Pirtûkxaneya Enstîtuya kurdî ya Parîsê

Enstîtu xwediya pirtûkxaneya kurdî ya herî girîng a cîhana rojavayî ye.

Di vê pirtûkxaneyê de 10 000 pirtûk, bi 25 zimanan, bi deh hezaran dokumanên nivîskî, berhevokên kovar û rojnameyan, wêne, video, postkart, afî? û her wiha jî ar?îvên dengî û muzîkê yên li ser kurdan hene.

Tevî ku depoyeke Enstîtuyê li banliyoyên Parîsê heye jî, ev dokumetasyona dewlemend ji sisiya yekê avayiya wê dagîr dike. Referansên pirtûkan û belgeyên serekî li kompîturê hatine bar kirin. Pirtûkxaneya Enstîtuyê ji du?emê ta înê saet ji 10an ta 18an ji xwendekar û lêkolîneran re vekirî ye.

Ji xeynî xwendekar û lêkolînerên kurd, yên fransiz û ewrûpiyên ji neteweyên cihê, kesayetiyên ji rêzê jî ku bixwazin ji kurdan agahdar bibin û li ser wan bixwînin dikarin bi serbestî ji pirtûkxaneya Enstîtuyê sûd wergirin. Hin ji van kesan ji bajarên cihên û welatên din tên ku van berheman bixwînin, hin jî bi riya nivîsandinê xwe dighînin wan.

Bi vî awayî, bi dirêjahiya salan, Enstîtu, him ji bo kesan, him ji bo tora rêxistinî û medyayî, him jî ji bo saziyên Fransa û welatên din ên Yakîtiya ewropa bû navenda jêderên li ser Kurdan ku bêyî wan nabe. Wêne û fîlmên ar?îva Enstîtuyê ji alî medyayan ve misêwa tên bi kar anînê.

Ji bilî çapemeniya nivîskî, televizyonên fransizî (France 2, TF1, Arte), televizyona îtalyanî RAI, televizyona japonî, televizyonên birîtanî BBC û Channel Four, televîzyonên danîmarkî, siwêdî, norveçî, fînlandî, almanî, belçîkî, luksembûrgî (RTL), îspanyolî û yûnanî, her wiha kanalê amerîkî ABC jî hin belgeyên vê ar?îvê bi kar anîne.

Ev navenda jêderan her wiha xwedî gelek panoyên pê?angeya wêneyan, diaporama û belge filmên li ser warên cihê yên jiyan û çanda kurda ye. Enstîtu van alavan bi deyn dide komeleyên kurd û fransiz, belediye û saziyên din ên mîrî yan taybetî ku çalakiyên çandî li ser kurdan pêk tînin.

Ji ber ku îro li dor milyonak koçberên kurd li welatên Yekîtiya ewropa dijîn û pirsgirêkên wan ciyekî mezin di jiyana rojane de digrin, daxwazên agahdarî û dokumantasyonê jî li gor wê her zêde dibin.

Ji bo vê jî Enstîtu bi awayekî çalak, çi bi riya kirîna berdewam an abonetiya rêze rojname û kovaran be li derfetên dewlemendkirineke berdewam a jêderên pirtûkxaneya xwe digere ku karibe bersiva van daxwazan bide.

Pirtûkxaneya dijîtal a kurdî

Pirtûkxaneya dijîtal ji nivîs û berhemên li ser Kurdan û Kurdistanê pêk hatiye. Armanca wê dijîtalkirina daneyên bermayê çandî yê kurdî ye. Dûmahîk heye.

Referansên pirtûkan û belgeyên serekî li kompîturê hatine bar kirin.   ZêdetirZêdetir

 

La bibliothèque numérique kurde (BNK)