê kurd romana jînenîgariyê ya Erebê Șemo, bi kurdî û fransizî çap bû.

Destana neteweyî ya kurdî Memê Alan, bi pêșgotina Kendal Nezan di nav weșanên Gallimardê de, di 1999an de derket.

Us et coutumes des Kurdes / Adat û Rusûmatên Kurdan, Mahmûdê Beyazîdî, ku di sedsala XIXan de hatiye nivîsîn, ji aliyê Joyce Blau û Sandrine Alexis ve hatiye wergerandin, di nav weșanên Geuthner & Asiathèque de, di 2015an de derket.

Ji bo dîtina lîsteya temam a van weșanan, li malpera internetê ya Enstîtuyê "www.fikp.org"ê binêrin.

Wekî din, Enstîtuya Kurdî nexșeyeke cîhanê bi kurdî û nexșeyeke Kurdistanê jî, di 1991ê de çap kirin, ku di 1991ê de ji aliyê rojnameya japonî Asahî ve weke nexșeya salê hate hilbijartin. Bi saya vê nexșeyê navên kurdî yên bajar û ciyên cografî yên Kurdistanê, ên ku bi zorê kiribûn tirkî û erebî ji nû ve hatin rast kirin.

Ji tîrmeha 1983yan û bi vir de, her meh, Enstîtuya Kurdî bulteneke têkilî û agahdariyê, pêșiyê bi 6 zimanan, piștî demekê jî tenê bi fransizî û ingilîzî jî derdixe. Ev bulten li 85 welatan belav dibe û digihê ber destê medya, navendên dokumentasyonê, RNH û kesên xweser ku ji bo wan gelek caran dibe jêdereke serekî ya agahdariyên berdewam ên li ser Kurdan. Her jimarek li dor sed rûpelî ya vê bultenê, weke berhevokeke berfireh a çapemeniya navneteweyî ya li ser Kurdan e. Panzdeh rûpelên pêșîn ên vê bultenê ji bo pêșkêșkirin û șirovekirina bûyerên mehê yên serekî ne.