Pêșwazî & Rêbiberxistina derwelatiyan

Nûkirin pêncşem 13 nîsanê 2017 - 17:41

Alîkariya entegrasyonê

Deriyê Enstîtuya Kurdî, ku rêxistineke serbixwe û nesiyasî ye, ji hemî Kurdan re vekirîye. Ji kîjan herêma Kurdistanê dibin, bawerî û dîtina wan çi dibe bila bibe, Enstîtu amade ye alîkariya hemî Kurdan bike, ku ew di civata fransizî de bibine xwedî cîh. Di vê çarçoveyê de, ew du cûre xizmetan pêșkêș dike.


1) Xizmeta pêșwazî û rêbiberxistinê; Enstîtu, ji roja dușemê heta îniyê, ji saet 9 û 30î heta 19 û 30î û roja șemiyê ji saet 14ê heta 18 û 30î vekiriye, ji aliyê îdarî û huqûqî ve di warê kar, tenduristî û perwerdê de, derwelatî û penaberên kurd agahdar dike, rê bi ber wan dixe û alîkariya wan dike. Alîkariya wê ya hiqûqî û îdarî ya ji bo damezradina șîrketên piçûk bi taybetî pêș ketiye.

Ev xizmet dîsa pêșwaziya hemî çalakvanên komele û berpirsên komîteyên civakî yên șîrketan, asîstanên sosyal, hakim, karmend, hilbijartî û rojnamevanan dike, ku di warê xwe de bi Kurdan eleqedar dibin, an bi problemên penaber an koçberên kurd li Fransayê mijûl dibin û wan agahdar dike.

Heftê ji 200 heta 250 kesî, salê li dor 10.000 kes, ku ji %50yê wan Kurd in serî li Enstîtuyê didin û ji vê xizmeta pêșwazî û șêwirmendiyê bi kurdî, tirkî û Frasizî îstifade dikin.

Xizmeta pêșwazî û rêbiberxistinê herwiha bi riya telefonê jî dibe, ku ji jimareyeke girîng a bangên telefonî (di 2016an de, 8140 bang) ji servîsên cihê (polîs, dadgeh, nexweșxane, dibistan), ji komeleyên alîkariyê, ji buroyên parêzeran û ji kesên serbixwe yên kurd an fransiz tên, ji bo daxwazên agahdarî, belge, șandina wergêran, di rewșên acîl de wergera bi telefonê jî pêk tê.

2) Ji bo bersiva daxwaza kesên arizî an dezgehên fermî, Enstîtu xizmeteke wêrgêrî û tercûmaniyê jî bi hin zimanên Rojhilata Nêzîk (kurdî, tirkî, erebî, farisî) pêșkêș dike.