Enstituya kurdî
Plana Malperê   Ajouter aux favoris   Bike rûpela destpêk  
    Şemî, 10 gulanê 2008 Version Française English Version Versiona Kurdî
Imprimer cette page
 


Publications en vente
WEŞANÊN
firotinê


Bulletin de liaison et d'information


Vols vers le Kurdistan irakien





Enstîtuya kurdî, ji her ku di sibata sala 1983-yan de avabûye, bi riya pêşbirkê, ji bo gîhandina kadirên çandî û zanyarî yên kurdî hersal bûrsên xwendina bilind dide. Hete niha, bi vî awayî, bi sedan xortên kurd bi saya van bûrsan derfeta domandina xwendina xwe dîtin.

Ji bo sala xwedina bilind a 2008-2009-an, bîst bûrsek li ber destê Enstîtuya kurdî heye ku mîqdar û wexta wan li gor biwarê xwendinê diguhere. Ev bûrs ji bo dewrên xwendinê yên welatên Ewropî an jî yên bi wan ve girêdayî tên dan.

BÛRSÊN XWENDINA BILIND ÊN
ENSTÎTUYA KURDÎ

Ji bo sala xwendinê ya
2008 - 2009

Daxwaznameya bûrsê divê, tevê belgeyên li jêr bi rêzkirî,
herî dereng di 31ê tîrmehê da bigihîje Enstîtuyê :
  • Nameyeke bi dest nivîsandî ku tê de xwendekar xwe dide nasîn û dibêje dixwaze çi bixweyne û ji bo çi
  • Serborîya xwendekar (rewşa kar û xwendinê)
  • Fotokopiya dîplomayên xwendekar tevî wergera wan a fransizî an jî îngilîzî ya rastandî (tasdîkkirî)
  • Fotokopiya nasnameyeke xwendekar (pasaport an jî belgeya rûniştinê)


ŞERTÊN BERENDAMETÎYÊ
Îmtîhan ji bo hemû keç û xortên Kurd ên ku bi kêmanî xwedî dîploma lîsê ne vekiriye. Berendam divê ji sazîyeke mîrî an jî taybetî ya din bûrs an jî alîkarîya xwendinê nestînin. Sînora emr ji bo ew kesên ku xwedî dîploma lîseyê ne 26, ji bo kesên xwedî lîsans û master jî 30 ye. Kesên ku hemwelatiyê yek ji welatên Yekîtîya Ewrûpayê bin, ji ber sedemên hiqûqî û îdarî nikarin bûrs bistînin.

KOMÎSYONA BÛRSAN
Daxwazname ji aliyê komîsyoneke heft kesî ku ji lêkolîner û profesorên kurd yên Îran, Irak, Tirkiye û Sûriyê pêk tê, tên tetqîq kirin. Di mafdayina bûrsan da wê pêşanî ji bo jinan, ji bo xwendekarên bi emr biçûktir, yên ku ji niha va xwedî dîplomayên zanîngehî ne û dixwazin doktora xwe bikin û yên ku baş kurdî dizanin bê dayîn.


Dokumanên PDF
DaxwaznameKurmancî
DaxwaznameSoranî
ConditionFrançais
Şertên xwestinêKurmancî
Şertên xwestinêSoranî
İsteme şartlarıTürkçe
Têkilî agahiya Bûrsan

Not   : Ji bo şandina dosyayên we bi mail : bibliotheque
Note : Pour envoyer vos dossiers par mail : bibliotheque
Note : For sending your applications by e-mail : bibliotheque
Not   : Başvurularinizi e-mail yolu ile gondermek için bibliotheque


Enstituya Kurdî © 1997-2008 Fondation-Institut kurde de Paris, 106, rue La Fayette, F-75010 Paris - Tel.: +33 (0)1 48 24 64 64 - Fax: +33 (0)1 48 24 64 66