Mafên mirovan

Nûkirin pêncşem 13 nîsanê 2017 - 16:29

Pêșvebirina çanda aștî û demokrasiyê
Ji 1985an vir de, Enstîtuya Kurdî nêzîkî sed conferans, seminer û bangên di asta neteweyî û navneteweyî de organîze kirine, li gor naveroka wan akademîsyen, artîst, parlementer û berpirsên sivîl ji bo wan vexwendine ku li Rohilata navîn, di çarçoveya demokrasiyê û rêzgirtina sînorên heyî de çareyeke aștiyane ji pirsa kurdî re bê peyda kirin.

Em weke nimûne li jêr navê çen ji van konferansan rêz dikin:
Banga navnetewî ji bo parastina çanda kurdî li Tirkiyê, ku ji aliyê bi hezaran kesayetiyên navneteweyî ve hatiye îmze kirin. Hêjayî gotinê ye ku ji wan 24 kes xwediyê Xelata Nobelê ne, 14 Senatorên amerîkî û li dor sed parlamenterên ewrûpî ne, hunermend û akademisyenên navdar in. Ev bang di çapemeniya navneteweyî (Le Monde - 30/06/1988, The International Herald Tribune - 29/06/1988, The Guardian - 12/07/1988) de belav bûye. Li pey vê bangê, kampanyayeke piștgiriya fikrî pêk hat ku, di 1991ê de, rê li ber vekir ku Tirkiye qanûnên ku ji 1924an û bi vir de bikaranîna ziman û çanda kurdî qedexe dikirin rake.

Konferansa navneteweyî, "Kurd: nasnameya çandî û mafên mirovan", li Parisê di 14 û 15yê çiriya pêșîn a 1989an de, bi beșdariya șandên 32 welatan pêk hatibû. Vê konferansê rê li ber pêvajoya navneteweyîkirina doza kurdî vekir.

Konferansa navneteweyî ya li ser "Pêșeroja Kurdan li Yekîtiya Komarên Sovyêt ên Sosyalîst (YKSS), ku di gel Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya sovyetî, di 25 û 26ê Tïrmeha 1990î de, li Moskovayê, bi beșdariya 600 delegeyên ji 9 komarên sovyetê û Kurdistanê hatibûn, pêk hat.
Konferansa bi beșdariya parlamenterên navneteweyî, ku bi hevkariya Komîsyona Karên Derve ya Senatoya amerîkî, di 27ê sibata 1991ê de, di gurahiya șerê Kendavê de, li Washingtonê, bi taybetî jî bi amadebûna senatorên wek, E. Kennedy, J. Kerry û Nancy Pelosi, parlamenterên ewropî û birêveberên kurd ji bo gotûbêjkirina çarenivîsa gelê kurd li Îraqê pêk hat.

Semînera danûstendina fikrî li ser lêgerîna çareseriyekê ji bo pirsa kurdî li Tirkiyê, ku bi hevkariya Enstîtuya Aștiyê ya Norveçê, di 22-25ê îlona 1995an de, li Osloyê, bi piștgiriya darayî û siyasî ya Wezareta Karên Derve ya Norveçê û beșdariya kesayetiyên kurd û tirk herwiha jî nûnerên RNH yên rojavayî û pisporên çareserker ên pirsan pêk hat.

Konferansa navneteweyî ya Jinan, li ser "șidet û navgînên seferberkirina berxwedanê", ku di 22yê sibata 2002yan de, li Qesra Senatoya Fransayê pêk hat. Bi navberkariya vê konferasê Parlamentoya Kurdistanê qanûnên li dijî mafên jinan yên ji dema berê ya Îraqê mabûn ji navê birin.

Konferans navneteweyî ya bi sernavê "Pêșerojeke çawa ji bo Kurdên Îraqê?", ku di 29ê çiriya pașîn a 2002an de, li Parlamentoya Fransayê bi beșdariya serokên kurd Mesûd Barzanî, Celal Telebanî û berpirsên serekî yên muxalefeta Îraqî ya wê demê pêk hat.

Konferansa navneteweyî ya bi sernavê "Imperatoriya pirneteweyî ya nazik, Îran ber bi ku ve diçe?", ku di 16ê hezîran 2006an de, li Parlementoya Fransayê, bi beșdariya nûnerên hindikayiyên neteweyî yên Îranê û lêkolînerên ewrûpî pêk hat.

Konferansa navneteweyî ya bi sernavê "Çarenivîsa Xiristiyanan li Îraqê", ku di 26ê sibata 2011an de, li Qesra Senatoya Fransayê, bi beșdariya Metran û nûnerên Hikûmeta Kurdistanê pêk hat.

Konferansa navneteweyî ya bi sernavê "Di dema serîhildanên Ereban de Îran", ku di 14yê îlona ya 2012an de, li Parlamentoya Fransayê pêk hat.

Kurdistan û Diyasporaya Kurdî: 1983-2013, di 23yê sibata 2013an de li Parlamentoya Fransayê.

Șerê navxwe yê Sûriyeyê: bandorên herêmî û pêșbînî, di 14ê çileya 2013an de, li Senatoya Fransayê pêk hat.

Banga çareseriyeke aștiyane ji bo pirsa kurdî li Tirkiyê, ku ji aliyê hezar hilbijartî, ronakbîr û kesayetiyên kurd ên ji her aliyên siyasî ve hate îmze kirin. Ev bang di çapemeniya navneteweyî (Le Monde, 21ê gulana 2008an, The International Herald Tribune, 20ê gulana 2008an, The New-York Times, 4ê hezîrana 2008an, Frankfurter Allgemeine, 26ê gulana 2008an) û tirkî de hate belav kirin. Ev bang bi kurtî çend xalên realîst ên Kurdan ji bo çareseriyake aștiyane ji pirsa kurdî re, di çarçoveya sînorên heyî yên Tirkiyê de bi rayagiștî ya cîhanê da nasîn. Vê bangê rê li ber destpêkirina gavbigav a pêvajoyeke gotûbêjê di navbera Kurd û Tirkan de, ji bo dîtina çareseriyeke aștiyane ji șerê wêranker ê sîh salî re, li bakurê Kurdistanê (Tirkiye) xweș kir.

Enstituya ku ji aliyekî ve hertim rola pirekê di navbera rêxistin û kesayetiyên ku, di warê pêșxistina demokrasî, sekularîzm, aștî û mafên mirovan dixebitin dileyize, ji aliyê din ve bi têkiliyên xwe yên bi RNH, sazî, parlementer û medyayên rojavayî re roleke serekî di șiyarkirina rayagiștî ya rojavayî di warê dramên ku gelê kurd dijî dileyize.

Enstitu dixwaze dengê gelê kurd ê sivîl bighîne rayagiștî ya cîhanê, derd û daxwazên wî bîne ziman, ew êdî weke jêdereke agahdarî û referansê di warê pirs, nasîn û çarenivîsa 40 milyon Kurdan de tê nasîn.

Hûn dikarin ji bo agahdariyên berfirehtir yên li ser çalakiyên Enstîtuyê, ji damezrandina wê ya li ser bingeha mafên mirovî û heta îro, li malpera wê ya internetê "www.fikp.org" binêrin.