Imprimer cette page

Passer dans la version Française du site Go to the English version of the site Versiyona kurdî ya malperê bikarbîne

Caddie      Cart
items: 0
Total: € 0.00


Advanced Search

 
 
 
Contact us!
Publications for sale
Deyimler Sözlüğü / Ferhenga Biwêjan - Mustafa BOZAK

Deyimler Sözlüğü / Ferhenga Biwêjan - Mustafa BOZAK



Deyimler Sözlüğü / Ferhenga Biwêjan - Mustafa BOZAK
Price:
€ 40.00
Items in the cart: 0

Quantity:


Ferhenga Biwêjan a Tirkî-Kurdî

Dema mirov zimanekî bi kar tîne, pêdivî bi peyv, qalib, tasvîr, biwêj û gotinên pêşiyan ên wî zimanî dibîne. Di nav van de biwêj cihekî girîng digirin û zimanek çiqas biwêjên wî pir bin, ew ziman ew qas dewlemend e. Ger mirov bi biwêjên zimanekî nizanibe, mirov tema wî zimanî jî fêm nake. Di nav kurdên Tirkiyeyê de, ciwan bi giştî ji biwêjên kurdî dûr in. Kurdên ku hatine bişaftin dixwazin di ser zimanê tirkî re hînî zimanê xwe bibin, wê demê zimanê wan dimîne di bin bandora zimanê tirkî de. Nemaze di wergeran de ev yek bi awayekî berbiçav derdikeve holê. Kesên ku nivîsên tirkî bo kurdî werdigerînin, ji bo ku ferhengeke biwêjan li ber destê wan nîn e û bixwe baş biwêjên bi kurdî nizanin, wê demê şaştiyên mezin derdikevin holê. Ev berhem vê valahiyê dadigire. Êdî ji bo wergera bi tirkî-kurdî, kurdî-tirkî berhemeke giranbiha li ber destê wergêran e. Ji bo ku kesên ku bi biwêjên kurdî baş nizanin, ji mantiqê zimanê tirkî rizgar bibin ev berhem tekane berhema li ber destê wan e.

Ev berhem ji 9067 biwêjên tirkî û berginda wan a bi kurdî pêk tê. 720 rûpel e. Her wiha bi cild û kaxiza bikalite hatiye çapkirin.


© 1997-2008 Fondation-Institut kurde de Paris, 106, rue La Fayette, F-75010 Paris - Tél.: +33 (0)1 48 24 64 64 - Fax: +33 (0)1 48 24 64 66


Publications en vente - Publications for sale