Seîd Yûsiv çû ber dilovaniya Xwedê

Nûkirin çarşem 26 sibatê 2020 - 18:23

Hûnermendê kurd ê ku weke mîrê tembûrê jî tê nasîn û bisalan bi deng û tembûra xwe dawet û sayiyên Kurdan şên kirine, Seîd Yusiv, îro (26.02.2020) li Sembolê, di 72 saliya xwe de çû ber dilovaniya Xwedê.

Seîd Yûsiv, kurê Ûsivê Seîdê Osmên e û bi eslê xwe ji devera Bişêrîyê, ji eşîra Rema ye. Bavê wî di xortaniya xwe de daketiye binya xetê, li Qamişloyê bicîh bûye û li wir zewicî ye. Seîd Yûsiv li kolana Qudûrbegê ya Qamişloyê, di gûlana 1948an de hatiye dinyayê.

Ji biçûkanî de, ji ber ku dengê wî xweş bûye, li dibistanê helbest û sirûd gotine. Di 1965an de dest bi fêrbûna Tembûrê kiriye û di warê hûnerî de pêşde çûye. Piştî ku baş fêrî tembûrê bûye peyvên gelek sitranên xwe wî bixwe nivîsiye û awaz ji wan re çêkirine. Sitranên xwe pêşî di şevbihêrkên hevalan de gotiye. Ji ber ku li Sûriyeyê kurdî qedexe bûye, ji bo hûnera xwe pêş de bibe çûye Libnanê, li Beyrûdê bicîh bûye û ji 1967an virde karê hunerî kiriye.

Seîd Yusiv di radyoya Beyrûdê de jî kar kiriye û li wir çend sêlik û kaset tomar kirine. Paşê di televizyona libnanê û hin şanoyan de jî, bi deng û tembûra xwe, hunerê xwe pêşkêş kiriye. Pîştî salekê dîsan vegeriyaye bajarê Qamişlo.

Di sala 1968 an de, sêlikên xwe diyarî radyoya kurdî ya Bexdayê dike. Piştî wê bi çend heyvan diçe Bexdayê û di Radiyoya kurdî de kar dike. Li wir jî çend stranên nû tomar dike, bi vî awayî nav û dengê wî belav dibe.

Di 1969an de dizewice û 1971ê de mala xwe dibe Beyrûdê. Li wir girûpeke folkilorî ya hunerî bi navê «Civata Newrozê» ji keç û kurên kurd dadimezirîne û dest bi vejandina şev û ahengên kurdî dike. Konser û şevên kurdî yên pêşî li dar dixe. Șeva Kurdî ya yekem di 25ê nîsana 1971ê de, li ser sehna sinema “Rivoli” bi beşdariya Serokwezîrê libnanê pêk aniye. Ji bo wê jî çapemenî, radyo û televizyona Libnanî ciyekî mezin dide wî û koma wî. Li wir jî bi kurdî, erebî û tirkî çend sêlikan tomar dike.

Di 1973an de, Unesco wî dawetî Elmanyayê dike, li Bon û Berlînê çend konseran dide. Çapemeniya Elmanî jî ciyekî mezin dide konser û mûzîka wî û wî weke pehlewanê tembûrê binav dike. Paşê berpirsiyarê rêxistina Unesco li Elmanyayê sêlikek Z. D. jê re çêdike ku tev serhawayên kurdî ne.

Di 1974 an de ew û girûpeke mûsiqî ya libnanî diçin li gelek bajarên Efrîqî şevên mûsîqa rojhilat pêşkêş bikin. Piştî serê navxweyî yê Libnanê, di sala 1976an de, hûnermend Seîd Yûsiv tê Şamê û li wir bimalbatî bicîh dibe. Demeke baş li radyowa Şamê kar dike û dibe endamê yekîtya hunermendên Şamî. Ji wê jî mala xwe dibe Helebê û di 1977an de li wir firoşgiheke kasêtan vedike. Ji Helebê jî, di 1979an de, dîsa vediger Qamişlo û her karê xwe yê hûnerî pêş de dibe.

Ji 1987an de, gelek caran diçe Ewrupayê û li gelek bajaran hunerê xwe pêşkêş dike. Gelek hûnermendên nû stranên wî, ji nû ve şirove dikin.

Her wiha pirtûkeke wî ya helbestan hatiye çap kirin.