Em kî ne?

Nûkirin pêncşem 13 nîsanê 2017 - 16:23

Enstîtuya Kurdî ya ku di sibata 1983an de hatiye ava kirin, saziyeke çandî ya serbixwe û laik e, nesiyasî ye. Ew ronakbîr û hunermendên kurd ên xwedî bîrûbaweriyên cihê û pisporên rojavayî yên cîhana kurdî di bin banê xwe de dihewîne.

Armanca wê ew e ku gelê kurd di warên ziman, dîrok û samana wî ya çandî de agahdar bike, alîkar be ji bo hevguncîna koçberên kurd ên li Ewropayê û civatên binecî û Kurdan di gel çanda wan, welatê wan û rewşa wan a îroyîn bi rayagiștî ya biyanî bide nas kirin.

Rêxistina enstîtuyê

Enstîtuya kurdî deh salên pêșî bi statuya komeleyeke li gor qanûna fransizî ya 1901ê xebitî. Di pey re, bi biryara fermî ya 2yê adara 1993yan ya Serokwezîrê Fransa, weke weqfeke ji bo berjewendiya giştî hate nas kirin (Rojnameya fermî ya 4ê adara 1993yan).

Heyeta îdarî ya Enstîtuyê ji 12 endaman pêk tê. Çar ji wan nûnerên Dewleta Fransayê ne (Wezareta Çandê, Wezareta Perwerde ya Neteweyî, Wezareta Karên Civakî û Wezareta Navxweyî). Ev Heyet ji sê salan carekê nû dibe. Ew di nava xwe de, ji bo sê salan, serokekî, du cîgirên serok, gêncînedarek û sekreterekê hildibijêre ku ew buroya Enstîtuyê pêktîne.

Heyeta îdarî ya niha di îlona 2015an de hatiye destnîşan kirin. Serokê wê Dr. Kendal Nezan; cîgirên serokê wê, Dr Nejmeldîn O. Kerîm, ku niha waliyê Kerkûkê û mîmar Yavuz Önen, serokê rûmetê yê Weqfa Mafên Mirovî li Tirkiyê ye. Karên gêncînedariyê ji aliyê Xatûn Joyce Blau, profesora rûmetê ya Zanîngehan (Fransa) ve tê bi rê ve birin. Xatûn Sêvê Îzolî, parêzera Baroya Parîsê jî karê sekreteryayê bi rê ve dibe. Heyeta Îdarî herwiha jî Hemît Bozarslan, profesor li Xwendegeha Bilind a Lêkolînên Civakî (EHSS - Paris), Xatûn Christine Allison, kurdnasa brîtanî li Zanîngeha Exeterê (Brîtanya), Reșo Zîlan, zimannasê kurd (Swêd) û lêkolînereke kurd a rojhilatî pêk tê, û bi awayekî sembolîk reng û rûmetên diyasporaya kurdî ya Rojava di bin banê xwe de dicivîne.

Enstîtuya kurdî dixwaze ku ronakbîr, nivîskar, lêkolîner û hunermendên diyasporaya kurdî beșdarî çalakiyên wê bibin û bi vê armancê Konseya Çandî û Zanyarî (KÇZ) daniye. Ev Konsey jî ji pênc beşan pêk tê: Zanistên mirovî, Ziman û wêje, Ragihandin û mafên mirovî, Huner, Muzîk û çalakiyên çandî-civakî.

Ev beş warên çalakiyên ku ji aliyê destûra Enstîtuyê ve hatine pêşbînî kirin digrin nav xwe. KÇZ jî organeke hilbijêr a Enstîtuyê ye. Endamên wê, her ji sê salan carekê serek û cîgirê serekê beșa xwe hildibijêrin. Serekên beșên KÇZ dibin endamên Enstîtuyê.

Hê ji destpêka Enstîtuya Kurdî de hejmareke girîng a rewșenbîr û hunermendên biyanî yên navdar Enstîtu bi piştgiriya xwe șerefmend kirine û bûne endamên komîteya wê ya piștîvaniyê. Hin navên endamên vê Komîteyê ev in:

Simone de Beauvoir, nivîskar; Maurice Béjart, koreograf; Elena Bonner, jina A. Sakharov, xwediyê Xelata Nobelê; Sean Mac Bride, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê; Gérard Chaliand, nivîskar û pisporê cîhana sisiyan, damezrênerê Amnesty International; Bernard Dorin, balyozê Fransayê, şêwirmendê Dewletê; Miguel Angel Estrella, muzîsyenê arjantînî; Bernard Kouchner, Wezîrê Karên Derve yê kevn ê Fransayê, damezrênerê Doktorên Sînornenas û Doktorên Cîhanê; Jean Lacouture, nivîskar û rojnamevan; Claude Lanzmann, nivîskar, fîlmçêkerê "Shoah"; Claude Lefort, nivîskar û fîlozof; Jean Malaurie, etnolog ; Léo Matarasso, parêzer, serokê Komela Navneteweyî ya ji bo Azadiya Gelan; Rigoberta Menchu, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê; Danielle Mitterrand; Edgar Morin, sosyolog û nivîskar ; Henri Noguères, parêzer, serokê kevn ê  Komeleya Fransizî ya Mafên Mirovî; Adolfo Perez Esquivel, xwediyê Xelata Aşitiyê ya Nobelê; Madeleine Rebérioux, dîroknas, seroka kevn a Komeleya Mafên Mirovan a Fransayê; Maxime Rondinson, rojhilatnas û îslamolog; Andreï Sakharov, xwediyê Xelata Aşitiyê ya Nobelê; Laurent Schwartz, profesorê matematîkê li Ecole Polytechnique; Paul Thibaud, birêveberê kovara Esprit; Germaine Tillion, sosyolog; Jean-Pierre Vernant, profesor li Collège de France; Pierre Vidal-Naquet, helenîst û nivîskar, profesor li Sorbonê; Gunter Walraaf, rojnamevanê almanî; Marguerite Yourcenar, nivîskar.

Damezrênerên Enstîtuyê entelektuel û hunermendên kurdî yên li Kurdistanê bi navûdeng in. Hin ji wan ev in: Yilmaz Güney, Cegerxwîn, Hejar Mukriyanî, Tawfiq Wahby, zimannas, Wezîrê Perwerde yê kevn ê Îraqê; Prof. Qanatê Kurdo, Ordîxanê Celîl, Heciyê Cindî, Remzi Rașa, resamê kurd li Fransayê; Dr. Nûredîn Zaza, Dr. Ismet Șerîf Wanlî.

Hatinî

Bi saya kampanyayeke alîkariyê ya diravî di nav Kurdan û dostên Kurdan de, Enstîtuya kurdî, ji sala 1987an de, bû xwediya avahiya xwe. Beșek budceya wê ji berhemên wê, hatiniya çalakiyên wê û alîkariyên dost û dilxwazên wê tê. Lê bêguman, ev hatinî têr nakin. Lewre, Enstîtuya kurdî, ji her ku ava bûye,  ji bo piştgiriya projeyên xwe, ji alikariyên dewletî yên Fransayê û hin rêxistinên arizî yên weke, CCFD, Weqfa France-Libertés û Doktorên Cîhanê jî sûd wergirtiye.

Her wiha, bi saya prestîja xwe ya li seranserê Ewropayê, Enstîtuya Kurdî, ji bo hin projeyên xwe, ji Yekîtiya ewropî, Ajansa swêdî ya geșepêndana navneteweyî, Wezareta Derve ya Norveçê, Navenda Navneteweyî ya Olof Palme, Tevgera Karkerên Norveçê (LO), Hikûmeta Katalonya û hin șaredariyên Îtalyayê jî alîkarî bidest xistiye.

Ji aliyê din ve, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji 2008an heta 2013an, alîkariya diravî ya budceya Enstîtuya kurdî kiriye.
Ji bo parastina serxwebûna xwe, Enstîtuya kurdî, alîkariyên partiyên siyasî û hemî bexşkirinên ku dikarin wê têxin bin bandora xwe qebûl nake. Herwiha, wekî bingeh, hemî alîkariyên diravî yên dewletên dagîrkerên Kurdistanê û bi awayekî giştî jî alîkariya dewletên ne demokratîk red dike.

Mihasebeya Enstîtuya kurdî ji aliyê kabîneyeke mihasebeyê ya fermî ve tê girtin û jî aliyê Mifetişekî mihasebê yê sondxwarî ve tê kontrol kirinê û di bin çavdêriya çavdêrên darayî yên Wezareta Karên Derve ya Fransayê de ye.