Çağrı
  Français

23:47:05
23 mai 2019
jeudi

download-pdf International Herald Tribune
May 20, 2008

Le Monde
21 mai 2008

Frankfurter Allegemeine
26 Mai 2008

New York Times
June 4, 2008

Taraf
5 Haziran 2008

APPEL
10 décembre 2004
«Que veulent les Kurdes en Turquie ? »


Institut


 

Dans la presse

1000 kurdan banga xwe da rojnameyên Ewropî

Netkurd


21/5/2008 | M.CILGIN

di bin sernivîsa “Banga Çareserîya Pirsa Kurd li Tirkiyeyê” belavokek di rojnameyên weka Le Monde û International Herald Tribune di rûpelek giş de belav bû 

1000 siyasetmedar, rewşenbîr û hunermendên kurd ku di nava wan de parlamenter û şaredarên DTP-ê, HAK-PAR, KADEP, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê jî hene di bin sernivîsa “Banga Çareserîya Pirsa Kurd li Tirkiyeyê” belavokek di rojnameyên weka Le Monde û International Herald Tribune  di rûpelek giş de belav kir

 Di vê belavokê de, bang li dewleta tirk tê kirin, ku dev ji înkara Gelê Kurd berde û têkeve nava hewildana çareserkirina pirsa kurd. Her weha di bangê de daxwaz tê kirin ku  ji DYA û Yekitiya Ewropayê navberkar bê tayîn kirin. Û ji bo navberkar jî navê Tony Blair, Bernard Kouchner, Martti Ahtisaari û Felize Gonzalez wek mînak tê nîşankirin.

Di balavokê de tê xwestin ku Tirkiye efûyeke giştî derxe û PKK-jî çek deyne.

Di vê belavokê de, ji dewleta tirk ev daxwaz tên kirin: “Naskirina mafên Gelê kurd, efûyek giştî, pêkanîna azadîya perwerdeya bi zimanê zikmakî û azadîya xwebirêxistinîkirinê.‘‘


Di vê belavokê de bi berdewamî wisa tê gotin: ‘‘Daxwaza me ew e ku em jî wek cîran û birayên xwe bibin xwedî heman mafan. Şer û tundî ji bo tu civakek qeder nîne, ji bo me jî nîne û divê nebe jî. Em qederek wisa red dikin.‘‘
 

Herweha di belavokê de te gotin, ku ji destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê heta niha mafên Gelê Kurd hatîye înkarkirin û hê jî di nava ji sedî zêdetir kanalên televizyonê tirk de, yek kaneleka ku bi zimanê kurdî weşane bike, nîne.‘‘


NetKurd.org 1000 kurdan banga xwe da rojnameyên Ewropî