DATES


Samedi 16 juin 2018
De 00h00 à 19h00

ADRESSE

Kobanî roman de l'écrivain kurde Jan Dost



L'Institut kurde de Paris

vous convie à une rencontre-débat

avec

JAN DOST

écrivain kurde
de passage à Paris qui nous parlera de ses œuvres et notamment de son dernier roman en kurde KOBANÎ

Samedi 16 juin 2018 à 16h00

au siège de l’Institut

106 rue La Fayette, 75010 Paris
M° Poissonnière - Gare de l'Est - Gare du Nord

Romana Kobanî romanek ji hêla Jan Dost de bi kurdî hatiye nivîsandin û sala 2017an weşanxaneya Darayê ew li Stenbolê çap û belav kir.

Roman di eynî demê de bi erebî jî hate nivîsandin û îsal li Tûnisê derket.

Çapa kurmancî nêzîkî 450 rûpelan e, tê debehsa jiyana malbatekê ji Kobanî dibe. Bi vegotina jiyana endamên vê malbatê re mirov tarîxa Kobanî jî nas dike, ji avakirinê berî bêtirî sed salî heta şerê efsaneyî yê li dijî Daişê ku sala 2014an qewimî.

Ev malbata ku roman behsa wê dike temsîla milletê kurd li Rojavayê Kurdistanê dike, roman hûrgiliyên jiyana her yekî ji malbatê dibêje, wek mînak Baranê mûzîsyen, Lewendê pêşmerge, Rewşena YPJ, Metînê gerîlla, Mihemedê wek kesekî ji rêzê, Xedîceya ku koçberî Ewropayê dibe û hin kesayetiyên din.

Di nav re, nivîskar wek gerreke fantazî jî berê xwe dide Kobanî, bajarê xwe yî ku 15 salan nedîtiye, diçe kolana ku lê jidayik bûye û jiyaye, dibîne ku hemî wêran bûye, hîç kesek li wî bajarî nîne, tenê kavil û wêranî.

Ev roman behsa berxwedana keç û xortên kurdan jî dike, ku çawa bi şerê li dijî hêza tarî Daiş dengê wan li tevaya cîhanê belav bû û Kobanî bû sembola berxwedana li himber hovîtiyê.

Romana Kobanî li farisî û soranî jî hatiye wergerandin, lê hîn belav nebûne.

_________________

Jan Dost romannivîs, helbestvan, wergêr û nivîskarekî kurd e.

Ew di 12'ê adarê sala 1965 an de li bajarê Kobanî hatiye dinyayê. Xwendina xwe heta lîseyê li Kobanî qedandiye. Ji sala 1985 an heta 1988an li zanîngeha Helebê fakulta zanistê beşê Biyolojiyê xwend, lê temam nekir.

Jan Dost di dehsaliya xwe de dest bi nivîsîna helbestên erebî kir paşê ji panzdesalî de qulipî zimanê kurdî. Çîroka wî ya yekem Xewna Şewitî sala 1993 an di pêşbirka kurteçîroka Kurdî de li Sûriyê xelata yekem stand. her weha li Tirkiyê jî li ser sehneyê hate lîstin. ji bilî wê çîrokê, jan Dost çend çîrokên din j nivîsandine, wek Mistek ax ku sala 2007 an li Almanyayê bû kurtefilmek, û rûyekî şêrîn û hinin din.

Her weha gelek helbest û lêkolîn bi erebî û kurdî di rojname û kovarên cihê de weşandine. Jan Dost di malpera Diyarnameyê de di quncika xwe ya bi navê Şevnem de ji 2007an heta 2012 nivîsar dinivîsandin.

Jan Dost ji sala 2000î de li Elmanyayê dijî û ji Adara 2009 an de hemwelatiyê Almanyayê ye.