Wefata Prof Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev

Nûkirin duşem 9 tebaxê 2021 - 18:00

Me bi dilekî birîndar û pir xemgîn wefata Kurdê welatparêz û dostê xwe yê qedirbilind, pêşengê Kurdên Sovyeta Berê prof Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev bihîst. Civata kurdî ciwanmerdekî xwe ji dest da. Me xweşmêrekî xwe, zanyar û piştmêrekî doza kurdî bêwext winda kir. Vê bûyera reş, bi taybetî endamên malbata wî û bigiştî jî welatparêzên kurd xist nav xemeke diltezîn û giran.

Kek Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev di sala 1947an de li gundê Zengîbasara Êrmenistanê hat dinyayê. Xwendina xwe li Rewanê bi dawî anî û doktoraya xwe li ser peywendîyên edebîyata kurdî û azerî her li zanîngeha Rewanê û beşa rojhilatnasîyê de kir. Heta sala 1990î serektîya beşa zimanên Rojhilata Navîn bi rê ve bir. Li zanîngeha Saînt Petersburgê di beşa fîlolojîyê de dereceya profesorîyê wergirt.

Piştî destpêkirina şerê di navbera Êrmenistan û Azerbeycanê de bar kir Qazaxistanê, bajarê Almatayê. Li wir bû alîkarê rektorê zanîngehê û heman demê de bû alîkarê serekê Meclîsa Gelên Qazaxistanê. Kek Kinyaz serekê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê jî bû.

Prof Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev peyayekî xebatkar û çalak bû, nemaze di civata Kurdên Sovyeta Berê de cih û navekî wî yê eyan hebû. Di gel vê jî di civata Rûsyayê û komarên Asyaya Navîn de jî cih û navê wî dîyar bû. Ew bi xebata xwe ya bê westan di nav Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê de mirovekî pêşdehatî bû. Ew dostekî qenc yê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê jî bû.

Kurdan lawekî xwe yê hêja winda kir. Bila di serî de serê endamên mal û malbata wî, nas û dostên wî û herweha gelê kurd sax be. Bila cihê wî behişt be.

Kendal Nezan, serekê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê

Reşo Zîlan, berpirsiyarê Koma Kurmancî, li ser navê hemû endamên komê

9.08.2021