HEMÎD KILIÇASLAN WEFAT KIR

Nûkirin în 27 teşrînê 2020 - 17:50

Em bi xemgînîyeke mezin hîn bûn ku hevalê me yê hêja û berketî Hemîd Kiliçaslan vê îniyê 27/11/2020an ji ber nexweşiya korona yê li Enqerê çû ber dilovaniya Xwedê.

Hemîd Kiliçaslan di sala 1948an de li gundê Smaîlaxaya Qosera Mêrdînê hatîye dinyayê. Malbata Smaîl Axa mezinên eşîreta Kîkîyan bû. Wî xwendina xwe ya destpêkî, navîn û lîseyê li Qoserê xelas kir. Bi dû re li Enqereyê dest bi xwendina bilind ya fakulteya hiqûqê kir. Lê ji ber sedemên sîyasî nedikarîbû xwendina xwe bidomîne. Hê di xortanîya xwe de ket nav xebata kurdînîyê. Di sala 1969an de bû endamê PDKya Tirkîyeyê û bi wext re bû yek ji endamên komîteya navendî ya vê partîyê.

Di sala 1983an de ji ber sedemên sîyasî bar kire Swêdê û li wir bû penaberê sîyasî. Piştî ku cezayê wî ket ber zemên dikarîbû di 2005an de vegere welêt.

Wî di rex xebata sîyasî de xebata xwe ya li ser zimên jî dom kir û bû yek ji hevalên çalak yê Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê. Wî timî bi serbilindî dostanîya xwe bi Enstîtuyê re domand. Wek dilsozekî pak beşdarî bêtirî 55 civînên Kurmancîyê bû û kedeke berbiçav kire xebata wê.

Kek Hemîd mirovê civat û şevbihêrkan bû, zarxweş û xweşbêj bû. Xwedî  bîr û hafizayeke kûr yê, têrûtijî bû. Qonaxên feodalîte û modernîteyê jîyabû, wek malbat ji bêbextîyê dûr bû. Dostekî bi her awayî rast û durist, hevalê ketîyan û piştmêrê pêbawer bû. 

Kek Hemîd şarezayekî rabûn û rûniştina civatê bû, bi serpêhatî, qewl, meselok û pekenînên kurdewarîyê dagirtî bû. Bi vê dewlemendîya xwe bi rastî jî gula civatê bû.

Wî rengekî dewlemend dida civînên me yên Kurmancîyê, bi kurmancîzanîya xwe berê me timî dida rastîyê. Bi henek û pêkenînên xwe moral dida me, şewqa me ya xebatê bilind dikir. Ji lewra ev koça wî ya bêwext, berî her tiştî, dê bibe kêmasîyeke mezin bi taybetî ji bo civînên me û herweha bi giştî ji bo xebat û têkoşîna kurdînîyê.

Bila serê endamên malbata wî û yê gelê kurd sax be, cihê wî behişt be!

Enstîtuya kurdî ya Parîsê