Çalakiyên çandî

Nûkirin pêncşem 13 nîsanê 2017 - 16:28

Parastin û belavkirina çandeke di bin metirsiya wendabûnê de
Enstîtu herwiha ji bo nasandin, pêșxistin û belavkirina çanda kurdî û danûstandina wê bi çandên din re dixebite. Xebata wê bi giștî ber bi çar aliyan ve pêș dikeve.

1) Pêșandanên çandî û hunerî

Enstîtuya kurdî konserên muzîkê yên hunermendên kurd li dar dixe yan jî piștgiriya lidarxistina wan dike. Alîkariya afirandina muzîka kurdî û nîșandana sînemaya kurdî dike. Ji bo pêșangehên resim û wêneyên hunermendên kurd, herwiha xwendina helbestan cih peyda dike û alîkariyê dike. Enstituyê, li dor bîst kaset û CDyên muzîka kurdî û panzdeh fîlmên vîdeoyê yên kurdî belav kirine.

2) Çalakî

Enstîtu pêșangehên foto, diapozîtîf û tiștên hunerî yên ku șahidiya çanda kurdî dikin pêșniyarî rêxistin, navendên çandî û șaredariyan dike. Ji bo baș naskirina vê çanda bi hezar salan, Enstîtu herwiha fîlman nîșan dide û konferansan li Parîs û bajarên din ên Fransayê pêk tîne.

3) Diyaloga navbera çandan

Enstîtuya Kurdî ya ku hevpareke çalak a tora ONG / RNH (Rêxistinên Ne Hikûmetî) yên ku ji bo piralîtiya çandên cîhanê dixebitin, beșdarî amadekirina Danezana gerdûnî ya mafên zimanî û Peymana ewrûpî ya zimanên herêmî jî bû. Ew herwiha yek ji endamên daner ê Foruma enstîtu û navendên çandî yên biyanî li Parîsê (FICEP) ye.

4) Belavkirina weșanên li ser Kurdan

Enstîtu belavkera serekî ya ewrûpî ye ku di warê pirtûkên li ser cîhana kurdî, pirtûkên bi zimanê kurdî yan bi zimanekî din li ser Kurdan belav dike, herwiha CD û kasetên muzîka kurdî li navenda Enstîtuyê û bi riya postê tên frotin. Ev xizmet ji aliyê nișteciyên dûrî navendê û hevwelatiyên welatên din ên Ewropa, Asya, Rojhilata Navîn û Amerîkayê ve bitaybetî tê ecibandin, ji ber ku pirtûkxaneyeke pispor a di vî warî de li her derê peyda nabe û bidestxistina pirtûkên di vî warî de hertim ne hêsan e. Hûn dikarin kataloga pirtûk, CD û kasetên muzîkê yên firotinê li ser malpera me ya Internetê bibînin.