32yem Salvegera koça dawîn a NÛREDÎN ZAZA

Nûkirin çarşem 21 Çiriyê 2020 - 14:57

Berî niha bi 32 salan, di 7ê cotmeha 1988an de, ronakbîr û siyasetmedarê kurd ê navdar û yek ji danerên Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Nûrêdîn Zaza, di 69 saliya xwe de, li nexweşxaneyeke Lozanê piştî nexweşiyeke demdirêj koça dawîn kir.

Birêz Zaza di 1919an de, li bajarokê Madenê yê bakurê Kurdistanê di malbateke halxweş û welatparêz de hatiye dinyayê û jiyaneke têkoşerî ya bi gelek berxwedan, girtin û sirgûn buhartiye. Malbata wî piştî serîhildana şêx Seîd û Agiriyê derbeder bû (1925 – 1930). Wî zarokatiya xwe li cem birayê xwe yê mezin, ku doktor bû û li Sûriyeya di bin hikmê Fransizan de dima weke penaber derbas kir. Di dema xwendina xwe ya li Lîseya fransizî ya li Şamê, têkiliyên wî bi welatparêzên kurd, bi taybetî jî birayên Bedirxanî, pêşengên berxwedana çandî ya kurdî re çêbû. Gava ku wî di 1944an de, xwest xwe bighîne tevgera Berzanî, ji alî karbidestên iraqî ve hate girtin û salekê di zindanê de ma. Ev yek bû destpêka gelek salên din ên di zindanên Rojhilata Nêzîk de mayina wî.

Piştî xwendina xwe ya bilind a di warê Zanyariyên siyasî de li Zanîngeha Beyrûdê, Zaza di 1947an de diçe Lozanê ku xwendina doktoraya xwe ya di warê Zanyariyên civatî û perwerdeyî de pêk bîne. Wî li wir yekem Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê (K.S.S.E) ava kir û bû yek ji berdevkên herî bibandor ê gelê xwe. Dema ku di 1956an de vegeriya Şamê, li Zanîngehê bû mamoste. Di 1957an de, Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê damezirand. Ji ber vê jî hate girtin û di 1960î de bi idamê hate ceza kirin. Lê bi saya kampanyayeke fireh li nav raya giştî ya navneteweyî ji sêdarê filitî û piştî girtîmana 18 mehan hate berdan. Lê derbeya leşkerî ya beasî ya 8ê adara 1963yan jiyana wî careke din serûbinî hev kir.

Di encamê de mecbûr ma ku li Libnanê bibe penaber û li wir jî çalakiyên wî yên ji bo piştîvaniya berxwedana başûrê Kurdistanê bûn sedema nefîkirina wî ya Urdunê. Ji wir jî polîsê haşimî ew teslîmî Sûriyeyê kir ku wê jî dîsa ew xiste zindanê. Wî, ev welatê ku piştî derbeya leşkerî fireh bûbû, bicîh hişt û piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj, di 1970yî de, li Swîsreyê, welatê ciwaniya xwe û « welatê xwe yê duyem » ku ew heyrana rejima wî ya demokratîk bû, bû penaber. Piştî demekê, ew bi rojnamevan û nivîskar Gilberte Fabre re zewicî. Piştî ku bû hevwelatiyê Swîsreyê jî, wî têkoşîna xwe heta rojên dawîn ên jiyana xwe jî ji bo azadiya gelê kurd, bitaybetî jî bi saya axaftin û gotarên xwe yên di medyayên swîsrî de domand. Di 1982yan de, wî rolekî pir çalak di avakirina Enstîtuya kurdî ya Parîsê de lîst û beşdarî çalakiyên wê bû.

Nûredîn Zaza bi nivîsên xwe, di nûjenkirina edebiyata kurdî de jî, rolekî taybetî lîst. Wî her wiha, bi fransî jî, pirtûkek bi navê « Ma vie de Kurde / Jiyana min a kurdî » û berhevokeke helbest û destanên kurdî çap û belav kir.

Di 2019an de, bi minasebeta sedsaliya jidayikbûna wî, pirtûkeke bîranînê, bi wêneyên xweşik, li Lozanê hate çap kirin. Ev pirtûk li Enstîtuya kurdî ya Parîsê peyde dibe.

 

Kronolojiya Nûredîn Zaza (bikurtî) 1919-2019

 

1919 Li Madenê (bakurê Kurdistan) ji dayik bû.

1925 Bavê wî û birayê wî yê mezin, Nafîz, ku di 1899ê de bûbû, hatin zindan kirin.

1928 Serbestkirina bavê Nûrêdîn.

1930 Dr. Nafîz, Nûredîn dibe Sûriyeya ku wê demê di bin hikmê Fransizî de bû.

Nûredîn dê careke din bavê xwe yê ku dê piştî çend salan koça dawîn bikira nedîta.

Li lîseya fransizî ya Şamê dixwîne.

1932 Nûredîn malbatên Celadet û Kamûran Bedirxan, Arif Abas, Elî Axayê Zilfo, Qedrî û Ekrem Cemîl Paşa, Mihemed Elî Şêxmûs, Hemzeyê Miksî, Haco Axa, û Memdûh Selîm nas dike. Hîn dema ku li lîseyê ye, bi şev, li Taxa kurdan dersê dide.

1942 Gava ku piştî xwendina xwe ji Beyrûdê vedigere, ji bo nekeve destê leşkerên tirk, xwe ji trêna Heleb û Qamişliyê, ku saetê bi 80 km diçû davêje.

Li Zanîngeha Saint-Josephê ya Beyrûdê di warê zanyariyên siyasî de lîsansê werdigre.

1944 Bi mebesta ku xwe bighîne tevgera General Berzanî diçe Iraqê. Li wir salekê di zindanên Iraqê de girtî dimîne.

1945 Li Beyrûdê heyeteke sovyetî pêşwaziya wî li gel Cegerxwîn û Memdûh Selîm dike. Piştî vê bi demeke kurt, Dr. Nafîz, Ekrem Cemîl Paşa û Cegerxwîn muxtirayek dan heman heyetê ku bighîne Konferansa San Fransiskoyê.

1947 Nûredîn Zaza ji Beyrûdê di ser Îtalyayê re diçe Siwîsreyê.

1949 Bi hevalên xwe yên kurd re, yekem Komeleya xwendekarên Kurd li Ewropayê ava dike. Kovara çandî ya Dengê Kurdistanê, ku duwazdeh jimare derdikeve çap dike û bi nivîsên xwe wê geş dike.

1956 Bi Ismet Şerîf Vanlî û hijdeh xwendekarên din ên kurd re Civata xwendekarên kurd li Ewropayê ava dike. Kongreya yekem a vê Civatê di meha tebaxê de li Wiesbadenê pêk tê.

Zaza, vedigere Sûriyeyê. Li Zanîngeha Şamê dersên civatnasiyê û perwerdeyê dide.

Ji ber sedemên cudakariya li hemberî kesên ne ereb, naçar dimîne ku Znîngehê bicîh bihêle.

Li ser navê xwe şîrketeke îtxalat û îxracatê ya dermanan vedike.

1957 Bi alîkariya Celal Talebanî, rêziknameya Partiya Demokrat a Kurd li Suriyeyê (PDKS) amade dike, ku weke yek ji avakerên wê dibe serokê pêşîn ê ve partiyê.

1960 Li Şamê tê girtin û duçarî îşkenceyê dibe.

1961 Bi tawanbariya avakirina « Îsraîl »a duwem, û bi sedema berpirsiyariya wî ya serekayetiya PDKSyê bi idamê tê ceza kirin.

Bi saya kampanyayeke navneteweyî û bi taybetî jî swîsrî ya îmzeyê ji sêdarê filitî.

1963 Li Libnanê bû penaber, û medyayên libnanî û rojavayî di derbarê rewşa başûrê Kurdistanê de agahdar kir. Bi Kemal Cûmblat û Ghassan Tuenî re her di têkiliyê de bû. Dersên xwendin û nivîsandinê dan Kurdan.

1966 Daxwaza wî ya destûra ji Libnanê derketinê hate red kirin.

23yê nîsanê: Bi zexta Iraqiyan polîsê libnanî ew teslîmî Sûriyeyê kir. Li Şamê di hicreyeke bitenê de di zindanê de ma û duçarî îşkenceyê bû. Paşê sirgûnî Cebel Druzê bû.

1967 Sûriya bicîh hişt û di nav erdên bi mayîn re derbasî bakurê Kurdistanê bû. Di destpêkê de li mala birayê xwe Sibhî bû mêvan. Lê xanima birayê wî giliyê wî li ba MÎTê kir û ji ber wê reviya çû Stenbolê û li wir demekê bi nihênî jiya.

1968 Brayê wî Dr. Nafîz li Beyrûdê çû ber dilovaniya Xwedê.

1970 Ji ber ku di deh saliya xwe de bê îrada xwe Tirkiye bicîh hiştibû, di encamê de Nûredîn Zaza ji hevwelatîtiya tirkî hate derxistin. Di çil û heşt saetan de diviya Tirkiye bicîh bihişta yan na wê têketa zindanê. Ji ber vê, di ser Elmanyayê re vegeriya Siwîsreyê.

Debara xwe bi mamostetiyê kir û doza kurdî di warên çandî de, di konferansan de, bi riya medya û pirtûkan her parast.

1971 Bi riya hevalên hevbeş, nivîskar û rojnamevana siwîsrî Gilberte Favre a ku di 1967an de seredana bakurê Kurdistanê kiribû nas kir.

1972 Zewicî.

1973 Kurê wan Şêngo Valéry çê bû.

1978 Hevwelatîtiya swîsrî wergirt.

1988 Ji ber nexweşiyeke ku li zindana Şamê vegirtibû sê salan giran nexweş ma û li Lozanê koça dawîn kir.

Li goristana Bois-de-Vaux li Lozanê radizê.