Institut

Imprimer cette page

Publications en vente

PUBLICATIONS
en vente


Bulletin de liaison et d'information


Kurdistan Vols Paris-Erbil


Danezana Gerdûnî ya Mafên Zimanî




Pêşkêşî nivisînan



Rêxistin û sazgehên nedewletî îmzakerên vê Danezana Gerdûnî ya Mafên Zimanî, di 6 ta 9ê Hezîrana 1996an de li Barselonayê civyayî,

Herwekî Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov ya 1948an ku di dîbaçeya xwe de "Baweriya xwe ya bi mafên bingehî yên mirov, di nav weqar û rûmeta kesê mirovî de û di wekheviya mafên mêr û jinan de" takîd dike û di benda xwe ya 2an de dinivîse ku bê tu cihêyî " Heryek, nemaze bêyî cihêyiya nijad, reng, zayend (cisn), ziman, ol, ramana siyasî an her ramana din, eslê neteweyî an civakî, serwet, zayîn an her rewşeke din, xwediyê hemû maf û hemû azadiyên ku di vê Danezanê de hatine daxuyanîkirî ye";

Herwekî Peymana Navneteweyî pêwendîdara Mafên Jiyarî û Siyasî ya 16ê Kanûna 1966an û Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Aborî, Civakî û Çandî ya eynî tarîxê ku di dîbaçeyên xwe de îlan dike ku mirov azad nabe eger li derdora wî mercên serekî peydanebin da ku ew bikaribe ji mafên xwe ên jiyarî û siyasî wek ji mafên aborî, civakî û çandî kelbigire (fêdê bibîne);

Herwekî Biryarnameya 47/135 ya 18ê Kanûna 1992an ya Civîna Gelemperî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (Danezana mafên kesên ji hindikayiyên neteweyî an nijadî, oldarî û zimanî);

Herwekî danezan û konvensyonên Heyeta Ewropayê wek Konvensyona Ewropayî bo Parastina Mafên Mirov û Azadiyên Najêger ya 4ê Teşrîna 1950î (Benda 14an); Konvensyona Heyeta Wezîrên Heyeta Ewropayê ya 29ê Hezîrana 1992an ya ku Peymana Ewropî li ser zimanên herêmî an hindikayî da qebûl kirin; Danezana Civîna Heyata Ewropayê ya 9ê Çiriya 1993an ya li ser hindikayiyên neteweyî; û Konvesyona Çerçefê bo parastina hindikayiyên neteweyî ya Teşrîna 1994;



Herwekî Danezana Saint-Jacques de Compostelle ya PEN Kluba Navneteweyî di 15ê Kanûna 1993an de ya Heyeta wergerandinan û ya mafên zimanî ên PEN Kluba Navneteweyî ya li ser pêşniyariya afirandina konferanseke cîhanî li ser mafên zimanî;

Herwekî Danezana Récife (li Brazîlê) ya 9ê Çiriya 1987an, Semînera XXIIan ya Rêxistina Navneteweyî bo Peşvebirina Guhestinên navçandî ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze ku ew bi tevgerên dilniya rabe bo daneqebûlkirin û bicîhanîna Danezaneke Gerdûnî ya Mafên Zimanî;

Herwekî Konvensyona nemre 169 ya Encûmena Navnteweyî ya Kar ya 26ê Hezîrana 1989an li ser gelên sirûştî li welatên serbixwe;

Herwekî Danezana Gerdûnî ya Mafên hemûkî (kolektîv) ên Miletan ya Gulana 1990î li Barselonayê, îlan dike ku her milet maf heye çanda xwe, zimanê xwe û teşeyên jiyana xwe pêşkêş bike û pêş ve bibe, û bo pêkanîna vê yekê, mafê wî miletî heye ji xwe re bingehên xwe ên siyasî, ên perwerdekirinê, guhestînê û îdareya giştî, di çarçefên siyasî cuda de, peyda bike;

Herwekî Danezana Gelemperî ya Civîna Giştî ya Federasyona Navneteweyî ya Mamosteyên Zimanên zinde ku li Pécs (Li Meceristanê), di 16ê Tebaxa 1990î de hatiyê qebûl kirin û ya ku pêşniyar dike ku " mafên zimanî gerek wek mafên bingehî ên mirov bên hesibandin";

Herwekî rapora Komisyona Mafên Mirov ya Heyeta Aborî û Sosyal ya Neteweyên Yekbûyî, ya 20ê Nîsana 1994an, li ser nivîsa demekî (mueqet) ya Danezana Mafên gelên sirûştî, Danezana ku mafên kesan di roniya mafên hemûkî (kolektîv) de dibîne;

Herwekî nivîsa demekî ya Danezana Komisyona Navamrîkayî ya Mafên mirovî li ser mafên gelên sirûşkî, ku di kombûna 1278an de ya 18ê Îlona 1975an hatiye qebûl kirin;

Herwekî di cîhanê de pirahiya zimanên geftkirî (tahdîdkirî) yên gelên ne xwedî serwerî ne û ku du hokarên (faktor) serekîn nahêlin ku ev ziman pêş ve biçin, herwekî nebûna xwedewletiya van civakên zimanî û siyaseta Neteweyên ku destgehên xwe ên siyasî û îdarî û zimanê xwe li ser wan ferz dikin, du hokarên ku rê zû didin zimanine din da ku şûna wan bigirin;

Herwekî êrîş, dagîrkirin û bindestî û, weha jî, teşeyên (şiklên) din ên paşkoyîtiya siyasî, aborî an civakî pircar bi xwe re danana (ferzkirina) yekser ya zimanekî biyanî, an bikêmanî krêtkirina têgihaştina nirxê zimanan, bi xwe tînin, an çêbûna taybetmendiyên zimanî newekhev ên ku ziyanê digihînin rûmeta zimanê zimanaxêfan; herwekî bo van sedeman, zimanên çend miletên ku rizgar bûne li hember berevajoya (prosesa) şûngirtina zimanî ya girêdayî bi siyaseta ku zimanê serbajarên kevin çêtir tên xuya kirin;

Herwekî gerdûnîbûyîn gerek li ser têgihaştina têvelîtiya zimanî û çandî ava bibe, têvelîtiya dûrî arezûyên (tendansên) wekhevker û arezûyên tenhahiştinê, hokarê dûrxistinê;

Herwekî peydakirina bingehên gerdûnî yên rê didin misorgeriya biserxistin, rûmetgirtin û bikaranîna civakî ya giştî û arizî ya hemû zimanan pêwîst e bo ewlekirina geşbûyîna navbera civakên zimanî;

Herwekî hokarên têvel ên ne zimanî (faktorên dîrokî, siyasî, deverî, xelkzanî, aborî, civakî-çandî, civakî-zarzanî û warê rewiştên kelektîv) aloziyên ku dihêlin gelek ziman winda, biçûk, riswa binin, diaferînin. Herwekî ji ber vê yekî jî gerek e ku mafên zimanî bi dîtineke giştî bêne afirandin da ku li gor her rewşê çareserkirinên dilniya (munasib) bên bikaranîn;

Herwekî Danezanek Gerdûnî ya Mafên Zimanî, wek hokarê bingehî ye hevjiyana civakî, girîng dibe bo rastkirina sewsiyên zimanî û bo ewlekirina rûmetgirtin û geşbûyîna giştî ya hemû zimanan û afirandina bingehên aşitiyeke cîhanî rast û dadperwer (adil),

ÎLAN DIKIN KU
DÎBAÇE


Rewşa her zimanî, li gor dîtinên li jor, encama hevgihaştin û lihevkêrkirina qeyametek daneyên (hokarên) rengcihê ye, daneyên siyasîqanûnî; ramanî (îdyolojîk) û dîrokî; xelkzanî û deverî; aborî û civakî; ferhengî; zimanî û civakîzarzanî; û weha jî daneyên xweyî (subjektîf)

Di dema anha de, ev hokarên hanê diyar dibin :
  1. Di helwesta sedsalane (kevin) û hevbeş (muşterek) ya piraniya Neteweyan de ku amanc piçûkkirina têvelîtiyê û sistkirina pirbûyîna çandî û pirîtiya zimanî ye.
  2. Berevajoya (prosesa) cîhanîkirina aboriyê û herweha jî ya bazara agahiyê û bazara ragihandinê û çandê, berevajoya ku warê pêwendî û teşeyên navsersxwebûyîna ku yekîtiya hundirî ya her civaka zimanê ewle dike, serobinî dike.
  3. Civakên aborî ên navdewletî nimûneya geşbûyîna aborî dixwazin, di rakirina destûrên bazirganî de pêşketinê dibînin û di kesîtiya mirovî ya pêşbezîdar de azadiyê dibînin, ev yek newekheviyên aborî, civakî, çandî û zimanî dijwar û her roj bêtir, peyda dikin.
  4. Nebûna xwehukumdariyê, miletek bi hejmara xwe biçûk, an belavbûyî, an jî perçeyekî wî belav, aboriyek nedomdar, zimanekî ne qanûnkirî, nimûneyek çandî tersî nimûneya raser, ev tişt anha gefê dikin û dihêlin ku gelek ziman nikaribin vebijîn û pêş ve biçin eger ev rêyên bingehî neyên pêk anîn :
  5. Di çerçeva siyasî de, afirandina heyetek siyasî ya têvelîtiya zimanan da ku her civaka xwedî ziman bikaribe bi rastî beşdarî vê nimûneya nû ya geşbûyîna aborî bibe.
  6. Di çerçeva çandî de, meydana ragihandina cîhanî gerek bi temamî lihevhatî bibe da ku bikaribe rê bide beşdariya dadperwer ya hemû gelan, civakên xwedî zimanan û kesan li ser rêya pêşveçûnê.
  7. Di çerçeva aborî de, danîna bingeha pêşveçûnek domdar li ser bingeha beşdarbûna hemûyan û li ser rûmetgirtina terazûya (tewazina) jîngehzaniya (êkolojiya) civatan û pêwendiyên dadperwer di nava hemû zimanan û hemû çandan de.


Ev Danezan, ji ber vê yekê jî, ji civakên xwedî ziman û ne ji Neteweyan dest pê dike. Ew xwe di çerçeva xurtkirina sazgehên navneteweyî de ên ku dikarin pêşveçûna domdar û dadperwer bo hemû mirovahiyê ewle bikin, dibîne. Ew herweha jî dide dû armanca pêşniyarkirina afirandina rêxistineke siyasî bo têvelîtiya zimanan li ser bingeha rûmetgirtinê, geşbûyînê û kelgirtinê (fêdeyê) ên (hevbeş).

SERNIVÎSA DESTPÊKKÎ
Wurdeyên têgihaştineyî
Bend 1
  1. Ev Danezan di gotina civaka zimanî de her civata mirovî dibîne gava ew civat, ji dîrokîtî ve (ji mêj ve), li ser devereke bi derdor, bicih e, çi ew civat bê nasîn an na, civata ku wek miletekî tê nasîn û ku wê zimanekî mûşterek wek awayê ragihandinêke xwezayî û xwegirtineke çandî di navbera endamên xwe de pêş ve biriye. Bi navkirina "zimanê deverekê", mirov wê idyoma civaka ku bi dîrokî li ser wê erdê bi cih e, nîşan dide.
  2. Ev Danezan ji wê bingehê destpê dike ku mafên zimanî hem kesîtî, hem kolektiv in. Ew wek pîvana heqkirina mafên zimanî ji civakekê zimanî re dibîne gava ew civak ji dîrokî ve li ser axa xwe be, ew ax helbet ne tenê wek navçeyek jeografî ya ku ev civak li ser dijî lê wek derdorek civakî û erkî (fonksyonel) najêger jî bo pêşveçûna giştî ya zimên. Pêşketin û berdewamiya mafên civakên zimanî, mafên ku di paragrafa 5an de ya vê gotarê bilêvkirî û mafên kesên derveyî tixûbên axa civatê xwe, ji vê destpêkê diherikin.
  3. Ev Danezan, wek encam, weha jî qebûl dike ku ew li ser axa xwe ne û endamên eynî civaka zimanî ne :
    • I. komeleyên ku ji navika civaka xwe ji ber sedemên tixûbên siyasî an îdarî dûr in;
    • II. komeleyên ku ji dîrokî ve li ser navçeyeke jeografî teng û bi endamên civakên zimanên din derdorgirtî, dijîn;
    • III. komeleyên ku li ser navçeyeke jeografî, bi endamên civakên zimanî din û xwedî dîrokiyek hevta, dijîn.
  4. Ev Danezan gelên koçer ku bi dîrokî li deverên koçeriya xwe ne û gelên ku li deverên cihê bicîhbûyî ne, wek civakên zimanî bi dîrokî li ser navçeyên xwe, dihesibîne.
  5. Ev Danezan wek civakek zimanî dinase her civaka mirovî, ku bi zimanê civakek zimanî din diaxife û li ser axa wê dimîne, lê beyê ku dîrokîtiya wan wehkev be. Ev yek jî di dema hazir de rewşa koçberan (muhaciran), penaberan, sirgûnkiriyan û kesên dyasporayê ye.
Bend 2
  1. Gava civakên cihêreng û komên zimanî bi hev re li ser erdekê dijîn, ev Danezan dibîne ku bikaranîna mafên di vê danezanê de berpêşkirî gerek, bi mebesta (amanca) rûmetgirtina navbera hemûyan û bicihkirina misogeriyên demokratîk ên herî bilind, bên bikaranîn.
  2. Di dema avakirina terazûyek civakî-zimanî dilniya (munasib) de, ango di dema pêkanîna dadperwer de ji alîyekî ya mafên van civak û komên zimanî û ji aliyekî din ya mafên kesên ku ew ji wan pêk tên, erê dîrokîtiya wan nesbî ye û viyana (îradeya) wan bi demokratî bilêvkirî ye, girîng e ku hokarên (daneyên) ku dikarin terazûyeke nû û şûndanî pêşniyar bikin neyên jibîr kirin, hokarên wek koçberiyên ku civakan mecbûr dikin bihevre bijîn û sewiya netebûtiya wan civakan ya siyasî, civakîaborî û çandî.
Bend 3
  1. Ev Danezan van mafan wek mafên kesîtî ên di hemû mercan de najêger dibîne; mafê ku her yek wek endamê civakek zimanî bê naskrin; mafê bikaranîna zimanê xwe di jiyana giştî û arizî; mafê bikaranîna navê xwe; mafê danîna pêwendî û hevcivînan bi endamên derveyî civaka zimanî ya xwe; mafê parastin û pêşvebirina çanda xwe; û hemû mafên din ên xwedî naverokên zimanî ne, mafên ku ji aliyê Peymana Navneteweyî ya Mafên Civil û Siyasî ya 16ê Kanûna 1966an û Peymana Mafên Aborî Civakî û Çandî ya eynî tarîxê weha tên nasîn.
  2. Ev Danezan dibîne ku mafên kolektiv ên komên zimanî, li tevî mafên ku di benda pêşîn de bilêvkirî, dikarin li tevî xaleyên benda 2.2. van mafan bixin nav xwe : mafê hînbûyîn û hînkirina ziman û çanda xwe; mafê hebûna dezgehên çandî; mafê ku ziman û çand di awayên ragihandinê de cihekî dadperwer bigrin; mafê beşdarbûna, bi zimanê xwe, nava rêxistinên resmî û peywendiyên civakî-aborî.
  3. Mafên kes û komên zimanî, ên li jor berpêşkirî, gerek li hember hevpeywendiyên wan û integrasyona (hebûna) wan di civaka zimanî ya ku wan bi xwe digre, nebin asteng. Gerek ev mafên li jor berpêşkirî rê teng nekin jî li hember mafên van civakan an endamên wan da ku ew zimanê xwe bi berfirehî di jiyana rojane û di tevahiya navçeya deveriya xwe de, bikar bînin.
Bend 4

Ev Danezan dibîne ku kesên ku cihê xwe diguherînin û li ser axa civakek zimanî cihêreng bicîh dibin, maf û erkê wan e ku ew bi wê civaka zimanî re peywendiya integrasyonê bidomînin. Integrasyon bi angoya civakîkirina temamker ya van kesan bi rengekî ku ew bikaribin taybetmendiyên xwe ên çandî ên destpêkê biparêzin lê ku ew bi civaka wergir (mazûban) re baş nîşan û bawerî û rewiştiyan dabeş bikin da ku xebitîna civakî ya giştî, beyî zehmetî ji bo wan bêtir bin ku ji bo ya endamên civaka werger.

Bend 5

Ev Danezan wek bingeh dibîne ku mafên hemu civakên zimanî wehhev in û ji dîtinên dadwerî û siyasî ên zimanên resmî, herêmî an kêmahî, serbixwe ne. Bikaranîna peyvên wek zimanê herêmî an zimanê kêmahî di vê nivîsê de cîh nagirin çûnkî, ligel ku di çend haletan de nasîna wek zimanê kêmahî an herêmî dikarin hebûna hin mafan hêsan bikin, lê bikaranîna van gotinan û rengdêrên din piraniya caran dikarin mafên civakek zimanî berbiçûk bikin.

Bend 6

Ev Danezan yekcar qebûl nake ku li navçeyeke ji navçeyan zimenek bikaribe bê dîtin û qebûl kirin wek yê wê navçeyekê tênê ji ber ku ew zimanê resmî yê Dewletê ye an jî ew ji mêj ve li wê navçeyê wek zimanê îdarekirinê an yê hin tevgerên çandî tê bikaranîn.

Sernivîsa yekem
Dîtinên giştî


Bend 7
  1. Hemû ziman nîşana nasnameya giştî, teşeyên xweser yên têgihaştin û dîtina rastîtiyê (realîteyê), ne. Her weha jî, bo pêşveçûna wan di hemû pêkanîn wan de, gerek li ber wan hemû mercên pêwist vekirî bin.
  2. Her ziman rastîtiyek e ku bi rengekî civakî çê dibe. Ew di nava civatê de dibe alava yekbestî, nasnamebûn, ragihandin û nîşanek afirîndar û ew bo bikaranîna kesane berdesdar e.
Bend 8
  1. Hemû civakên zimanî xwedî maf in ku ew heyînên xwe bi rêk bixin û wan kardarî bikin da ku ew bikaranîna zimanê xwe di hemû danûstandinên civakî de ewle bikin.
  2. Mafê hemû civakên zimanî heye ku alavên bo ewlekirina raghueztin û berdewamiya zimanên xwe, di pêşedeman de, li ber destên wan hebin.
Benda 9

Her civak maf heye ku, bêyî têkilîkirinên qayilkirî an bi zorê, ew dezgehên zimanê xwe qanûn bike, pîvan bike, biparêze, pêşve bibe û qayîm bike.

Bend 10
  1. Hemû civakên zimanî di warê mafan de wekhev in.
  2. Ev Danezan cudayîkirinên dijî civakên zimanî, cudayîkrinên li ser bingeha pîvanên wek hingavên serweriya siyasî, rewşa civakan ya civakî, aborî û hwd, an pileya (sewiya) ku ziman di warê pîvankirin, berpekirin (aktuyalîze) an nûjenkirina xwe de gihaştinê, nehêlanbar dibîne .
  3. Bo bicihkirina bingeha wekheviyê, gerek awayên (imkanên) najêger ên bo wekheviyê, bi rastî, bên dayîn.
Bend 11

Her civaka zimanî maf heye ku awayên wergerandina bi herdu aliyan, tiştê ku bicihkirina mafên di vê Danezanê de misoger dike, li ber destê wê hebin.

Bend 12
  1. Di beşê giştî de, her kes maf heye ku hemû çalakiyên di zimanê xwe de yê navçeya ku ew lê dijî, pêşve bibe.
  2. Di warê kesîtî û malbatî de, her kes maf heye ku zimanê xwe bikar bîne.
Bend 13
  1. Her kes maf heye ku bi zimanê navçeya ku ew lê dimîne, bizanibe.
  2. Her kes maf heye ku çendzimannas be û zimanê herî lihevatî (munasibî) xwe binase û, bo pêşveçûna xwe ya kesane an bo tevgeriya civakî, beyî pêşbiryriya misogeriyên damizrandî di vê Danezanê de, bo bikaranîna giştî ya zimanê bi xwe yê navçeyê, wî zimanî bikar bîne.
Bend 14

Biryardanên vê Danezanê nabe bên ravekirin (tefsîr) an bikaranîn dijî her desthilata hundirînî an navneteweyî ku di derheqa zimaekî li ser axwa xwe biryar û karînên qenctir pêk diîne.

Sernivîsa dudyan Dezgeha giştî ya zimanî


Beş 1
Idareya giştî û rêxistinên resmî


Bend 15
  1. Her civaka zimanî maf heye ku zimanê wê, li ser axa wê, wek zimanê resmî, bê nasîn.
  2. Her civka zimanî maf heye ku karînên wê ên qanûnî û îdarî, belgeyên giştî û arizî û nivîsên tomargehên giştî ên bi zimanê wê deverê tên nivîsîn, ku ew wek rewa û çalak bên dîtin û kesek nikaribe hebûna wan nenase.
Bend 16

Her endamê civaka zimanî maf heye ku bi zimanê xwe bide û bistîne û di pêwendiyên xwe de bi dezgehên karînên giştî an beşên îdarî ên navendî, deverî, cîkî û ser deverî yên dezgehên ku erda vî zimanî ayîdî wê ye, agahiyan bistîne.

Bend 17
  1. Her civaka zimanî maf heye ku, hemû belgeyên resmî ên bi navçeya wê ve girêdayî, bi zimanê wê hebin, belge çi li ser kaxezan bin, çi kempyûterî bin, an li ser çi berpalên din bin.
  2. Desthilatiyên giştî (hukûmet) gerek darişte, pirsyarname û çapkiriyên çi ser kaxezan, çi ser kempyûteran, an ser çi berpalên din bin jî, bi zimanên navçeyî binivîsin û ku ew wan di beşên dezgehên navçêyên wan zimanên cihêreng de bidin gel.
Bend 18
  1. Her civaka zimanî maf heye ku biryarê bide ku hemû biryardarên qanûnî ên di derheqa wê de, bi zimanê wê bi xwe, çapkirî bin.
  2. Desthilatiyên giştî, ku bêtirî zimanekî li ser navçeyekê bi dirokatî dijî di bin îdareya wê de heye, gerek hemû qanûn û biryardarên xwedî rengekî gelemperî, bêyî ku ji xwe bipirsin ger zimanaxêfên wan navçeyan bi zimanên din dizanin an na, bi zimanên wan çap bikin.
Bend 19
  1. Meclisên nimînendeyan gerek wî zimanê an wan zimanên ku ew bi dîrokîtî li ser navçeyên xwe diaxifin, wek zimanên resmî qebûl bikin û bikar bînin.
  2. Ev maf zimanên civakên li deverên cihê belavbûyî, zimanên ku di benda 11an û di birgeha (paragrafa) 4an de berpêşirî, dixe nav van mafan.
Bend 20
  1. Her kes maf heye ku di hundirê Dadgehan de zimanê ku bi dîrokîtî yê navçeya wî ye, çi bi devkî, çi bi nivîskî, bikar bîne. Di karînên xwe ên hundirînî de, gerek dadgeh zimanê navçeya ku ew li ser in bikar bînin, û eger ji ber rêxistina dadmeniya Dewletê dozek gerek li derveyî wê navçeya xwe ya destpêkê çê bibe, gerek dadgeh herdem zimanê wê navçeyê bikar bîne.
  2. Di hemû mercan de, her kes maf heye ku bi zimanekî ku ew bikaribe tê bigihêje û biaxife bê ceza kirin an jî wergandin, bê pere, jê re bê kirin.
Bend 21

Her civaka zimanî maf heye ku biryarê bide ku hemû qeydkirinên di tomargehên giştî de, bi zimanê navçeya wê, bên kirin.

Bend 22

Her civaka zimanî maf heye ku ferz bike ku belgeyên neteweyî ên ji aliyên karmendên desthilata giştî tên, bi zimanê navçeya ku ew karmend an dadger yê berpirsyarê cihê xwe ye, bên nivîsîn.

Beşê II
Perwerdekirin


Bend 23
  1. Perwederkirna ku li ser navçeyekê bikar tê gerek beşdarî pêşveçûna karîna xwe-diyarîkirina zimanî û çandî ya wê navçeyê be.
  2. Perwerdekirina li ser navçeyekê bikar tê gerek zimanê axiftinê yê civaka zimanî biparêze û pêşve bibe.
  3. Perwerdekirin gerek herdem di xizmeta têkelîtiya zimanî û çandî de be û di xizmeta pêwendiyên dadperwer (adil) di navbera civakên zimanî ên cihêreng ên hemû cihanê de be.
  4. Di çerçeva pîvanên pêşî de, her kes maf heye ku çi zimanê ku bixwaze hîn bibe.
Bend 24

Her civaka zimanî maf heye ku biryarê bide di derheqa pileya hebûna zimanê xwe de wek zimanekî gelemper û wek alava xwendinê di hemû sewiyên hînkirinê de li ser sînga navçeya xwe : pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana amadayî, xwendina teknîkî û pîşeyî, zankoyî û pêkhînana gihiştiyan.

Bend 25

Her civaka zimanî maf heye ku hemû dewlemendiyên mirovî û madî li ber xwe bibîne da ku ew bikaribe xwe bigihîne pileya xwestî ji bo hebûna zimanê xwe di hemû sewiyên hînkirinê de li ser sînga navçeya xwe : mamosteyên baş pêkhînanî, dezgehên pêdagojî ên lihevhatî, destkarên hînkirinê, peredan (daravstandin), cîh û saman, alavên teknolojî ên asayî û nûjenger.

Bend 26

Her civaka zimanî maf heye ku perwerde bibe da ku ew zimanê xwe, di karînên têkel ên hemû warên bikaranîna rojane xweş de, bizanibe, weha jî ku ew bikaribe xwe hînî çi zimanê ku bixwaze, bike.

Benda 27

Her civaka zimanî maf heye ku bikaribe zimanên bi asaya (tradîsyona) xwe ya çandî girêdayî, wek zimanên edebî an muqedes, zimanên ku di demên kevin de, zimanên rojane ên civaka wê bûn, bixwîne.

Benda 28

Her civaka zimanî maf heye ku perwerdina ku rê dide nasîna berfireh û kûr ya paşmaya (mîrasa) xwe ya çandî (dîrok û erdnasî, edebiyat) û diyarkirinên din yên çanda xwe de, bistîne, û ku endamên wê ên ku dixwazin çanda civakek din binasin, bêyî zehmetî wê çandê, fêr bibin.

Bend 29
  1. Her kes maf heye ku di zimanê navçeya ku ew li ser bicih e, xwe perwerde bike.
  2. Di vê bendê de jî, her civak maf heye ku xwe bigihîne nasîna zimanê devkî û nivîskî yê çi civaka din be eger ev nasîn awayê raguhestinê bi civakên zimanî ên din re hêsan bike.
Bend 30
Ziman û çanda her civaka zimanî gerek, di hemû pileyên (sewiyên) zankoyî de, bibe alava xwendin û lêgerînê.

Beşê III
Peyvnasî (şûnnavnasî)


Bend 31

Her civaka zimanî maf heye ku dezgeha xwe ya navan di hemû waran de û di hemû merc û keysan de biparêze û bikar bîne.

Bend 32
  1. Her civaka zimanî maf heye ku navê deveran (şûnnavnasiyê), wek di zimanê xwe yê navçeyê de, çi di warê zimanê devkî an nivîskî de, çi di beşên arizî de, çi di beşên giştî de, bikar bîne.
  2. Her civaka zimanî maf heye ku şûnnavnasiya xwe ya nijadî bicîh bike, biparêze û kok bike. Ev şûnnavnasî nabe bê rakirin, nabe ku ziyan bigihêje wê an bi kirinên kêfî bê bilêv kirin. Di demên guhertinên siyasî de an ji ber sedemên din, nabe jî ku şûnnavnasiyek din cihê wê bigre.
Bend 33

Her civaka zimanî maf heye ku ew, wek di zimanê xwe de, xwe bide nasîn û pêşkêşkirin. Ji ber vê yekê jî, gerek navkirinên şaş an ziyandar lê neyên kirin di wergerandina navê wê de ber bi zimanên din.

Bend 34

Her kes maf heye ku mirovnavê xwe, wek ku di zimanê wî de ye, di hemû waran de, bikar bîne. Mafê wî jî heyek ku navê wî, di dezgeha nvisîna zimanekî din de, herî baş û herî nêzîkî bilêvkirina zimanê bingehî, bê nivisîn, gava nivîsîna vî navî pêwist be.

Beşê IV
Rêgeyên ragihandinê û teknolojiyên nû


Bend 35

Her civaka zimanî maf heye ku, li derveyî dezgeha weşîn û raguhestinê ya tê bikaranîn, ku ew biryara pileya hebûna zimanê xwe di awayên ragihandina li ser navçeya xwe de, çi di warê ragihandina cîkî û asayî de, çi di awayên berfirehtir de, çi di warê teknolojiyên pêşketîtir de, bide.

Bend 36

Her civaka zimanî maf heye ku hemû dewlemendiyên (imkanên) mirovî û madî ên najêger bo ewlekirina pileya ku ew ji bo hebûna zimanê xwe dixwaze û xwe-diyarkirina xwe ya çandî di hemû awayên ragihandinê li ser navçeya xwe de : karmendên bi rêkûpêk pêkhînayî, daravstandin, cîh û saman, awayên teknolojî ên asayî û yên nûjenger, li ber wê hebin

Bend 37

Her civaka zimanî maf heye ku, di nava awayên ragihandinê de, ew nasîneke kûr û fireh di derheqa paşmayeya xwe ya çandî (dîrok û erdnasî, edebiyat û diyarkirinên din ên çanda xwe) bigre û waha jî, mafê wê heye ku endamên wê agahiyên herî bilind ku di derheqa çandên din dixwazin, bikaribin bigirin.

Bend 38

Mafê hemû ziman û çandên civakên zimanî heye ku di naveroka awayên cîhanî ên ragihandinê de danûstandinek dadperwer û ne cudaker bi wan re bê kirin.

Bend 39

Civakên ku di benda 1, paragrafa 3an û 4an de ji vê Danezanê û wek hemû civakên paragrafa 5an ji eynî bendê, mafê wan heye ku zimanê wan di awayên ragihandina li ser navçeya ku ew li ser bicih in, li ser digerin, bi şêweyekî dadperwer bê pêşkêş kirin. Pêkanîna vî mafî gerek bi pêkanîna mafên din ên civak û komên zimanî ên din ên navçeyê, lihevhatî bin.

Bend 40

Her civaka zimanî maf heye ku di warê ragehînzaniyê de, di zimanê wê de, samanên li gor dezgeha zimanê wê û alavên helberînê, li ber wê hebin da ku ew bi berfirehî bikaribe ji tewanên ku ev teknolojî li hember xwe-diyarkirinê, ragihandinê, çapkirinê, wergerandinê û bi giştî ji pêkanîna agahkirinê û weşîna çandî, vedikin, kelk (fêde) bigre.

Beş V
Çand


Bend 41
  1. Her civaka zimanî maf heye ku zimanê xwe di hemû diyarkirinên çandî de bikar bîne, biparêze û xurtir bike.
  2. Pêkanîna vî mafî gerek bi serbestî pêşve biçe bêyî ku dunya vê civaka zimanî ku behsa wê dibe bi çandeke biyanî bi rengekeî dagîrkirinê hatibe girtin.
Bend 42

Her civaka zimanî maf heye ku di warê xwe yê çandî de bi serbestî pêşve biçe.

Bend 43

Her civaka zimanî maf heye ku bikaribe xwe bigihîne berhemên ku bi zimanê wê derketine.

Bend 44

Her civaka zimanî maf heye ku xwe bigihîne bernamekirinên navçandî bi saya weşîna agahdarîkirnek têrakirî û alîkariya çalakiyên fêrbûyîne bo biyaniyan an bo wergerandinê, dublajkirina filman, paş-hevdemkirinê û navnîşankirinê (sûtîtrajê).

Bend 45

Her civaka zimanî maf heye ku zimanê navçeya xwe wek zimanê pêşkî ferz bike di diyarkirin û dezgehên çandî de (kitabaxne, vîdeoxane, sînema, teatro, mûze, tomargeh (arşîv), helberîna kampyûterî, folklor, industriyên çandî û hemû diyarkirinên din ên ku rastîtiya wê ya çandî pêşkêş dikin).

Bend 46

Her civaka zimanî maf heye ku ew paşmaya xwe ya zimanî û çandî biparêze, di nav de jî diyarkirinên madî wek nimûne, sereçaviyên belgenamekirinê, paşmaka (mîrasê) hunerî, avazanî û avahîsazî û weh jî, hebûna neqşnivîskiya navê wê, biparêze.

Beş VI
Warê civakaborî


Bend 47
  1. Her civaka zimanî maf heye ku ew zimanê xwe di hemû karûbarên civak-aborî li ser sînga navçeya xwe bikar bîne.
  2. Her endamê civaka zimanî maf heye ku ew di zimanê xwe de hemû awayên bo pêkanînan çalakiya pêşeyî bikar bîne, wek nimûne, bikaranîna belge û kitêbên rawêjkariyê, amojgariyan agahiyên çapkirî, rewişt û saman, alav û bernameyên kampyûterî.
  3. Bikaranîna zimanekî din di vî warî de dikare bê ferz kirin tenê gava xwezaya çalakiyek pîşeyî pêşveçûyî wê yekê behane bike. Nabe, di tu rewşê de, ku zimanekî biyanî nûjentir cihê zimanê navçeyê bigre an jî wî bixîne bin siya xwe.
Bend 48
  1. Li ser navçeya civaka xwe ya zimanî, her kes maf hey ku ew zimanê xwe, bi hemû rewaya (meşrû'iyet) dadwerî, di karbazarên aborî ên cihêreng de, wek nimûne, kirîn û firotina mulk û karûbaran, tevgerên bandî, sigurteyan, qebaleyên kar û tiştên din, bikar bîne.
  2. Tu riste ji biryarên taybetî nikare bikaranîna zimanekî li ser erda wê dûr bixe an bi sînor bike.
  3. Her kes maf heye ku li ser navçeya civaka xwe ya zimanî, bi zimanê xwe, belgeyên girîng bo ancamkirina tevgerên li jor bilêvkirî, bikar bîne, wek nimûne, ku ew bikaribe darişteyên çapkirî, pirsyarnameyan, çekan, qebaleyan, fatoran, bîrnameyan, pelên xwestinan û yên din, bikaribe bikar bîne.
Bend 49

Her kes maf heye ku zimanê xwe li ser navçeya civaka xwe di hemû çeşîtên rêxistinên civakaborî ên kar de wek rêxistinên sandîkên karkeran û yên xwedanên kar, rêxistinên pîşeyî û zibareyî, bikar bîne.

Bend 50
  1. Her civaka zimanî maf heye ku di navdariyê (reklamê) de, di agehdariya bazirganî de, di nîşankirina li derve û navûdengê xwe li welêt de, ciyê yekemîn bide zimanê xwe.
  2. Her kesê ku li ser navçeya civaka xwe ya zimanî ye maf heye ku bi zimanê xwe, xwe bigihîne agahiyên giştî, çi lêvkî çi nivîskî, li ser ber û karûbarên ku rêxistinên navçeyê ên bazirganî pêşkêş dikin, wek nimûne, têbîniyên bikaranîna beran, nîşankirinan (êtîket), fehrista naverokan, navdarî, misogerî û yên din.
  3. Gerek hemû agahiyên giştî ên bi ewleyiya hemwelatiyan girêdayî, bi zimanê navçeyê bi xwe, di mercên ne kêmî mercên zimanên din de, bên nivîsîn û diyar kirin.
Bend 51
  1. Her kes maf heye ku ew zimanê xwe yê navçeyî di pêwendiyên xwe bi hevkariyan, dezgehên bazirganî û hebûnên giştî re, bikar bîne û ku ew bi vî zimanî, guhdarî û bersivê, bixwaze.
  2. Her kes maf heye ku wek kiryar, têber û bikarînayî, di mueseseyên giştî de ên li ber gel vekirî, agahiyên çi devkî, çi nivîskî, di zimanê bi xwe yê navçeyê de, bixwaze.
Bend 52

Her kes maf heye ku çalakiyên xwe ên kar û pîşeyî di zimanê bi xwe yê navçeyê de, bikar bîne, tenê netêde gava ku dezgehên pêwendîdarên (elaqedarên) bikaranîna karekî hebûna zimanên din ferz dike, wek di rewşa mamosteyên zimanan de, di ya wergêran de û di rêberên geştyarî de.

Biryardarên zêde
Yekem

Desthilatiyên giştî (hukûmet), di warên karûbarên xwe de, gerek bo pêkanîna mafên di vê Danezanê de eşkerekirî, hemû pîvanên bikêrhatî bistînin. Gerek ji qaseyên pereyên navnteweyî alîkarî bo pêkanîna van mafan di civakên zimanî de ên bi rastî bê îmkan, bi şeweyî berbiçav, bên peyda kirin. Wek nimûne, bo qanûnkirin, rûnivîsa nivîskî, hînkirina zimanên civakên têkel û bikaranîna wan zimanan di warê îdarekirinê de, hukûmet gerek alîkariya bikêrhatî bi xwe re bînin.

Duyem

Hukûmet gerek çavdêrî bikin da ku desthilat, rêxistin û kesên ku di vê Danezanê de pirsa wan e, agahadrî van maf û erkan bibin û wan binasin.

Siyem

Hukûmet, bi qanûngeriyên ku tên bikaranîn gerek li hev bikin û di dirheqa çirandina mafên zimanî ên vê Danezanê de cezayan derxînin.
Biryardarên dawî
Yekem

Ev Danezan afirandina Heyeta Zimanan di hundirê Neteweyên Yekbûyî pêşniyar dike. Afirandin û pênasîna vê Heyetê û helbijartina endamên wê ji aliyê Civîna Neteweyên Yekbûyî gerek bê danîn û weha jî çêkirina rêxistina xwedî mafên navnteweyî da ku, di rohniya mafên di vê Danezanê de bilêvkirî, ew civakên zimanî, biparêze.

Duyem

Ev Danezan afirandina Komîsyonek Cihanî ya Mafên Zimanî, xwedî xwezayek neresmî û taybetmendiyek rawêjî (istişarî), ji nimînendeyên ONG û hebûnên warê mafên zimanî pêkhatî, pêşniyar dike û bi wê bang dike.

Barselona, Hezîrana 1996an


© Institut kurde de Paris pour la version kurde.


© 1997-2008 Fondation-Institut kurde de Paris, 106, rue La Fayette, F-75010 Paris - Tél.: +33 (0)1 48 24 64 64 - Fax: +33 (0)1 48 24 64 66 Bottom