Wefata Șerefedîn GURBUZ

Nûkirin duşem 5 tebaxê 2019 - 16:30

Em bi xemginiyeke mezin wefata dost û hevkarê xwe Șerefedîn Gurbuz, ku di 5ê tebaxa 2019an de, di 57 saliya wî de pêk hat radighînin.

Ew di 1962yan de li bajarokê Pertekê yê girêdayî Dêrsimê hatiye dinê û endazyarê jeolojiyê bû. Piştî darbeya 1980yî ji ber zilma giştî ya li Kurdistana bakur hatibû li Fransayê bûbû penaber. Piştî ku li Enstîtuya kurdî ya Parîsê fransizî hîn bû, di 1991ê de jî li Enstîtuyê dest bi kar kir û bû yek ji stûnên wê.

Ji ber kesayetiya xwe ya nefsbiçûk, ciwamêr û dilpak xebatkar û dostên Enstîtuyê pir jê hez dikirin.

Ji ber êşa xedar a guhên xwe ya serê çend mehan ku jiyan lê pir zor kiribû dawî li jiyana xwe anî. Du zaroyên wî, keçek û kurek hene.

Li gor nameya ku li pey xwe hiştibû xwestiye ku li Kurdistanê bê veşartin.

Ji bo bîranîna wî, wê vê şemiyê li Enstîtuya kurdî ya Parîsê, saet ji 15 ta 19an taziye pêk bê.