Bûrsên xwendina bilind

Nûkirin sêşem 16 hezîranê 2020 - 13:56

BÛRSÊN XWENDINA BILIND ÊN JI BO XWENDEKARÊN KURD

Ji destpêka avakirina xwe di 1983yan de, Enstîtuya kurdî girîngiyeke taybetî dide perwerdekirina kadroyên ronakbîr û hunermendên kurdî. Bi vê baweriyê, bernameyeke bûrsên xwendina bilind ji bo hemî xwendekarên kurd li ser bingeha hilbijartina hêjayîbûnê hatiye amade kirin. Heta îro, ji 540î bêtir ciwanên ku ji % 45ê wan jin in ji vê bernameya pisporiyê sûd wergirtine. Bûrswergirên me yên berê bûn profesorên zanîngehan, lêkolîner, endazyar, parêzer, dîplomat, nivîskar û di jiyana ronakbîrî, çandî û civatî ya kurdî de roleke girîng dilîzin.

Mercên wergirtina bûrsê

Pêșbirk ango serîlêdan, hevwelatiyên bașûrê Kurdistanê netê ji ber ku êdî hikûmet û zanîngehên wan bixwe hene, ji hemî xwendekarên Kurdistanê re vekirîye. Berbijêr divê xwedî dîplomeke lîsansê (Lîse + 4) yan jî masterê bin. Divê wan berî serîlêdanê bûrs an alîkariya xwendina bilind ji rêxistineke din a dewletî yan taybetî nestendibe. Sînorê temen/emir 30 sal e. Berbijêr divê nezewicî bin û yên hevwelatiyê welatekî ewropî bin dê neyên hilbijartin.

Berbijêr (namzêd) divê dîploma xwe ya lîsans an masterê bi pleyeke bikêmanî 80ê li ser 100î (80/100) wergirtibe.

Warên xwendinê

Berbijêrên hilbijartî dê berî ku li gor asta xwendinê, dest bi bernameyeke Master an Master 2yê bikin dê 9 mehan zman hîn bibînin. Piștî vê xwendinê, tenê yên ku di mastera 2yê de pleyeke baș wergirtibin dê karibin dest bi xwendina doktorayê bikin.

Dema herî dirêj a bûrsê ji bo xwendekarên doktorayê 5 sal in, ji bo yên Masterê sala xwendina zimanî jî di nav de 3 sal in.

Pêşbirk ji endazyariyan ta zanyariyên civatî, ji hemî warên zanistî re vekirî ye. Ji bilî yên li jêr binavkirî:

Dosya berbijêriyê

Berbijêr dikarin daxwaza xwe li ser Internetê bikin û dosya xwe li ser malpera Enstîtuyê dagrin û rêbikin an jî bi riya postê li ser navnîşana Enstîtuyê bişînin.

Dosyayên berbijêriyê divê berî 12ê tebaxê, roja dawîn û di gel belgeyên li jêr diyarkirî bighên Enstîtuyê:

Forma daxwaza bûrsê, bi awayekî sererast û bi kurdî tijekirî.

Dosyayên netemam an piştî tarîxa roja dawîn gîhaştî dê neyên qebûl kirin.

Hilbijartina berbijêran

Komîsyoneke heşt endamî, ku ji akademîsyen û lêkolînerên kurd pêk tê dê li dosyayên berbijêran binêre. Berbijêr pêşî dê li gor dosyayên xwe bên hilbijartin, ên ku vê hilbijartina pêşî derbas bikin dê bi skypê gotûbêj li gel wan bê kirin. Lîsteya dawî ya berbijêrên hilbijartî dê di dawiya îlonê de bê ragîhandin. Di hilbijartinê de pêşingî ji bo berbijêrên keç, yên temen biçûktir û her wiha yên ku zimanê kurdî û ingilîzî baştir diznin tê dayîn.

Formê daxin û bi kurdî tije bikin