Me bi dilekî birîndar û pir xemgîn wefata Kurdê welatparêz û dostê xwe yê qedirbilind, pêşengê Kurdên Sovyeta Berê prof Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev bihîst. Civata kurdî ciwanmerdekî xwe ji dest da. Me xweşmêrekî xwe, zanyar û piştmêrekî doza kurdî bêwext winda kir. Vê bûyera reş, bi taybetî endamên malbata wî û bigiştî jî welatparêzên kurd xist nav xemeke diltezîn û giran.
mezopotamyaajansi.com |MA / Cahît Ozbek - Tolga Guney | 2 Kanûn 2020
AMED – Li Amedê 6 taxên navçeya Sûrê 5 sal in qedexekirî ne. Taxên navçeyê yên qedexekirî bi biryara Desteya Wezîran “Qada bi rîsk” hat ragihandin û ji sedî 70’yê navçeyê bi makîneyên kar hilweşandin û avahiyên li gorî rantê û polîsan hatin çêkirin.