Çağrı
  Kurdî

12:53:38
12 Tesrîn 2019
Sêşem

download-pdf International Herald Tribune
May 20, 2008

Le Monde
21 mai 2008

Frankfurter Allegemeine
26 Mai 2008

New York Times
June 4, 2008

Taraf
5 Haziran 2008

BANG
10 kanûn 2004
«Kurd çi dixwazin
li Tirkiyê»


Institut


 



Gaziya çareseriya aştiyane
ya pirsa kurdî li Tirkiyê

Em kesên ku li jêr îmzeya wan heye diyar dikin ku, em Kurd in û dixwazin bi vê nasnameya xwe bên nas kirin, li ser axa bav û kalên xwe bi rûmet û nasnameya xwe weke Kurd bijîn, zimanê xwe û çanda xwe bi serbestî îfade bikin.

Nasnameya gelê kurd ê ku ji destpêka avakirina Komara Tirkiyê û bi vir de nêzîkî ji çaran yekê nifûsa wê pêk tîne tune hatiye hesibandin, zimanê wî hatiye qedexe kirin û bikaranîna wî weke cirm hatiye hesibandin, çanda wî hatiye înkar kirin û ew hîn jî ji gellek mafên din ên mirovî bêpar hatiye hiştin.

Îro li Tirkiye ya ku namzeda beşdarbûna civata demokratîk a Yekîtiya Ewrûpî ye, ji sedî bêtir kanalên televîzyonê û bi sedan radyo li seranserê welêt weşanê dikin. Li dor sed û sîh saziyên perwerde û fêrkirinê hene ku di asta zanîngeh û xwendegehên bilind de ne hene. Lê, ne kanaleke televîzyonê heye ku bi zimanê kurdî weşanê bike heye, ne jî kanaleke radyoyê yan dibistaneke seretayî û navendî yan jî saziyeke bilind heye ku bi zimanê kurdî xizmeta perwerdeyê bide.

Daxwaza saziyên wiha weke sûc tê qebûl kirin, parlamenter û şaredarên ku bi dengên gel hatine hilbijartin jî bi vê tawanê tên darizandin.

Ji aliyekî ve hê jî realîteya kurdî li Tirkiyeyê nayê qebûl kirin û ji aliyê din ve jî ev realîte weke pirsa terorê tê dîtin. Ji bo çareseriya pirsê bi operasyonên eskerî yên li derveyî sînor li çareyê tê gerdandin ; ev yek jî, têkiliyên Kurd û Tirkan hê bêtir xirab dike, balansên herêmî û îstîqrara Birêveberiya Kurdistana Îraqê bi awayekî cidî tehdîd dike.

Birêveberên dewletê yên Komara Tirkiyeyê têvî van kirinên bê insaf carinan jî behsa biratiya Kurd û Tirkan dikin. Lê, ji biratiyê têgihîştina me kurdan ku yek ji gelên herî kevnar ên li ser vê axa ku ji medeniyetan re bûye dergûş, ji biratiyê ne ev e.

Em, bi cîran û birayên xwe re dixwazin wek hev bin, xwediyê heman mafan bin. Şer û şidet weke ku nikare bibe qedera tu civatê, ne çarenivîsa me ye û divê nebe jî. Em qedereke wiha red dikin. Îro tevî hin kêmasiyên xwe jî Hikûmeta Kurdistana Îraqê, bi nasîna mafên hindikahiyên dînî û çandî îsbat dike ku li Rojhilata Navîn jî xwediyên bermayên çandî yên cihê dikarin di nav aştî û wekheviyê de, bi hev re weke bira bijîn.

Êdî divê ev pêvajoya serkutkirin-serîhildan-sertkutkirin a ku ji dused salî û bi vir de domdike bi dawî bê û dengê çekan bê birrîn. Divê ji pirsa kurdî re, ya ku tu çareseriyeke wê ya eskerî nîne re, li ser bingeha daxwazên hevbeş ên herî kêm ên gelê me yên li jêr çareseriyeke aştiyane bê dîtin.

  • Destûra nû ya ku tê amadekirin divê ku hevwelatiyê li ser bingehê nijadî tarîf meke, dev ji înkara gelê kurd berde û hebûna gelê kurd li Tirkiyeyê nas bike û mafên hevwelatiyên kurd ên weke bikaranîna zimanê xwe di her warên perwerde û xwendina resmî û qada giştî de, bi avakirin û bikaranîna medya, komele, sazî û partiyan pêşxistina çanda xwe û bi serbestî îfadekirina daxwazên xwe yên siyasî û parastina van mafan temîn bike.
  • Li ser vê bingehê avakirina aştî û ewlehiyê, ji bo ku deftera şidet û şerê çekdarî bi awayekî giştî bê girtin, divê bê îstisna efûyeke siyasî ya giştî bê derxistin û PKK li gor prosedureke diyarkirî çekên xwe dayne. Her wiha divê sîstema parêzgerên (korucu) gundan jî bê rakirin.

Ev daxwaz ne li dijî sînorên heyî ne, ew mafên mirovî yên bingehî ne, ku her welatekî demokratîk ji hevwelatiyên xwe re nas dike. Divê ne daxwaza van mafan, berevajiya wê nasnekirina wan mafan weke sûc bê hesibandin.

Ji bo çareserkirina vê pirsê gellek ronakbîr, akademîsyen, nivîskar û mirovên ji pîşeyên cihê demeke dirêj e ji dil hewil didin, her çend ev xebat û înîsîyatîvan bê encam mabin jî, bêguman em wan teşebusan bi teqdîr û spasdarî pêşwazî dikin. Li gel van hewildanan, em ji welatên Ewrûpayê yên ku berpirsiyariya wan a dîrokî di drama mirovî ya gelê kurd ê ku bi dirêjiya sedsala XXan rûbirûyî neheqiyên mezin bûye de heye û herweha ji Amerikayê dixwazin ku piştgiriya şidet û înkarê nekin û ji bo alîkariyê di amadekirina bingeha vê pêvajoya çareseriya aştiyane de bikin, kesên weke Birêz Tony Blair, Marti Ahtisaari, Felipe González û Bernard Kouchner ku di çareserkirina pirsên Îrlanda, Bask, Katalan û Kosovayê de xwedî tecrûbe ne, weke navberkar tayin bikin.

Rakirina bêmuwazeneyiyên navbera navçeyan yek ji şertên endametiya Yekîtiya Ewropayê ye. Pêşveçûna sosyo-economik a navçeya kurdî a welatê namzed Tirkiye, ya ku hatiye ihmal kirin û paşde hiştin, hewcê înisyatîveke pozîtiv e. Ji bo ji nû ve avadankirina navçeya kurdî bi taybetî jî ji bo jinûveavakirina 3400 gund û bajarokên ku di salên 1990-î de ji alî dewletê ve bi behaneya ewlekariyê bi zorê hatine valakirin û wêrankirin jî alîkariyê bike ; navên orîjînal ên gund, bajar û herêmên coxrafî yên ku bi awayekî kêyfî hatine guhertin dîsa li wan bên vegerandin ; divê ji bo pêkanîna vegera ser mal û milkên xwe ya li dor sê milyon koçberên kurd ên ku ji warên xwe hatine kirin, amadekirina planeke pêşketina aborî jî ji xwe re weke erkeke wîjdanî bibîne.

Bi ya me pirsa kurdî êdî ne pirsa Tirkiyeyê bitenê ye, pirsa Rojhilata Navîn, pirsa Ewrûpa, pirsa mirovayetiyê ye. Bi vê bîr û baweriyê em bang li wîjdanê rayagiştî ya Tirkiyeyê, rayagiştî ya dinyayê dikin û ji bo çareseriyeke demokratîk a aştiyane di demeke kurt de em piştgiriya wan dixwazin.