Kendal Nezan: Kurd ji helwesta Rûsyayê xemgîn û dilgiran in

Nûkirin sêşem 13 sibatê 2018 - 16:08

Sputniknews.com | Abdulhakim Günaydın

Rewşenbîrê kurd û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan armanca operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li hemberî Efrînê û helwesta kurdan a li hemberî operasyonê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re vegot.

Rewşenbîrê kurd û Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan armanca operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li hemberî Efrînê û helwesta kurdan a li hemberî operasyonê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re vegot. Li gor Kendal Nezan, êrişa Efrînê tenê ne leşkeriye di heman demê de êrişekê siyasî û îdeolojîk e jî.

Spûtnîk: Hûn operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li hemberî Efrînê bi çi ve girê didin. Çima artêşa tirk li hember kurdan dest bi êrişeke wiha kir?

‘ENQERE NAXWAZE KURD BIBIN XWEDÎ ÎRADE'

Kendal Nezan: "Tirkiye naxwaze ku li Sûriyeyê navçeyeke kurdî ya otonom an federe bê avakirin. Ji destpeka şerê hûndirî ya sûrî ve stratejiya Enqerê ew bû ku nehêle Kurdistana sûrî bikeve destên hêzên kurdî û bibe xwedî îdareyeke kurdî."
"Pirsgirêk siyasî ye; ne leşkerî ye ji ber ku ji ti kantonên Rojava ta niha ne êrişek ne jî gefa êrişekê li dijî Tirkiyeyê pêk nehatiye. Lê rejima îslamo-neteweperest a Tirkiyê hebûna Rojavayeke federe, hebûna her îdare yan hikmeke siyasî ya kurdî ji xwe re weke metirsiyeke jiyanî dibîne yan jî wisa pêşkêş dike."

Li gor çavkaniyên herêmî heta niha di êrişa artêşa Tirkiyeyê de bi sedan sivîl hatine kuştin û birîndar bûne. Hûn bêdengiya cihanê li hemberî van kuştiyên sivîl bi çi ve girê didin. Çima cihan bêdeng e?

‘GELEK RÊXISTINÊN SIVÎL ÊN EWROPÎ NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN DIDIN'

 

"Medyayên ewropî û rojavayî bi firehî cîh didin bûyerên Efrînê. Gelek rêxistinên civaka sivîl û kesayetî nerazîbûna xwe bi awayên cuda nîşan didin. Lê kurd ne xwedî dewlet in, nikarin dengê xwe bighînin Neteweyên Yekbûyî. Fransa ev pirs bir Neteweyên Yekbûyî, lê hin dewlet ên wek Brîtanya Mezin û Rûsya nexwestin ku biryar bê standin. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê û Serekomar Emmanuel Macron bala Tirkiyê kișandin, lê ev têr nake. Em hêvîdar in ku di lutkeyên dahatî de dengê raya giștî ya cihanî bilindtir derkeve."

Li gor nêrîna we, gelo pêwendî yan girêdan di navbera êrişên ser Kerkûk û Efrînê de heye. Çima kurd dibin hedef?

‘DEWLETÊN DAGIRKER DI MIJARA KURDAN DE YEKDENG IN'

"Di dîroka gelê kurd a sedsala dawîn de gelek tișt guherîn, gelek pêșveçûn û destkevt hene. Lê hin realîteyên jeopolîtîk zêde neguherîn. Dewletên ku Kurdistan li hev par vekirine, çend dijî hev bin jî, li ser pirsa kurdî yekdeng û yekhêz in, bi hev re dilivin ku pêșî li șerê azadîxwaz ê gelê kurd, li avakirina dewleteke kurdî bigrin. Ji peymana Saadabadê heta CENTO û hevalbendiya Tirkiye, Îran û Iraqê ya îroyî kêm tișt guherîn."

‘DEWLETÊN ROJAVAYÎ DIBÊJIN SERXWEBÛN MAFÊ WE YE LÊ…'

"Dewletên derve yên dostên kurdan jî dibêjin serxwebûn mafê we ye, lê gelo hûn ê çawa bikaribin vî mafî li hemberî êrișên leșkerî yên Tirkiye û Îranê biparêzin? Ku hûn nikarin ku hêza we nagihê niha doza serxwebûnê mekin. Êrișa ser Kerkûkê encama hevalbendiya Enqere, Tehran û Bexda ya dijî serxwebûna Kurdistana Bașûr e. Êrișa ser Afrînê jî bi pîștîvaniya Îranê û Sûriyê û bi roniya kesk a Rûsyayê pêk tê."

Li hemberî van êrişên ser herêm û navçeyên kurdan divê kurd çi bikin. Çare çi ye. Hûn wek Kendal Nezan û berpirsê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê banga we ji bo kurdan çi ye?

DIYANETA TIRKÎ ÊRIŞA EFRÎNÊ WEK ‘CIHAD' QEBÛL DIKE'

"Êrișâ li ser Efrînê êrișeke li dijî hêz an siyaseteke kurdî nîne, êrișa ser gelê kurd ê azadîxwaz e. Ev êriș ne tenê leșkerî ye, herwiha êrișeke siyasî û îdolojîk e. Diyaneta tirkî êrişê wek ‘cîhad' ê qebûl dike. Di 90 hezar mizgeftên Tirkiyeyê de, rojê du caran ji bo serkeftina leșkerên tirk dua tên xwendin. Hemû partiyên tirk yekdeng in, dagirkirina Efrîn û ya Kurdistana Sûriyeyê dixwazin. Stratejiya Erdogan a Sûriyeyê îflas kir, hevalbendên wî yên sûrî yên îslamî û cihadî șkestinen mezin xwarin. Erdogan gelek hêrs bûye, nikare tola xwe ji Rûsya, Îran û hevalbendên din ên rejima sûrî bistîne. Loma dixwaze kela xwe bi serê ‘gelê bêxweyî' yê kurd de birêje."

‘DIVÊ HER KURDÊ BIŞEREF Û WELATPARÊZ LI DIJÎ ÊRIŞA TIRKIYEYÊ DERKEVE'

"Di vê rewșê de, dîtin û baweriyên me yên siyasî çi dibin bila bibin, divê her kurdê welatparêz û bișeref li dijî êrișa Tirkiyeyê raweste, dengê xwe bilind bike, piștîvaniya bexwedana xwișk û birayên me yên kurd ên sûrî bike. Divê ku em kurd di van demên dîrokî de bêdeng nemînin, ji bo yekîtiya xwe bixebitin û zanibin serketina berxwedana Efrîn û Rojava ya hemû gelê kurd e, șikestina wê berxwedanê ew ê bibe felaketeke neteweyî."

"Hêvîdar im ku bi hezaran kurd dakevin kuçe û kolanên Enqere, Stembol û Izmîrê û li dijî êrișa ser Efrînê bimeșin. Wek Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, di warê șerê fikrî, agahdariya medyayên ewropî û hișyarkirina parlementer, kesayetî û berpirsên siyasî yên fransizî û ewropî de tiștê ku ji destên me tên em dikin û em ê bikin."