DATES


Samedi 24 avril 2010
De 16h00 à 19h00

ADRESSE
Institut kurde de Paris
106, rue La Fayette, F-75010 Paris
M° Poissonnière - Gare du Nord - Gare de l’Est
Plan d'accès à l'Institut

Collection des 40 premiers numéros de Kurmancî



 

 

L’Institut kurde est heureux a vous inviter à une
rencontre-débat avec

Abdullah KESKIN
PDG de la Maison d’édition avesta (Istanbul)

à l’occasion de la parution de la Collection
des 40 premiers numéros de

Kurmancî

avec un glossaire kurde-anglais-français-turc et
des index français-kurde, anglais-kurde et turc-kurde


ainsi que d’une nouvelle collection de
 livres d’enfants en kurde
dont Azadî, le poème de Paul Eluard (Liberté) traduit en kurde,
accompagnés des dessins de l’artiste kurde Ziya Aydin,
qui seront exposés pendant une semaine.

Samedi 24 avril 2010
à 16h00

au siège de l’Institut

 


 

Rojnama taybetî ya Enstîtuya kurdî ya Parîsê
li ser pirsên zaravayê kurmancî

Her çil jimarên Kurmancî, "rojnama taybetî ya Enstîtuya kurdî ya Parîsê li ser pirsên zaravayê kurmancî" bi hev re tevî ferhengokeke bi kurdî-tirkî-fransizî-îngilîzî hatin çapkirin. "Kurmancî"ya ku wek weşanek herî girîng a ilmî tê qebûlkirin ji 1128 rûpelan pêk tê, di ebatê A4 de ye, 8 rûpelên wê rengîn in, li ser kaxeta spî hatiye çapkirin û bi çermê reş û bordo hatiye cildkirin.

Kendal Nezan, Serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê di pêşgotinê de pirsên sereke ji bo rewşenbîrên kurd, ji bo hemû kurdên ku ji zimanên xwe hiz dikin, wiha nîşan dide: dewlemendiyên zimanê kurdî çawa bên parastin û bigihin nifşên nû? Kurd çawa, tevî hebûna devokên cihê jî, bi nivîskî an bi axaftinê ji hevûdu baştir dikarin fam bikin? Kurdî çawa dikare dewlemend bibe ku pê hest û meremên kurdên nûjen û xwenda yên sedsala XXIan jî îfade bibin? Û xebata Kurmancî wekî destpêka bersivdana van pirsan dibîne: berhevkirina devokan, zelalkirina bingehên rastnivîsîna zimên, çêkirina peyvên nû ji bo warên jiyana îroyî.

Kendal Nezan diyar dike xebateke wisa divê ku karê Akademiya Ziman a dewleteke kurdî be: "Lê kes nizane ewê kengê dewleteke kurdî ya neteweyî çê bibe û ta wê demê ewê kurmancî bikeve çi rewşê. Lewra, hin rewşenbîrên kurd ên li dora Enstîtuya kurdî civiyayî biryar dan ku salê du caran, her carê ji bo hefteyekê bicivin û li ser pirsên kurmancî bixebitin, û di vê xebatê ji berhemên berê, nexasim ên Mîr Celadet û Kamiran Bedirxan û yên Kurdistana başûr jî kelk bigrin.

Li gora mecalan me xwast kesên ku bi pirsên zimên mijûl bûne an devoka navçeya xwe baş dizanin an pisporiyeke wan a taybetî heye vexwînin van civînan û ji hemû navçeyên kurmancîaxêv beşdar hebin. Beşdar ji çend welatên ewropî tên û bi hev re qasî deh zimanên biyanî dinasin." Her du civînên pêşî di 1987an de li bajarê Barselona, paytexta Katalonyayê çêbûn. Piştî çend civînan li Bruksel, Berlîn, Loland (Danîmarka), Dihok û Parîsê, beşdar, ku bi piranî li Swêdê dimînin, çêtir dîtin ku êdî ji şeş mehan carekê li Swêdê, li girava Biskops Arnöyê, bicivin. Berhemên her civînê di hejmareke taybetî de tên weşandin.

Kurmancî berhema xebata van 20 salan e û kitêba Avesta a 320an e.