Nûkirin çarşem 1 tîrmehê 2020 - 19:04
Hezkirên muzîka kurdî ya gelerî û yên ku dixwazin wê binasin dikarin li Kurd1 Radyo guhdarî bikin, Web radyo 24 saet li ser 24ê muzîk û stranên kurdî ji arşiva dewlemend ya Enstituya kurdî di weşîne
Radyo ji alî hunermend Issa Hassan tê birêvebirin, muzîkên gelerî û kevin yên ku bi zorê tên peyda kirin ji hemû herêmên Kurdistanê, tên belav kirin.
Ta îro zêdetirî 240.000 kes li Kurd1 Radyo guhdarî kirine û hezkirine.
Hûn jî werin û bikevin nav vê malbata mezin ya « hewestkarê » muzîka kurdî û li dor xwe jî behs bikin û bidin nasîn.
Peywendiya yekser ; « www.kurd1radyo.com » , û yan jî yekser li ser telefon û tabletên we yên Android û iOS, bi riya aplikasyoneke taybet ku hûn dikarin ji ser linka li jêr bar bikin mimkun e:
kurd1radyo (Androïde)
https://apps.apple.com/us/app/kurd1-radyo/id1449717345 (iOS)
Rûpeleke ‘Facebook’ê û hisabekî ‘Twitter’ê yê radyoyê jî hene (@kurd1radyo).
Hûn dikarin şirove û daxwazên xwe li ser e-maila ji me re rêkin : info@kurd1radyo.com