BI AWAYEKÎ GIŞTÎ DÎROKA KURDAN

Kendal NEZAN
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê

Kurd kî ne ?

Ji ku tên? Bi awayekî giştî, dîroknas ji bo ku wan weke yek ji saxê Îranî yê malbata mezin a gelên hînd-ewrûpî bi hesibînin li hev dikin. Dema heyamên berîtarîxê, qiraliyetên bi navê Mîtanî, Kasît, Hûrî li ser axa çiyayî ya di navbera deşta Îranê û hewza jorîn a Firatê de xwedî desthilat bûne. Berî Zayînê (B. Z.) di sedsala VII-an de, Medên Kurd tên hisêb, weke çawa ku Golois Fransî tên hisêb, împeratoriyekê ava dikin ku ew jî B. Z. di sala 612-an de desthilata Asûriyan ji holê radike û li hemî Îranê û Anatolya navîn dibe xwedî desthilat. Êdî ev tarîxa 612-an ji aliyê neteweperestên Kurd ve weke destpêka desthilatdariya Kurdan tê hisêb.

Desthilata siyasî ya Medan nêzîkî navenda sedsala VI-an a B. Z. bi dawî tê, lê dîn û şaristaniyeta wan heta heyama Îskenderê Mezin li Îranê xwedî desthilat dimine. Ji vê tarîxê pê ve û heta belavbûna îslamê, pêşeroja kurdan, ku cografyanas û dîroknasên grekî j iwan re dibêjin Karduk/Carduques (an Kardoukhoy) dê bi ya gelên din ên împaratoriyên ku li ser axa îraniyan li pey hev ava dibin ; Selçûkî, Partî û Sasaniyan ve girêdayî bimîne.

Piştî berxwedaneke dijwar a li dijî dagîrkirinên ereb-misilmananan, Kurd, bêyî ku bi tevayî arabîz e bibin mecbûr dimînin îslamê qebûl dikin. Vê berxwedanê nêzîkî sedsalekê dom kir. Eşîrên kurdan ji sedemên dînî bêtir ji ber sedemêm civatî li hember eşîrên ereban diberxwedan. Ji bo îknakrina Kurdan û misilmankirina wan, hemî îmkan hatin biaranîn, heta bighê stratejiya jin dan û anînê. Weke mînak, diya xelîfeyê dawîn ê Emevîyan, Merwan Hakim kurd bûye.

Bi saya lawazbûna desthilata xelîfeyan, Kurdên ku ji berê de di warên hûner, tarîx û felsefê de de rolekî serekî dilîstin, ji destpêka nîveka sedsala IX-an pê ve hêza xwe ya siyasî bi awayekî vekirî dan îsbat kirin. Di sala 837-an de, mîrekî Kurdan ê bi navê Rozegite li ber delavê gola Wanê bajarê Xelatê avakir û ew kir paytextê mîrekiya xwe ya ku ji aliyê fikrî ve azad û bi awayekî fiîlî jî ser.bixwe bû. Di beşê duduyan ê sedsala X-an de Kurdistan di navbera 4 mîrekiyên mezin ên kurd de hate parvekirin. Li Bakur Şedadî (951-1174), li Rojhilat Hesenwahidî(959-1015) û Banû Anazî (990-1116) û li Rojava Merwanî (990-1096)-yên Diyarbekirî. Ger pêvajoya dîrokê ji aliyê îstlayên bi girseyî yên gelên ku ji stepên Asya navîn serî hilanî bûn nehata serûbinkirin, yek ji van xanedanan dikaribû, bi sedsalan, serdestiya xwe li ser yên din ferz bikira û Dewleteke ku hemî welatê Kurdan bigirta nav xwe ava bikira. Piştî fetha Îranê û ferzkirina nîrê xwe yê bindestiyê li ser xelîfeyê Bexdayê, . Tirkên selçûkî yek bi yek ev mîrekiyên Kurdan jî bi xwe ve girêdan. Ber bi salên 1150 ve, siltan Sancarê hikumdarê mezin ê dawîn ê Selçûkiyan, Kurdistan kir eyaletek.

Heta wê demê ji aliyê cografyanasên grekî ve navê Medya li welatê Kurdan hatibû danîn û ereban jî bi mana çiya ji vî welatî re digot « Cîbal ». Ango siltanekî Tirk, bi mana welatê kurdan, navê Kurdistanê lê kiriye. Paytextê eyaleta Kurdistanê ya ji aliyê Sancar ve hatibû destnîşankirin Bahar (bi mana biharê) bû, ku nêzîkî Ekbatana antîk, paytextê Medan e. Ev eyalet wîlayetên Sincar û Şehrizorê yen li rojavayê rêzçiyayên Zagrosan, wilayetên Hemedan, Dinaver û Kermanşah ên li rojhilatê rêzeçiyayê navborî digre nav xwe. Bi awayekî giştî, ev destnîşankirin, bi tenê beşekî başûrê Kurdistana beşerî digre nav xwe. Şaristaniyeteke orijinal a ronîdar li derdora bajarê Dinaverê pêşdiket - îro wêran bûye.-, ku 75 km li bakurêrojhilatê Kermanşaha îro dikeve, tîrêjên vê ronahiyê paşê qismî be jî ciyê xwe didin yen Sineyê, ku 90 km li bakur dikeve.

Piştî wendabûna selçûkiyê mezin ê dawîn çi bigre bi dehsalekî, xanedaneke Kurd a Eyûbiyan (1169-1250), ku ji alî Selehedînê navdar ve tê avakirin xwiya dibe û nêzîkî sedsalekî serkêşiya dinya misilman dike, heta ku Tirkên Moxol di sedala XIII-an de tên herêmê dagîr dikin. Sîma mezin a Selehedîn û serketinên wî yên li hemberî xaçperestan têra xwe li Ewrû pa tên naskirin. Împeretoriya wî çi bigre ji tevayiya Kurdistanê wêdetir, hemî Sûriye, Misir û Yemen jî digirt nav xwe. Ew jî piçekî weke Împeretoriya romen jermanîk a ku dixwest hemî gel, qraliyet û mîrekiyên Ewrûpa qatolîk bîne cem hev bû. Wê gavê dem dema xaçperestan, ya serdestiya dînî ya li ser siyasetê û netewetiyê bû. Çawa ku Saint Louis ne neteweperwerekî fransî bû, Selehedîn jî jê zêdetir ne niştimanperwerekî kurd bû.

Diyarbûna Kurdistanê weke diyardeyeke cografîk a naskirî, serdestiya xanedaneke kurd li ser cîhana misilman, şewqdana edebiyateke girîng a nivîskî ya bi zimanê kurdî ji diyar dikin ku sedsala XII-an misoger heyameke dewlemend a bi mişt bûyerên dîroka kurdî bûye. Her wiha di vê sedsalê de ye, ku dêra nestûriyan a navenda wê li Kurdistanê ye dibe xwedî nifûzeke pirr mezin li herêmê. Misyonerên vê dêrê li hemû Asyayê, ji Tîbetê heta Sin Kiangê, Moxalîstan û Sumatrayê belav dibin. Serketina herî balkêş a van mîsyoneran, di sala 1258-an de dîn guhertina xanê mezin ê moxol Gouyouk e. Her wiha di sala 1253-yan de, Saint Louis jê re Guillaume de Rubrouck, ku di sefera bi navê « Xaçperestên Moxol » a ser Bexdayê jî tê bi nav kirin de rolekî girîng dilîze. Di sala 1258-an de, dema ku Hulagûyê Moxol ê ku di bin tesîra mîsyonerên dêra navborî de mabû, Bexdayê digre, xelîfe dide kurştin û çavdêriya ku serayekê bidin katolikosê nestûriyan dike. Di dawiya sedsala XIII-an de, Moxol jî îslamê qebûl dikin û Nestûrî tên qir kirin. Navenda patrikiya wan, bi dirêjiya sedsalan cîh diguhere lê hertim li Kurdistanê dimîne.

Di nêviyê duduyan ên sedsala XV-an de welatê Kurdan dibe qada îstilayên Tirkên Moxaol û bi yekbûna ziman, çand û şaristaniyeta xwe ve bû xwediyê statuyeke otonom, lê ji aliyê siyasî ve bi rêze mîrekiyên xwe ve perçe perçe ma. Niha, hestê xwedî welatekîbûnê her jîndar e, bi kêmanî di nav kesên xwende de. Şairekî sedsala XVI-an, ji mîrekiya Botan, Melayê Cizîrî, ku weke Ronsardê kurd tê hisêb xwe bi van risteyên li jêrê wiha îfade dike:

  Gula baxê îremê Botan im ez
  Şevçirayên şevên Kurdistan im ez

Di destpêka sedsala XVI-an de welatê kurdan di navbera împeretoriyên Osmanî û Îranî de dibe sebebê esasî yê şerê parvekirinê. Şahê nû yê Faris ku şiîtiyê wekd dînê Dewletê dixwaze li Îranê bide qebûlkirin li riyên belavkirina wî li nav welatên cîran jî digere. Osmanî jî ji aliyê xwe de, dixwazin ji vê armanca belavkirina nifûzê ya Şah re bêjin bes e, ji bo ewlehiya sînorê xwe yê bi Îranê re misoger bikin da ku karibin dest bi fetihandina welatên ereban bikin. Kurdên ku di navbera herdû hêzên dêwîn de dimînin û ji aliyê siyasî ve jî bela ne, êdî şansê wan ê ku weke hêzeke serbixwe tevbigerin namîne. Di 1514-an de, siltanê tirk şahê pers bi awayekî tar û markirî têk dide. Bi tirsa ku ev serketina wî dikare nemîne heta dereng li îmkanên misogerkirina ewlehiya vî sînorê paraztina wî zor ê bi Îranê re digere. Di vê navê de yek ji şêwirmendê wî yê ku herî bêtir guhdariya wî dikir rûsipiyê kurd Idrîsê Bidlîsî, fikra ku hemî mafê û îmtiyazên berê yen mîrên kurd bide wan û li hember vê paraztina vî sînorî bispêre wan û dema nelihevkirina îranî û osmaniyan aliyê Osmaniyan bigrin û ji bo wan şer bikin. Siltanê tirk Selîmê I-ê bi plana şewirmendê xwe yê kurd qebûl dibe û ew jî diçe yek bi yek mîr û serekên kurd dibîne ji bo wan îkna bike ku peymaneke wiha li gor berjevendiyên Kurd û Osmaniyan tev de ye.

Serokên Kurdan ên rûbirûyî tercîha ku rojekê bi ser împeretoriya Pers ve bên berdan an jî li hember otonomiyeke berfireh bi aweyekî şiklî serdestiya siltanê osmanî qebûl bikin bûbûn, tercîha dawîn ji xwe re hilbijartin û bi vî awayî Kurdistan an jî hîn bêtir bêhejmar keleh û mîrekiyên wê bi riya dîplomasiyê ketin himêza osmaniyan. Karê Idrîsê Bidlîsî ji ber ku ew rûsipiyekî naskirî bû û herkesî rêz û herkesî rêz û hirmeta wî digirt û bi taybetî jî ji ber prestîjê mezin ê bavê wî, Şêx Husamedîn ê ku rêber û sofiyekî rûhanî yê pirr bi nifûz bû hêsan bû. Bidlîsî her wiha nivîskarê berhema bi navê Heşt Bihişt e ku tê de bahsa desthilata heşt siltanê osmanî dike û weke dîroka giştî ya Împeratoriya osmanî tê hisêb.

Vê statuya taybetî nêzîkî sêsed salî aşitî li Kurdistanê misoger kir. Osmaniyan li ser axa kurdan bi tenê çen garnîzonên stratejîk kontrol dikirin, lê wekî din welat di bin desthilata axa û prensên kurd de bû. Ji xeynî silsileyeke serokeşîrên biçûk ên xwediyê bermayên pêşiyên xwe, 17 mîrekî yan desthilatên xwedî ototnomiyeke berfreh li Kurdistanê hebûn. Hin ji wan ên wek mîrekiya Erdelan, Hesenkêf, Botan û Rewandûz xwedî nîşanên serxwebûnê bûn; li ser navê xwe pere çap dikirin û xudbe didane xwendin.

Tevî midaxeleyên carcaran ên desthilata navendî jî, vê statuya xweser bênavberiyeke mezin heta destpêka sedsala XIX-an, bi riza Kurdan û Osmaniyan tev de dewam kir. Osmaniyên ku bi saya bariyera bihêz a Kurdan li hemberî Îraniyan dihatin paraztin dikaribûn hêzên xwe li ser hin sînorên din kom bikirana. Lê Kurd, her bi awayekî fiîlî di birêvebirina karûbarên xwe de serbixwe bûn. Ew bi rastî jî bi karê xwe yê navxweyî mijûl, ji dinyayê bêxeber dijiyan û welatê wan di navbera rêze mîrekiyan de parvebûbû, lê di heman demê de li Almanya 350 dewlet hebûn û Îtalya ji Kurdistanê hîn bêtir perçe bûbû. Her koşk û serayeke Kurdan her wiha bûbû navendeke girîng a jiyana edebî û hunerî. Û bi tevayî, tevî pêrçebûna siyasî jî, ev peryod bûbû heyameke zêrîn a afrandina wêjeyî, muzîkî, dîrokî û fîlozofî ya kurdî. Di 1596-an de, mîr Şeref Xan berhema xwe ya bi nav û deng “Cerefname yan jî Fastes-a netewa kurdî” diafirîne û çap dike. Medreseyên dînî yên Cizîr û Zaxoyê dibin navendên hemî cîhana îslamê, bajarê Xelatê dibe xwedî nêrîngeheke naskirî ya zanyariyên xwezayî. Di warê perwerde û muzîka dînî de nav û dengê şêxên sofîzmê yên wek Gulşenî û Îsmaîl Çelebî heta bi Stembolê belav dibe. Hin Kurdên xwedî azwerî yên weke şair Nabî, Nefî ji bo xwe têxin çavê siltên bi tirkî nivîsî ne.

Çend kesên bîrewer ên peşbîn yên wek şairê mezin ê klasîk ê sedsala XVII-an Ehmedê Xanî netê, xwiyaye xwende û mîrên Kurdan bawer dikirin ku ev statuya wan dê her berdewam be û êdî pêdiviya wan bi guhertina wê tuneye. Di 1675-an de, berî şoreşa fransî ya ku fikra Neteweyî û Dewleta neteweyî li rojava belav kir bi sedsalî, Xaniyê şair, di destana xwe ya bi navê “Mem û Zîn”ê de, bang li Kurdan dike ku bibin yek û Dewleta xwe ya yekbûyî bi xwe ava bikin. Lê ne arîstaokrat û ne jî gelê kurd dê guh li vê banga wî bikira. Li ser erda îslamê, weke ku di wê demê de li nik xiristiyantiyê jî wiha bû, hestê dînî bi awayekî giştî di ser yê neteweyî re bû. Her mîrek bi berjevendiyên xanedana xwe, hêzên malbatî, klanî yan jî xanedaniya xwe ku di ser her tiştên din re digirt mijûl bû. Xanedanên ku serweriya gelên nekurd jî dikirin ne kêm bûn. Weke mînak, di sedsala XI-an de, Farsistan, eyaleteke farisiye ku bi awayekî serketî ji aliyê xanedaneke kurd ve hatiye îdare kirin; her wiha, ji 1242-yan heta 1378-an, eyaleta Xoresanê ku li Bakurêrojhilatê îranê dikeve xwedî xanedaneke Kurd bû û ji 1747-an heta 1859-an, ji bo Belûcîstana dûr ku niha beşek ji Pakîstanê ye jî rewş wiha bû. Dîsa, divê rastiya ku filan an bêvan beşê axa Kurdan ji aliyê desthilatdarên biyanî ve heta roja me hatiye îdarekirin weke ku nayê qebûlkirin neyê dîtin.

Fikra Dewleta netewî û neteweperweriyê bermayeke Şoreşa fransî ye. Vê fikrê bi taybetî jî li her du welatên perçebûyî û heta dereceyekê bikêrnehatî ji xwere zemîn dît; Almanya û Îtalya. Fikirkerên almanî yên weke Goerres, Brentano û Grimm in ku tesbîta divê sînorên siyasî, cografî û zimanî li hev bikin kirine. Wan Almanyayeke ku hemî Dewletên otonom ên piçûk himêz bike û bike Dewletekê xeyal dikir. Paşê pan-slavîsm û pan-tirkîzm jî îlhama xwe ji vê fikra pan-germanismê digrin. Ev fikir piçekî bi derengî, nêzîkî salên 1830-î, digihên Kurdistanê û mîrê Rewanduzê, Mîr Mihemed, ji sala 1830-î heta 1839-an bi van bîr û baweriyê ji bo Kurdistaneke yekgirtî ava bike şer dike.

Bi rastî jî, heta vê tarîxê, ta ku îmtiyazên wan neyên tehdît kirin, mîrên Kurdan rêza siltan-xelîfeyê Stembolê yê dûr girtine û qîma xwe bi îdarekirina mîrekiyên xwe anîne. Bi awayekî giştî, heta ku osmanî, di destpêka sedsla XIX-an de, destdirêjiya nav karê wan nakin û li riya ji navê rakirina otonomiya wan nagerin mîrên Kurdan serîhilnadin û teşebusî avakirina Kurdistaneke yekbûyî nakin.

Şerên ji bo yekbûn û serxwebûna Kurdistanê, di beşê yekê yê sedsala XIX-an de dest pê dikin. Di sala 1847-an de, mîrekiya serbixwe ya dawîn a Botan jî hildiweşe. Di şerê li hember Kurdan de, bi saya şîret û alîkariya hêzên ewrûpî, ev dem dibe nîşana serketina hêzên osmaniyan. Weke mînak, di nav refên osmaniyan de hebûna şêwirmendê eskerî û sertîpê ciwan Helmut von Moltke balkêş e.

Ji 1847-an heta 1881-ê, di bin birêvebiriya serokên gelerî de, ku gelek caran kesên dîndar in, ji bo avakirina Dewleteke kurdî serîhildanên nû bala mirov dikşînin. Van rêze serîhildanên ji hev bela û herêmî yên li dijî desthilata navendî heta şerê Cîhanê yê Yekê dom kirin, lê hemî jî bi awayekî hovane hatin serkutkirin.

Sedemên têkçûna van tevgeran gellek in: tunebûna otorîteyeke yekgirtî, perçebûna feodalî, şerê desthilatê yê di navbera mîr û serokeşîrên kurdan de, midaxeleya hêzên mezin a li gor berjevendiyên Osmaniyan.

Piştî ilhaqkirina yek bi yek a mîrekiyên kurdî, bi belavkirina comerdane ya wezîfe û mehaneyan û avakirina dibistanên bi navê eşîretê ku armanca wan prensîbê sedeqeta bi siltan re fêrî zarokên serokeşîrên kurdan bikin bû, desthilata tirk dest û zendên xwe badan ku arîstokrasiya kurdî integre bike. Ev teşebusa integrasyonê ya wek ya Louis XIV heta radeyekê bi ser ket. Lê wê herwiha, bi xwe re derketina holê ya elîteke modernîst a kurdî jî anî. Bi rêberiya wan, li Stembolê, tevgereke siyasî ya modern derket holê û li gel wê jî bi sedan komele û civatên xêrxwaz û welatparêz ku dixwestin fikra xwe bi rêxistinkirinê li nav gelê kurd belav bikin û tevgereke rêxistî ava bikin.

Divê em bi kurtî bêjin ku di dawiya vê sedsala XIX-an de Împeretoriya osmanî ketibû ber sanciyên neteweyî, her gelekî dixwest ji xwe re Dewleta xwe ya neteweyî ava bike. Piştî teşebuseke bê encam a paraztina vê civata ji hev de ketî bi îdeolojiya pan-osmanîzmê, paşê jî bi pan îslamîzmê, elîtên tirk bi xwe jî bûn pan tirkîst û ji bo avakirina împeretoriyeke tirk ji Balkanan heta bi Asya navîn dest bi têkoşînê kirin.

Civata kurd Şerê yekê yê Cîhanî bi perçebun, bi serkutkirin û bêyî projeyeke hevbeş a ji bo pêşeroja xwe derbas kir. Di 1915-an de, hevpeymaniya fransî-brîtanî ya bi navê Sykes-Picot dixwaze welatê wan perçe bike. Di wê navê de Kurdan bi xwe jî li ser pêşeroja gelê wan dê sibê çi be li hev nedikirin. Hin ji wan di bin tesîra îdeolojiya “pan-îslamîzm”a siltan-xelîfe de bûn û silameta gelê kurd di çarçoveya otonomiyeke çandî û îdarî ya bi Împeretoriya Osmanî ve girêdayî de didîtin. Hinên din, prensîbên neteweperweriya îdealên Şoreşa fransî û yên serokê Dewletên Yekbûyî, Wîlson dipejirandin û ji bo serxwebûna giştî ya Kurdistanê têdikoşan.

Dubendiya di navbera van her du aliyan de, piştî têkçûna Osmaniyan a li heber Hêzên Hevpeyman a di 1918-an de gurrtir bû. Alîgirên serxwebûnê, ji bo “daxwazên netewa kurd” temsîl bikin, bi lez delegasyonekê dişînin Konferansa Versailles-ê.

Ev helwesta wan, weke ya netewa kurd, ji aliyê Koma Milletan ve jî tê qebûl kirin. Bi rastî jî, Peymana Navneteweyî ya Sevrê ku di 10-ê tebaxa 1920-î de, di navbera Hevpeymanên wek Frasa, Birîtanya Mezin û Dewletên Yekbûyî û Împeretoriya Osmanî de pêk tê, di beşê xwe yê III-yan (mad. 62-64) de, li ser beşekî axa Kurdistanê avakirina Dewleteke kurdî qebûl dike. Lê ev peyman dê bi tenê li ser kaxezê bimîne, cîbicîkirina wê ji ber bêhêzbûnê dê bi awayekî pratîk pêk neyê.

Ji aliyê din ve, bazkê gelerî yê tevgera kurdî ku bi taybetî jî di bin tesîra rêberên dînî de ye û di nav civata kurdî de baş bicîh bûye, li riya “xwe parastina ji têkçûneke li heber xiristiyanan a li Rojhilat û Rojava” û avakirina “Dewleteke Tirk û Kurdan” li ser axa azadkirî ya misilmanan digere. Dewleteke giştî û li ser esasê biratiyê dihate hêvîkirin. Li ser vî bingehî peymanek bi serokê neteweperestên tirk Mistefa Kemalê ku hatibû Kurdistanê ji bo alîkariyê ji serokên Kurdan bixwaze da ku Anatoliya dagîrkirî û “siltan-xelîfeyê ku fiîlî bûbû girtiyê xiristiyanan” azad bike. Hêzên yekemîn ên şerê serxwebûnê yê Tirkiyê bi rastî jî ji eyaletên kurdan hatin berhevkirin.

Heta serketina wî ya rasteqîn a li heber Yûnaniyan di 1922-yan de, Mistefa Kemal dev ji soza xwe ya avakirina Dewleteke misilman a Tirk û Kurdan berneda. Bi awayekî eşkere Sovyetîkan piştigiriya wî kir, û bi bin re jî Fransî û Îtaliyên ku ji dilbijîna bêhed a kolonyalîsma birîtanî ya li herêmê ne razî bûn destek danê. Piştî serketînê, li Konferansa aşitiyê ya Lozanê jî, delegeyên tirk piştrastkirin ku li ser navê neteweyên xwiş ên Kurd û Tirk diaxivin. Di 24-ê temûza 1923-yan de, di vê çarçoveyê de peymaneke nû di navbera desthilata kemalîst a Enqerê û hêzên hevpeyman de hate îmze kirin. Vê peymanê bêyî tu misogerkirineke rêza ji bo mafên kurdan beşê mezin ê Kurdistanê fedakir, bi ser Dewleta nû ya Tirk ve berda û peymana Sevrê pûç kir. Berê jî, bi li hev kirina fransî û tirkan di 20-ê çiriya pêşîn a 1921-ê de, Fransa wîlayetên Cizîr û Çiyayê Kurmênc yên Kurdan bi ser Suriyeya di bin hîmayeya xwe de berdabûn. Kurdistana Îranê ya ku beşekî wê yê mezin di bin kontrola serokê kurd Simko de bû li hember desthilata navendî ya farisî di rewşeke nîv-serbixwe de bû.

Çarenûsa wîlayeta kurd a Musilê ya bi petrola xwe dewlemend hîn ne diyar bû. Tevî ku di referandûmeke ji aliyê Koma Miletan ve hatibû organîzekirin de ji 8-an 7-ê nifûsa wê dilxwazê Dewleteke kurdî ya serbixwe bû jî, Tirk û Birîtaniyan her hinekan ji aliyekî ve dixwestin wê bi xwe ve girêbidin. Bitîtanya Mezin a ku digot bêyî dewlemediya kiştûkal û petrola vê wîlayetê Dewleta iraqî nikare bijî, di encamê de îdareya wê di 16-ê çileyê pêşîn ê 1925-an de ji Konseya KM sitend û ev axa kurdan jî bi ser Iraqa di bin hîmayeya xwe ve ilhaq kir. Wê bi kêmanî soza desthilateke kurdî ya otonom dabû, lê ev soz ne ji alî Birîtaniyan ve û ne jî ji alî rejima iraqî ya ku ciyê birêvebiriya birîtanî di 1932-yan de girt ve nehate cîbicîkirin.

Bi vî awayî di dawiya 1925-an de, welatê Kurdan, ku ji sedsala XII-an bi vir de bi navê Kurdistanê dihate naskirin, di navbera 4 Dewletan: Tikiye, Îran, Iraq û Suriyeyê de hate parvekirin. Û piştî dîroka xwe ya dûr û dirêj cara pêşîn, dê ji otonomiya xwe ya çandî jî bêpar bimana.

Bi rastî jî, fatîh û împeratorên navborî bi hin avantaj û îmtiyazên aborî, siyasî û eskerî qîma xwe anîn. Yekî ji wan jî nikaribû rê li ber vî gelî bigrin ku wî jî çand û azadiya jiyana wî ya entelektuelî bêpar bihêlin. Yekî ji wan jî di projeya perçekirina kesayetiya wî ya kurdî de, bi riya wî ji rihên wî yên vê çanda wî ya bi hezarsalan kirinê di bêkesayetikirina vî gelî de bi ser neket.

Ev proje bû ya nijadperestên tirk, ku xwestin ji Tirkiyeyê, ji civata wê ya bi tevayî pirçandî, piretnîkî û pirnetewî, neteweyekî û formeke yekgirtî çêkin; paş Iraq û Îranê jî dan ser vê riyê. Mirov dikare li Nehrû jî şaş bimîne “ku neteweperweriyeke xweparêz xwe guhazt bû neteweperestiyeke êrîşkar, û ku têkoşîneke ji bo azadiyê xwe guherî bû têkoşîneke serdestiya li hember yên mayî. Qurbanê cografya xwe, dîrok û her wiha jî pêşiya xwe nedîtina birêvebirên xwe, gelê kurd bêşik bu civateke ku bedelê herî giran da û ji ber ji nû ve çêkirina nexşeya Rojhilata navîn pirr janê dikşîne.