Dîtinên we li ser Ferhenga kurdî - fransizî

Nûkirin pêncşem 8 hezîranê 2017 - 18:27

Ferheng ji hemû zarava û devokên kurdî qasî 85 000 peyv (kelîme) civandine. Lê tu ferheng bê kêmasî nabe. Heye ku hin peyvên devoka gundê we / bajarê we / navçeya we neketibin ferhengê an hin peyv bi awayekî din an bi wateyeke (manayeke) din tên gotin an bi kar anîn.
Kerem kin dîtin û agahiyên xwe bi e-name li ser navnîșana ferheng@fikp.org bișînin.

Her peyvê bi mînak û nimûneya bikaranîna wê ya rojane an folklorî binivîsin ji bo çapa duwem a ferhengê.

Ziman mal û dewlemendiya hemû Kurdan e. Saman û kelepûra (mîrasa) gelê kurd e.

Em bi hev re li zimanê xwe xwedî derkevin, dewlemendiya wî bidin xuyan û zimanê xwe yê șêrîn û dewlemend bi nivîskî jî bighînin nifșên (neslên) nû.

Spas ji bo hevkariya we.

Belge :