Diyaspora Kurdî

Nûkirin pêncşem 4 gulanê 2017 - 18:25

Bi dirêjiya dîroka wan a bicefa, Kurd gelek caran sirgûn bûne, koç kirine ku ev jî bûye sedema avakirina gelek wargehên kurdî, ên carina bi hezaran kilometir ji Kurdistnê dûr.

 

Vê sirgûn û koçberkirinê, li pey xwe șopên ku li welatên hinde dûr ên weke Qirgizistan, Qazaxistan, Yemen, Somalî û Erîtreyê hîn jî zindî ne hiștine. Wargehên Kurdan ên ku ziman û adetên xwe parastine û hîn jî li ser piyan e ev in: Tirkmenistan (60.000), Azerbaycan (150.000), Ermenistan (45.000), Gurcistan (50.000), Efxanistan (200.000), Libnan (150.000). Yek ji wargehên herî girîng ya Xoresanê ye, ku di sedsala XVIIan de Kurdên ji aliyê Șah Abasê îranî ve hatibûn sirgûn kirin lê hatine bi cîh kirin. Jimara Kurdên li Xoresanê îro milyon û nîvek derbas kiriye, ku her bi zimanê xwe (kurmancî) dipeyivin. Kurdên Anatoliya navîn jî, ji eșîrên ku ji aliyê osmaniyan ve hatibûn sirgûn kirin û li navçeyên Qonya û Enqereyê hatibûn bi cîh kirin pêk tên. Van Kurdan jî, ziman û adetên xwe her parastine.

 

Diyasporaya kurdî ya ku li Ewropayê pêk hatiye bûyereke nû ye. Di salên 1960an de, Kurdên Tirkiyê pêșî weke karkerên koçber, di çarçoveya lihevkirina navbera hikûmetan hatin Elmanyayê pașê jî welatên din ên Benelux, Awisturya, Siwîsre û Fransayê. Piștî Șoreșa îslamî ya li Îranê, di 1979an de, derbeya eskerî ya li Tirkiyê, șerê dirêj ê di navbera Îraq û Îranê de û seferberiya Enfalê ya kokbirkirina Kurdan bi destê rejima Îraqî di salên 1986-1990an de, pêlên li pey hev ên penaberên siyasî yên Kurdan gîhaștin Ewropaya rojava û pir hindik be jî Emerîkaya Bakur. Destpêkirina seferberiya valakirin û wêrankirina gundên Kurdan a ji sala 1992yan de li Tirkiyê, siyaseta kuștina elîtên kurd ji aliyê tîmên kuștinê yên hêzên nivesker ên tirk ve, û ji sala 2011ê de șerê navxwe yê li Sûriyê koça Kurdan a ber bi Ewropayê ve hîn jî zêdetir kirin.

Di derbarê diyasporaya kurdî ya li Ewropayê de jî tu serjimarîyên zanistî û bawerpêker nehatine kirin. Texmînên herî aktuel hebûna ji 1.5 ta 1.7 milyon Kurdan li Ewropaya rojava nîșan didin ku weke li jêr hatine rêz kirin:


Kurdên li Ewropayê (nûkirin, 31ê gulana 2016an)

Pays Texmîna kêm Texmîna zêde
1 Elmanya 850.000 950.000
2 Fransa 230.000 250.000
3 Holanda 100.000 120.000
4 Swîsre 85.000 95.000
5 Belçîka 70.000 85.000
6 Awistirya 80.000 95.000
7 Swêd 85.000 100.000
8 Brîtanya 70.000 90.000
9 Yûnanistan 40.000 50.000
10 Danîmarka 25.000 30.000
11 Norweç 25.000 30.000
12 Îtalya 25.000 30.000
13 Fînlanda 15.000 18.000

 

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê 50.000 û li Kanadayê jî ji 30.000an bêtir Kurd dijîn.


Nêzîkî %75ê diyasporaya kurdî ya Rojava ji Kurdên Tirkiyê pêk tê. Kurdên Îraqê bêtir li Brîtanyaya Mezin, Holanda, Dewletên Yekbûyî û Swêdê kom bûne. Kurdên Sûriyeyê bêtir li Elmanya, Fransa û Swedê bi cîh bûne. Swêdê, bi saya siyaseta koçberan a comerdane ya Olof Palme û pêșkêșiya alîkariya ji bo çapkirin û afirandinê, karibû ronakbîr û hunermendên kurd li welatê xwe bihewîne.


Diyasporaya kurdî roleka çandî û siyasî ya girîng dilîze. Wê geșbûneke nû da zimanê nivîskî, wêje û muzîka kurdî, ya ku li Tirkiyê qedexe bû, û li vî welatî eleqeya ji bo çanda kurdî zêdetir kiriye. Diyasporaya kurdî herwiha roleka siyasî ya serekî, di warê dannasîna rewșa Kurdan, bi raya giștî ya rojavayî de jî lîstiye.

Piștî demeke hewldanên seretayî, diyasporaya kurdî, hîn bû ku ji tecrûbeyên gelên din sûd wergire, hêdî hêdî saziyên xwe bi xwe ava bike ku ziman û çanda kurdî biparêze, doza kurdî populer bike û Kurdan li welatên ku ew hewandine baș entegre bike. Jimara Kurdên ku êdî bi awayekî aktîf weke nivîskar, rojnamevan, hunermend, muzîsyen, heta parlamenter beșdarî jiyana siyasî û çandî ya welatê xwe yê ku peșwazî li wan kiriye dibin, bi taybetî li Swêd, Elmanya û Holandayê gelek e.