Institut
Institut Sitemap  Ajouter aux favoris  Faire page d'accueil  
  Connecté(s) :    English Version
Imprimer cette page

Passer dans la version Française du site Go to the English version of the site Versiyona kurdî ya malperê bikarbîne

Caddie      Cart
items: 0
Total: € 0.00


Advanced Search

 
 
 
Contact us!
Publications for sale
Ferhenga Kurdî-Tirkî - Zana FARQÎNÎ

Ferhenga Kurdî-Tirkî - Zana FARQÎNÎ



Ferhenga Kurdî-Tirkî - Zana FARQÎNÎ
Price:
€ 50.00
Items in the cart: 0

Quantity:


Piştî xebateke dûr û dirêj û ew çend jî dijwar, min ev xebata xwe ango Ferhenga Kurdî- Tirkî jî bire serî. Ji ber ku min mirad bi vê armanca xwe kir, ez gelek şad û bextewer im. Çimkî, piştî amadekirina ferhenga Tirkî - Kurdî, îcar min amadekirina ferhenga Kurdî - Tirkî wek armanc danîbû ber xwe. Ev e, ez gihîştim mebest û armanca xwe, ji lew re jî ez bi temamkirina vê gelek kêfxweş im.

Bi rastî karê çêkirina ferhengan pir zor e. Zorayî li aliyê din, lomeyên wê jî zehf in. Tu çi bikî, tu nikarî dilê her kesî xweş bikî. Bi vê zanebûnê, min xwe li vî karî qirase kir. Biryara serketî an jî serneketîbûna vê xebatê, ez ji kesê pisporê vî karî re dihêlim.

Beriya her tiştî ev ferhengeke du zimanî ye. Bi gotineke din, ferhenga Kurdî - Tirkî ye. Ev taybetiya vê ferhengê ye û bi vê azînê hatiye çêkirin. Heta ji dest min hatiye, ez lê xebitîme ku li hemberî peyvên Kurdî ligel hemû wateyên wan û bi awayekî rast, Tirkiya wan deynim. Bi vê yekê jî min qîma xwe neanî, min berdewamiyên peyvên Kurdî jî nivîsandin û bergindên wan ên Tirkî jî dan. Ji bo ku peyv baş bên têgihîştin û mijar ronî bibin, min hevokên nimûneyî jî dan.t

Ev ferhenga li ber dest, encama kedeke xebata bi salan e. Her çendî piştî derketina ferhenga Tirkî - Kurdî, ku di Pûşpera 2000’î de derket, min dest bi xebata amadekirina vê ferhengê kiribe jî, kar û barên ji bo çêkirina vê ferhengê, pir ji berê ve ye.

Bi kurtasî, di encama lêkolîn û lêgerînên min ên ku bi salan ajot û di dawiya xebata çar salan de ev ferheng ji çapkirinê re amade bû. Çar salên bi şev û roj û neşikandî.

Min divê ku ez hinek der barê naveroka ferhengê de jî tiştinan bibêjim. Di ferhengê de 131 hezar peyvên Kurdî û 35 hezar jî berdewamiya van peyvan cih digirin. Ev 35 hezarê hanê jî dewama serê madeyê ne, ku ji lêkerên alîkar, biwêj û hwd. pêk tên. Li aliyê din, dixazim bidim xuyakirin ku, nêzî 6 hezar pevy û bêje jî li ber destê min man û min ew di ferhengê de bi kar neanîn. Sedem jî ev bû, ji ber ku min başebaş mane û wateyên wan nizanibû, loma min dest neda wan.

Li aliyê din, divê bê gotin ku kapasîteya zimanê Kurdî ne ev e. Jixwe angaşt ango îdiayeke me ya wisan tune ku em bibêjin hemû peyvên zimanê me di vê ferhengê de bi cih bûne. Heta ku di rewşên bikeys û azad de, lêkolîn û vekolînên berhemên me yên nivîskî, berhevkirina zargotina me û lêgerînên qadî û meydanî çênebin, gencîneya zimanê me tam dernakeve rastê. Bi awayekî giştî, bi hêsanî em dikarin bibêjin ku em hîna ji kirina van xebatan bêpar in. Ji ber ku di van waran de hinek xebat hatine kirin. A di van mercên giran de me karî ew qas peyv berhev bikin û di ferhengê de bi cih bikin.

Lê belê, ji ber nebûnana xebatên li ser van waran, ku me li jor ji wan behs kirin, heta ji me hatiye û derfetên me dest dane, em lê xebitîne ku em hinek kêmasiyên xwe kêmtir bikin. Hem beriya dema amadekirina ferhenga Tirkî - Kurdî û hem jî di dema ferhenga Kurdî - Tirkî de min bi xwe, gelek berhemên nivîskî, bêyî ku ez li cureyên wan binêrim, tev dane, vekolandine û min ji wan peyv û biwêj berhev kirine. Vekolîn û lêgerînên min ên der barê berhevkirina peyvan de, ku ji ber vê yekê navê nêçîrvanê peyvan li me hatiye danîn, heta destpêka salên 1980’î diçin.

Ez hez dikim ji rastiyekê behs bikim, bi xwe ez her du ferhenga ji hev cihê nabînim. Ji ber ku berdewama hev in û bêyî ku navber bikev nav wan, min ev xebat pêk anîne. Loma jî der barê awayê berhevkirin û lêkolîna li ser waran jixwe min bi awayekî berfireh û aşkera di ferhenga xwe ya Tirkî - Kurdî de, dabû xuyakirin. Bi kurtasî berhemên ku min ji wan sûd wergirtine, yeko yeko ne gengaz e ku ez li vir navên wan tevan aşkera bikim. Lê, berhemên ku diviya wek çavkanî me ew hildane dest, jixwe di beşa çavkaniyan de hatine diyarkirin.

Di warê rastnivîsa peyvên Kurdî de, hin astengên me çêbûn. Wek tê zanîn, di warê rastnivîsê de zimanê me yê nivîskî hîna tam baş rûneniştiye. Bandora zimanê devkî, ku herêm herêm xwedî cudahiyan e û aşkera ye ku pîvaneyeke hevgirtî di zimanê devkî de tune ye, li ser zimanê me yê nivîskî heye. Ji ber vê yekê em neçar man ku em cih bidin hemû awayên peyvê. Lê belê, digel vê yekê, me ji nav wan şêweyan hebek bijart ku bi piranî di zimanê me yê nivîskî de êdî cihê xwe girtine. Bi kurtebêjeya bnr berê bikarhêneran da şêweya peyvê ya hilbijartî. Gava me ev yek kir jî, me rêbazên zimannasiyê ji xwe re hîm û rêber girtin. Nemaze ew peyvên hevedudanî û yên ku di wan de guherîna dengan çêbûne, ji aliyê peyvnasî û şêwenasiyê ve hatine vekolandin û awayên wan ên rast hatine tercîhkirin.

Li ser navê ferhengê jî hewce ye ku em çend gotinan bibêjin. Her çi qas navê ferhengê, ferhenga Kurdî - Tirkî ye jî, lê a rast di şûna Kurmancî de, me Kurdî tercîh kir. Ji ber ku piraniya Kurdan bi zaravayê Kurmancî dipeyîvin. Loma jî, ev peyvên han peyvên zaravayên Kurmancî ne. Lê belê divê ku ez tiştekî aşkera bikim. Nemaze di van deh pazdeh salên dawî de, gelek peyvên zaravayên Kurmanciya naverast (Soranî) ketin Kurmanciya nivîskî, ku pêwîstî bi wan peyvên nû hebûn. Bi taybetî peyvên zanistî, rêveberî, hiqûkî, siyasî, wêjeyî û hwd.

Di heng û heyama amadekirina vê ferhengê de, gelek kesan ji min re peyvên ku ji herêmên xwe berhev kirine, ji min re şandin. Dixwazim ku navên wan kesan bi bîr bînim û spasiyên xwe pêşkêşî wan bikim:

Xemgîn/Zara, Yücel Atalay/Îdir, Seyda Goyan/ Şirnex, A. Vahap Karaaslan, Mehmet Kömür/Elbistan, Evdile Koçer/Dihê, Ehmedê Neco/Mêrdîn, Mazlum Dogan/Elbîstan, Besa Mala Hesenê Kalê/ Elbistan, Aqîde Arslan û Cebar Barış/Şêrwan, Mele Nûriyê Hesarî/ Qamişlo.

Her wiha spas ji bo Şefik Beyaz, ku berhevoka xwe ya peyvan da min da ku ez jê sûd û havil bigirim û spasiya Kerem Soylu dikim, ku ferhenga Ali Seydo Gewranî ya bi navê ‘Ferhenga Kurdî Nûjen Kurdî - Erebî’ û xebata Ezîz Reşîd Akreyî ya bi navê ‘Rêbera Sê Zimanî; Kurdî, Erebî, Îngilîzî’ ji bo min vekolandin û peyv ji wan deranîn.

Li aliyê din, min divê ku ez spasiya wan hevalên xwe bikim ku em bi hev re di desteya rêveberiya Enstîtuyê de bûn û me bi hev re biryara amadekirina vê ferhengê dabû. Di serî de rehmetî Feqî Huseyn Sağnıç, Hasan Kaya, Kerem Soylu, Mülazım Özcan û Eşref Doğaner, ji bo we tevan dibêjim mala we ava.

Wekî din ez dixwazim spasiya hin dost û hevalên xwe bikim ku hem ji alî darayî û hem jî, ji aliyê manevî ve tim ji min re bûn alîkar. H. Mem, H. Başer, İbrahim Gürbüz, ji Mehmet Aktı, M. Şafi Ekinci û pismamê min Nezmî zor spas û mala we ava be.

Di bin vê sernavê de wek gotina dawî dixwazim ji dil û can spasiya hevsera xwe Siltanê, diya Ronî û Rojan bikim ku me bi hev re gelek tengî û firehî, tehl û şîrîn ên jiyanê dîtine.

Em spasdarên wan kesan in ku di warê vî zimanê şîrîn û tehdedîtî de ked dane û xebatan ji bo nifşên nû kirine. Bi saya xebatên wan îro em dikarin xebatên wiha bînin pê û pê şanaz bikin. Mala we jî ava ey kesên ku ji bo zimanê Kurdî xem xwarine, zend û bendan badane û dest birine xwe xebat kirine.

Zana Farqînî
Stenbol, 19. 03. 2004

Enstituyakurdi.org

© 1997-2008 Fondation-Institut kurde de Paris, 106, rue La Fayette, F-75010 Paris - Tél.: +33 (0)1 48 24 64 64 - Fax: +33 (0)1 48 24 64 66


Publications en vente - Publications for sale