Institut
Institut Sitemap  Ajouter aux favoris  Faire page d'accueil  
  Connecté(s) :    English Version
Imprimer cette page

Passer dans la version Française du site Go to the English version of the site Versiyona kurdî ya malperê bikarbîne

Caddie      Cart
items: 0
Total: € 0.00


Advanced Search

 
 
 
Contact us!
Publications for sale
Ferhenga Biwêjan - Dilawer ZERAQ

Ferhenga Biwêjan - Dilawer ZERAQ



Ferhenga Biwêjan - Dilawer ZERAQ
Price:
€ 35.00
Items in the cart: 0

Quantity:


Ferhenga Biwêjên Kurdî-Kurdî

Ev ferheng di warê xwe de tekane ye. Ferhengên biwêjan ên ku heta niha li bakûr û Tirkiyeyê hatine çapkirin, hem aliyê qewareyê (hecmê) ve biçûk bûn û hem jî bi du zimanan bûn. Lê ev ferheng ne wisan e. Hem ferhengeke biwêjan a berfireh e û hem jî yekzimanî ye, ne du zimanî ye. Ango bi kurdî-kurdî ye. Li hemberî her biwêjekê, çend wateyên wê hebin hemû yek bi yek hatine dayîn. Şîroveya her biwêjê bi kurmancî hatiye kirin. Ji lewre ji vî aliyî ve taybetiyeke vê ferhengê heye.

Di vê xebatê de ji sedî zêdetir çîrokên biwêjan cih girtine. Ji wan hinek fabl in, hinek wekî çîrçîrokan in, hinek jî serpêhatiyên rast û kifş in ku hinek ji wan li ku derê û ji aliyên kê ve hatine jiyîn nav bi nav kifş in.

Ev xebat di heman demê de xuyanga rewşa folklora kurdan e. Ji bo wê jî carinan li ser hinek efsane, dîtin, bawerî, edet, kesatî û cira kurdan jî, hin agahiyên kurt cih digirin. Wekî mînak Beranberdan, Destê (yekî) şiv girtin, li ser Newrozê, li ser bext û hwd.

Dîsa di vê berhemê de ji heşt sedî (800) zêdetir hevokên nimûneyî ji pirtûk û nivîsên nivîskarên kurd hatine girtin. Her wiha bi qasî 200 navên nivîskarên kurd jî wekî çavkanî piştî hevokên nimûneyî hatine dayîn. Xwendevan bi saya van hevokên nimûneyî dê baştir bikaribin van biwêjan di nav axaftina de xwe bi kar bînin û vegotina xwe xurt bikin.

Ev ferhenga girabiha ji 12,500 biwêjan pêk tê û 1008 rûpel e. Her wiha bi cild hatiye çapkirin.

Enstituyakurdi.org

© 1997-2008 Fondation-Institut kurde de Paris, 106, rue La Fayette, F-75010 Paris - Tél.: +33 (0)1 48 24 64 64 - Fax: +33 (0)1 48 24 64 66


Publications en vente - Publications for sale