Kendal Nezan: Kurdistaneka serbixwe mimkin e û Tirkiye nikare rê jî li ber bigire

ARIF ZÊREVAN - SELAHEDÎN, 15/8 2003

Tirkiye bi xirûcira rêkirin û rênekirina eskerên xwe bo Iraqê ve mijûl e û li baœûrê Kurdistanê jî kurd bi xirûcira serxwebûn û federalîzmê ve mijûl in.Serokên kurdan maqûliyê dikin û behsa federalîzma dilxwaz dikin lê belê raya giœtî ya kurdan federalîzmê ji xwe re wekî asteng û tixûbekê dihesibînin û vekirî behsa alternatîva serxwebûnê dikin. Gelo Kurdistaneka serbixwe mimkin e yan ne û heger mimkin be ew dê bikare bijît yan ne. Min ev pirs û hinek pirsên dî ji Kendal Nezanî, serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, kirin û wê wekî hevpeyvîneka kurt belav dikim.



Kendal Nezan ev demek e li Kurdistanê ye û di vê serdana xwe de ew çû û li deverên erebên œîî wekî Necef û cihên dî û deverên erebên sinî Bexda û dorûbera wê jî geriya.

Arif Zêrevan: • Medyaya kurdî û hêzên sivîl yên Kurdistanê dest pê kirine û bi germî minaqeœeya Kurdistaneka serbixwe dikin. Ew dibêjin heger ereb wê federasyona ko kurd dixwazin qebûl nekin divêt kurd ji alternatîva serxwebûnê re amade bin. Gelo îmkana avakirina dewleteka kurdî ya serbixwe heye?

Kendal Nezan: • Divêt raya giœtî ya kurdan xwe ji dewleteka serbixwe re amade bike. Welatên cîran vê qebûl nakin lê belê Emerîka û welatên dî yên ewropî dikarin qebûl bikin. Her gava ko problemek di nêvbera kurdan û ereban de derdikeve ereb dibêjin ew dê li ayatullahên xwe, yanî li serokên xwe yên dînî, biœêwirin. Ereban ayatullah hene lê belê kurdan jî parlamento heye û ew jî dikarin li parlamentoya xwe biœêwirin. Lewra divêt raya giœtî ya kurdan ji bo serxwebûnê amade be û heger kurdan û ereban li hev nekirin gerek kurd bikarin rêya serxwebûnê bibijêrin. Di meseleya sekularîzmê de, di meseleya demokrasiyê de û di gelek meseleyên dî de kurd û ereb wekî hev nafikirin.

Arif Zêrevan: • Baœ e, heger kurdan û ereban li hev nekirin û kurdan gotin dê bibin serbixwe, ma îmkana qebûlkirina wê ji aliyê dewletên biyanî ve heye?

Kendal Nezan: • Heger Emerîka miwafiq be û welatên Yekîtiya Ewropayê jî miwafiq bin Kurdistan dikare serbixwe bibe. Aboriya Tirkiyeyê ewqas lawaz e ko ew nikare bêt û baœûrê Kurdistanê dagir bike û tê de bijît. Tirkiye dikare tehdîdan bike lê belê nikare baœûrê Kurdistanê dagir bike. Fikra serxwebûna Kurdistanê niho ne di acendayê de ye lê belê di vê dinyayê de tiœtên ko nebin nînin.

Arif Zêrevan: • Dewleta tirk efûyeka giœtî dernexist û rê li ber vegeriyana gerîla û serokên PKK-Kadekê venekir. Qedera gerîlayên PKK-Kadekê li baœûrê Kurdistanê dê çi jê bêt?

Kendal Nezan: • Eskerên Tirkiyeyê bêdijmin nikarin bijîn. Hêvî ew bû ko Tirkiye efûyeka mehdûd derxe lê belê wisa nekir. Li ber PKK-Kadekê du rê hene: 1) Yan ew dê wekî Mucahidînî Xelq desthilata Emerîkayê qebûl bike û bikeve bin kontrola Emerîkayê de û 2) yan jî dê vegerin bakur û Tirkiyeyê. Eskerên Tirkiyeyê bûne problemeka mezin. Welatekê hewqas feqîr eskerekê hewqas mezin xwedî dike, ev nabe. Çaresekirina problema kurdan û Tirkiyeyê dê sala bêt cardî bibe belaya serê Yekîtiya Ewropayê. Bi minasebeta endambûn û neendambûna Tirkiyeyê sala 2004-ê Yekîtiya Ewropayê dê bi Tirkiyeyê re cardî vê minaqeœeyê bike.

Arif Zêrevan: • Di nêv PKK-Kadekê de behsa du hêzan têt kirin. Hinek dixwazin xeta Tirkiyeyê û Abdullah Ocalanî biparêzin û dijayetiya kurdan bikin, hinek jî dixwazin bi kurdên baœûr û emerîkiyan re li hev bikin. Ji PKK-Kadekê re kîjan alternatîv baœtir e?

Kendal Nezan: • Em nizanin ka hêza kîjan aliyî di nêv PKK-Kadekê de xurttir e. Ya baœ ji bo gerîla û serokên PKK-Kadekê ew e ko çekên xwe danin û bên xizmeta hikûmeta Kurdistanê bikin. Li baœûrê Iraqê erebên yemenî, misrî û ên ji welatên dî hatine û hevkariya ereban dikin. Divêt gerîlayên PKK-Kadekê jî vê derê welatê xwe bihesibînin û bên û xizmeta Kurdistanê bikin û jiyaneka sivîl ya serbest bijîn. Hinek ji gerîlayên PKK-Kadekê dikarin bibin pêœmerge û hinek ji wan jî dikarin tevlî civata sivîl bibin. Divêt PKK-Kadek nebe bihane ji bo Tirkiyeyê.

Arif Zêrevan: • Tirkiye cardî ketiye nêv heydedan û minaqeœeya rêkirin yan rênekirina eskerên xwe bo Iraqê. Gelo kurd vê yekê qebûl dikin yan ne û ji bo kurdan ya herî baœ çi ye?

Kendal Nezan: • Kurdan pir aœkera ji Emerîkayê re gotine ko ew naxwazin eskerên tirkan bên Kurdistanê. Herwiha kurdan gotine ew qebûl nakin ko eskerên tirkan di Kurdistanê re derbas jî bibin, ji ber heger ew bi rêbarî jî derbas bibin dê bixwazin ji bo rê û lojîstîka eskerên xwe bingeh û qereqolan li Kurdistanê ava bikin û kurd vê qebûl nakin. Vêca heger Emerîka bixwaze hinek eskerên welatên misilman bîne Iraqê û di nêv wan de hinek eskerên tirkan jî hebin hingê eskerên tirkan dikarin di Kuwêtê re biçin Iraqê. Lê belê kurd wekî prensîp li dijî eskerên hemî welatên cîran in.

Arif Zêrevan: • Çi tesîra baœûrê Kurdistanê dê li parçeyên dî bibe, nemaze çi tesîra wê dê li bakurê Kurdistanê bibe yan jî kurdên baœûr dikarin ji kurdên bakur re çi bikin?

Kendal Nezan: • Heger kurdên baœûr bikarin federalîzma ko ew dixwazin di destûra nû ya Iraqê de bidin qebûl kirin û bibin faktorekê xurt yê desthilatê bi rêya wan kurdên bakur jî dikarin hêsanîtir xwe bigihînin Emerîkayê û Yekîtiya Ewropayê û piœtgiriyê ji wan welatan bistînin. Ji aliyekê dî ve kurdên baœûr dikarin piœtgiriyeka xurt ya kulturî bo kurdên bakur bikin. Ew dikarin du-sê kanalên televizyonê yên bi kirmancî û berê wan li bakur ava bikin û bi wê rêyê tesîreka mezin li bakur bikin. Li vê derê mirov dikare rê ji xwendekarên kurdên bakur re veke ko bên û li unîversîteyan bixwînin û perwerde bibin.