Dr. Necmedîn Kerîm wefat kir

Nûkirin çarşem 4 teşrînê 2020 - 17:32

Em bi xemgîniyeke mezin didin zanîn ku hevalê me yê hêja, cîgirê serekê Enstîtuya me, welatparêzê dilsoz, Dr. Necmedîn Kerîm di şeva 30 û 31.10.2020ê de li Waşîngtonê ji ber nexweşina seretanê di 71 saliya xwe de wefat kir.

Dr. Kerîm, di warê norolojî de li Amerîkayê cerahekî navdar bû û di nav Kurdan de bi xebat û çalakiyên welatparêzî, bi piştîvaniya tevgerên rizgarîxwaz ên hemî perçeyên Kurdistanê dihate nasîn. Ew di warê dîplomasiyê de jî wekî balyozekî xwebexş ê Kurdistanê bû. Wî li Waşîngtonê, li Kongreya amerîkî, li nav medya û rewşenbîran de doza kurdî dida nas kirin. Ew ji 2011 ta 2017an jî walîyê hilbijartî yê Kerkûkê bû.

Wi bi dilsozî û tekoşeriya xwe di dilê kurdên hemî beşên Kurdistanê û diyasporayê de ciyê xwe çêkir. Mirina wî ya bêwext ji bo malbata wî, ji bo Enstîtuya kurdî û hevalên wî û doza kurdî bitevayî wendabûneke mezin û ciyê xemgîniyeke giran e.

Necmedîn Kerîm di 12ê tebaxa 1949an de li Kerkûkê ji dayîk bûye. Bavê wî melayekî kurdperwer bû, wî xwendina xwe ya seretayî û amadeyî li wir kiriye. Paşê ji bo xwendina bilind diçe Mûsilê û li Fakulteya Pizîşkî tê qebûl kirin. Di salên zanîngehê de bi çalakiyên xwe dibe yek ji lîderên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê. Piştî dîploma xwe ya doktoriyê werdigre, di 1972an xwe dighîne refên Berxwedana kurdî ya general Mistefa Barzanî.

Piştî peymana Cezaîrê ya di navbera Şahê Îranê û Sedam Hisêyn, di 5ê adara 1975an de, ji bo têkdana Berxwedana kurdî, tevger belav bû û Dr. Necmedîn Kerîm çû Amerîkayê û li wir bû penaber. Wi li zanîngeha George Washington xwendina xwe di warê cerahiya norolojiyê de domand û paşê li nexweşxaneya Fakulteya bijişkiyê ya navdar John Hopkins dest bi kar kir û ji xwe re kabîneyek vekir. Li gel karê xwe yê bijişkiyê, wî çalakiyên xwe yên ji bo doza kurdî jî domandin.

Ew damezrênerê Kongreya neteweyî ya kurdî li Amerîkaya bakur bû, di 1989an de beşdarî rêveberiya Enstîtuya kurdî ya Parîsê jî bû û bû cîgirê Serek. Di amadekirina Konferansa navneteweyî ya bi navê « Piştî şerê Kendavê çarenivîsa Kurdan » ku ji alî Enstîtuya kurdî ya Parîsê û Foreign Relations Committee ya Senatoya amerîkî ve, 27ê sibata 1991ê, li Senatoya Amerîkayê pêk hatibû de jî rolekî girîng lîst, ku Senatorên amerîkî yên weke Edward Kennedy, John Kerry, Nancy Pelosi, serekên kurdên Başûr û Xanim Mîtterand jî tê de amade bûn. Vê konferansê pirsa kurdî bi berpirsiyarên amerîkî da nasîn. Ev berpirsiyar di dema Koça mezin a Kurdan, di bihara 1991an de, seferber bûn û di danîna navçeyek aram ji bo Kurdan de roleke girîng lîstin.

Di 1994an de, Dr. Kerîm, li gel Kendal Nezan û Fuad Husên, ku niha Wezîrê karên derve yê Iraqê yê, li ser navê Enstîtuya kurdî ya Parîsê, di nav PDK û YNKê de navberkarî kirin û berpirsiyarên wan anîn li Fransayê, bi serperiştiya serok Mitterrand, ji bo demekê li hev anîn.

Di 1996an de, Dr. Kerîm, Enstîtuya kurdî ya Washingtonê vekir ku medyayên amerîkî û Kongreyê di warê pirsa kurdî de agahda û hişyar bike.

Dr. Necmedîn Kerîm, bijişkê taybetî yê Mistefa Barzanî bû, heta ku li Washingtonê, li sirgûnê, di adara 1979ê de koça dawî kir.

Paşê bijişkiya Celal Telebanî jî kir. Dr. Kerîm, li Washîngtonê him şêwirmendî him jî hekîmtiya Kurdên hemî beşên Kurdistanê dikir. Têkiliyên wan bi Kongre, NGO û medyayên amerîkî re xweş dikir. Bubû balyozê xwebexş ê Kurdistanê li Washîngtonê.

Piştî ketina Sedam Hiseyn di 2003yan de, li ser daxwaza dostê Celal Telebanî, Dr. Kerîm kete nav siyaseta kurdî û iraqî. Di 2010an de weke parlementer hate hilbijartin û kete parlementoya Iraqê. Paşê wî Peymana Kurdistanê pêk anî ku di hilbijartinên navçeya Kerkûkê de serketineke mezin bi dest xist. Û weke waliyê bajarê ku lê çêbûbû hate hilbijartin, lê karê wî him ji alî siyasî him jî ji alî ewleyiya bajêr ve zor bû. Diviya bê cudakarî xizmeta Kurd, Ereb, Turkmen û Xiristiyan bikira. Hevwelatiyên wî jê hez dikirin û heta 2017an, ku yekîne û milîsên iraqî bajar dagîr kirin, bi awayekî serketî karê xwe kir. Paşê bi awayekî neqanûnî, bi tawana piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê, ji alî hikûmeta Bexdayê ve ji kar hate derxistin û ji ber sedemên ewleyiyê ew û ekîba xwe hatin li Hewlêrê bicûh bûn. Hêjayî gotinê ye ku Kurdan di vê referandûmê de ji % 93 dengên xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê dabûn.

Dr. Necmedîn Kerîm, berî niha bi salekê, ji ber sedemên tenduristiyê çû Washîngtonê. Di meha îlonê de, ji alî hevkarên xwe ve li nexweşxaneya John Hopkins ku berê lê kar dikir emeliyat bû. Mixabin seretana wî çareser nebû, lê wî di aramiyê de, li nav zarokên xwe û xanima xwe Zozan çavên xwe li vê dinyaya derewîn girt û çû ser heqiya xwe.

Termê wî, li ser daxwaza wî dê li Kurdistanê bê veşartin.

 

 

Hevpeyvîna bi France 24 re, di îlona 2017an de.

https://www.institutkurde.org/info/images/croplive/photo-900X600-2039.jpg

Dr Necmedîn Kerîm bi Madam Mitterrand û Kendal Nezan re li Enstîtuya kurdî ya Parîsê.