ENSTITUYA KURDÎ ÇI YE ?

Enstîtuya Kurdî ya di sibata 1983-yan de hatiye avakirin, saziyeke çandî ya serbixwe, ne polîtîk û laîk e, ku ronakbîr û hunermendên kurd ên xwedî bîrûbaweriyên cihê û pisporên rojavayî yên cîhana kurdî di bin banê xwe de kom dike.

Armanca wê hişyarkirina civata kurd e, da ku li ziman, dîrok û bermayê xwe yê çandî xwedî derkeve, alîkariya entegrebûna koçberên kurd ên li Ewropa di civata ku pêşwaziya wan dike de bike û Kurdan li gel çand, welat û rewşa wan a aktuel bi gellên biyanî bide naskirin.

DESTÛR Û SAZÎ

Piştî xebata deh salan a bi forma Komelayetiyê ya li gor qanûna 1901-ê, Enstîtuya Kurdî, bi biryara resmî ya 2-yê sibata 1993-yan a Serokwezîrê fransî, bû weqfeke ku di xizmeta berjevendiyên giştî de be hate naskirin (Rojnameya fermî ya 4-ê adara 1993-yan).

Ew ji aliyê 15 endamên Desteya birêvebiriyê, ku dudu ji wan nûnerên wezareta Çandî û ya Navxweyî ya fransî ne ve tê birêvebirin. Ev Deste ji sê salan carekê nû dibe. Ew di nava xwe de, ji bo sê salan, serokekî, du cîgirên serok, xiznedarek û sekretereke ku buroya Enstîtuyê pêktîne hildibijêrin.

Desteya birêvebiriyê ya niha di hezîrana 1996-an de hatiye destnîşan kirin. Serokê wê fîzîsyenê nûkleerê Dr. Kendal Nezan e ( Fransa); cîgirên serokê wê, profesorê Zanyariyên siyasî li Zanîngeha Swansea Dr. Abbas Valî (Brîtanya Mezin) û profesor li Zanîngeha Amsterdamê Dr. Fuad Hussein e (Holenda). Karê xeznedariyê ji aliyê professora ziman û şaristaniyeta kurdî li INALCO-yê Xanim Joyce Blau ve tê birêvebirin. Hiqûqnas Kamûran F. Çeçen jî weke sekreter kar dike. Desteya birêvebiriyê her wiha jî heft kesayetiyên din ên Kurd li Almanya, li Suedê, li Brîtanya Mezin û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û di çarçoveyeke berfireh de pirrengiya dîaspora kurdî ya Rojava ku nêzîkî milyonek Kurd e, digre nav xwe.

Bi hesasiyeteke demokratîk, pluralist û beşdariyeke heta ku mimkun be berfireh a ronakbîr, nivîskar, lêkolîner û hunermendên dîaspora kurdî di çalakiyên xwe de, Enstîtuya kurdî ji xwe re Desteyeke Çandî û Zanyarî (DÇZ) daniye ku ew jî ji pênc beşan pêk tê: Zanyariyên mirovî, Ziman û wêje, Huner, Ragihandin û mafên mirovî û Jîndarkirina çandî-civatî.

Ev beş biwarên çalakiyên ku ji alî destûra Enstîtuyê ve hatine pêşbînîkirin digrin nav xwe. DÇZ jî organeke hilbijêr a Enstîtuyê ye. Endamên wê, her ji sê salan carekê bi awayekî sergirtî dengên xwe didin û endamên Desteya birêvebir a Enstîtuyê hildibijêrin.

Enstîtuya Kurdî bi piştgiriya çalak a gellek entelektuelên rojavayî ku destekê didin karê wê pirr kêfxweş e. Ev komîteya piştgiriyê bi taybetî ji navên li jêrê pêk tê:

Simone de Beauvoir, nivîskar; Maurice Béjart, koreograf; Elena Bonner, jina A. Sakharov, parêzvanê mafên mirovî; Sean Mac Bride , xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê; Gérard Chaliand, nivîskar û pisporê Cîhana Sisiyan, profesor li Harvard University û li École Nationale d'Administration (Paris) ; Bernard Dorin, balyozê Fransa, şêwirmendê Dewletê; Miguel Angel Estrella, muzîsyenê Arjantînî; Bernard Kouchner, Sekreterê Dewletê yê Noşdariyê, danerê Doktorên Sînornenas, serokê rûmetê yê Doktorên Cîhanî; Jean Lacouture, nivîskar û rojnamevan; Claude Lanzmann, nivîskar, xwediyê senaryoya fîlma "Shoah"; Claude Lefort, nivîskar û fîlozof; Jean Malaurie, etnolog ; Léo Matarasso, parêzer, serokê Komela Navneteweyî ya ji bo azadiya gelan; Rigoberta Menchu, xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê; Danielle Mitterrand; Edgar Morin, sosyolog û nivîskar ; Henri Noguères, parêzer, serokê kevn ê Komela fransî ya mafên Mirovî; Adolfo Perez Esquivel, xwediyê Xelata Aşitiyê ya Nobelê; Madeleine Rebérioux, dîroknas, serokê kevn ê Komela mafên Mirovî; Maxime Rondinson, rojhilatnas û îslamolog; Andreï Sakharov, xwediyê Xelata Aşitiyê ya Nobelê; Laurent Schwartz, matematisyen, profesorê matematîkê li Ecole Polytechnique; Paul Thibaud, birêvebirê kovara Esprit; Germaine Tillion, sosyolog; Jean-Pierre Vernant, profesor li Collège de France; Pierre Vidal-Naquet, helenist û nivîskar, profesor li Sorbonê; Gunter Walraaf, rojnamevanê almanî; Marguerite Yourcenar, nivîskar.

Danerên Enstîtuyê entelektuel û hunermendên kurdî yên li Kurdistanê bi navûdeng in. Hin ji wan ev in: hunermendê sînemayî Yilmaz Güney ku bi fîmê xwe yê bi navê Yol di Festîvala Cannesê ya 1982-yan de Palmiyeya zêrîn wergirt, şairê kurd li Suriyê Cegerxwin; Hejar, şair û zimannasê kurd li Îranê, wergêrê farisî yê Avicenne, yê kurdî yê Kuran û Omer Xeyam; Tawfiq Wahby, zimannas, wezîrê kevn ê Perwerde yê Iraqê; Prof. Q. Kurdo, grameriyen û zimannas li Enstîtuya rojhilatnasiyê ya Lenîngradê; H. Cindî, nivîskarê kurd ê li Ermenîstanê ; Remzi Rasa, resamê Kurd li Fransa; N. Zaza, nivîskar û zimannasê kurd li Swîsreyê.

HATINÎ

Bi saya kampanyayeke alîkariyê ya dravî li nav Kurdan û dostê kurdan, Enstîtuya kurdî, ji sala 1987-an û bi vir de, bû xwediya avayiya xwe. Her wiha butçeyeke wê heye ku hatiniya wê ji bo fînansekirina çalakiyan tê bikaranîn. Ev butçe, divê ji bo çalakiyên çandî û civatî bê bikaranîn, bi selefê nayê dayin û alîkariya ji derve de pêdiviye weke bexş, hibeya giştî û taybetî bê kirin. Bexşên kes û şîrketan di çarçoveya sînorê ji % 6-ê hatiniya tabiê bacê û 3,5-ê jimareya kar de di ber bacê de tên hisêb.

Ji her ku avabûye, Enstîtuya kurdî, ji bo piştgiriya projeyên xwe, ji alîkariya Dewletê, bi taybetî jî ji ya Fona xebatên civatî ya Wezareta Rewşenbîrî ya Fransa îstifade kiriye. Her wiha rêxistinên taybetî yên weke CCFD, Weqfa France-Libertés û Doktorên Cîhanî jî bûne hevkarê fînansekirina hin xebatên wê.

Di encamê de, bi saya prestîja xwe ya li seranserê Ewropayê, Enstîtuya kurdî, ji bo hin projeyên xwe, bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê, Ajansa Swêdî ya ji bo pêşketina navneteweyî, Wezareta Derve ya Norveçê, Navenda Navneteweyî ya Olof Palme, Tevgera Karkerên Norvecê (LO), Hikûmeta Katalonya û gelek belediyeyên Îtalyan jî hatiye onorekirin.

Bi hesasiyeta ji bo serxwebûna xwe, Enstîtuya kurdî, hemî bexşên ku karibin tesîrê lê bikin red dike. Her wiha jî hemî alîkariyên diravî yên Dewletên ku gelê Kurd di bin zordestiya wan de ye û bi awayekî giştî jî alîkariya hemî dewletên ne demokratîk red dike.

Mihasebeya Enstîtuya kurdî ji alî kabîneyeke mihasebê ya resmî ve, ku ji alî Mifetişekî sondxwarî ve hatiye naskirin tê girtin û di bin kontrol compromettre a Dewletê de ye.