Kurd1 Radyo - Radyoya kurdî ya muzîkê

Nûkirin în 5 Çileyê 2018 - 17:42

Mizgîniyeke xweş ji bo hemî guhdarên muzîka kurdî.

Enstîtuya kurdî dixwaze bi we re arşîvên xwe yên muzîkê yên ku êdî dijîtalkirî ne par veke.

Ev stran û muzîkên ku ji hemî herêmên Kurdistanê û ji diyasporaya kurdî ya Qafkasê hatine berhev kirin ji radyoyeke li ser webê, 24 saet li ser 24ê berdewam têne belav kirin

Radyo li ser gelek platformên internetê derdikeve…

Peywendiya yekser ; « www.kurd1radyo.com » e, û yekser li ser telefon û tabletên we yên android jî, bi riya aplikasyoneke taybet ku hûn dikarin ji ser linka li jêr bar bikin mimkun e:

kurd1radyo

Rûpeleke ‘Facebook’ê û hisabekî ‘Twitter’ê yê radyoyê jî hene (@kurd1radyo).

Radyo ji alî Issa Hassan ve tê birêvebirin.

Hûn dikarin şirove û daxwazên xwe li ser e-maila li jêr rêkin : info@kurd1radyo.com