Lundi  9  août 2021 à 18h00Me bi dilekî birîndar û pir xemgîn wefata Kurdê welatparêz û dostê xwe yê qedirbilind, pêşengê Kurdên Sovyeta Berê prof Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev bihîst. Civata kurdî ciwanmerdekî xwe ji dest da. Me xweşmêrekî xwe, zanyar û piştmêrekî doza kurdî bêwext winda kir. Vê bûyera reş, bi taybetî endamên malbata wî û bigiştî jî welatparêzên kurd xist nav xemeke diltezîn û giran.